Hûn herin mizgeftê melayekê wê bikaribe li ser misilmanî agahiyên têrtije bide we, helbet wê bikaribe li ser hiqûqa îslamên tiştinan ji we re bibêje. Ev karê wî ye.
Hûn herin dibistanê ber mamosteyekî helbet wê bikaribe li ser dersên xwe tiştinan ji we re bibêje lê tiştên ku li ser hiqûqê bibêje dibe ku kêm bin, yan jî şaş bin ji ber ku hiqûq ne karê wî ye.
Parêzerek jî bi vî awayî. Wê bikaribe li ser hiqûqê, li ser pîşeya xwe ji we re tiştinan bibêje, lê tiştên ku ne karê wî be?..
Hin kes hene peywira xwe, zanistê û hiqûqê, her tiştî tevlihev dikin.
Herhal hûn texmîn dikin ez qala dadgerên ku gotine "Kurdî zimanê ku nayê zanîn (yan jî 'Zimanê ku nayê fêmkirin')" e dikim.
Mesele gelek hêsan e: Hiqûq dikare biryarê bide ku ziman tê fêmkirin yan na?.. Lê dadger?..
Encax zimanzanekî dikare biryareke wisa bide ku zimanek tê fêmkirin, rast û dirust e yan na.
Lê ger dadgerek biryareke wisa bide ew biryara wî wê ne hiqûqî be, ne jî zanistî. Lê mixabin dadgerên li Tirkiyê, bêyî ku der barê zimanê kurdî de xwedî agahiyên têrtije bin biryareke wisa didin û ne dihêlin mirov bi zimanê xwe parastina bi kurdî bikin, ne jî wan serbest ber didin. Gelo ku derê vê biryara dadger hiqûqî û zanistî ye?
Di danişîna siyasetmedarên kurd a li Amedê de dadger biryarek wisa da û zimanê kurdî wekî "Zimanê ku nayê fêmkirin" binav kir. Ev nîqaş bi hefteyan di danişîna doza siyasetmedarên kurd de derket holê. Aliyên kurdan bertek nîşan da lê ji hikumetê deng derneket. Di dawiyê de ji ber ku siyasetmedarên kurd ên bersûc (ên girtî) ji ya xwe nehatin xwarê û di parastina bi kurdî de israr kirin, dadgeh ji bo du heman taloq bû. Hêviya berdana wan ma du mehên din.
Piştî ku dadgeh ji bo du mehan taloq bû hê nû Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Huseyin Çelik got: "Mirov ji bo zimanê zikmakî ê bi mîlyonan kesî bibêje 'zimanê nayê zanîn' tiştek şaş e û eyb e."
Belê Çelik xweş gotiye, lê dereng gotiye. Yanê, çawa ew gotin hat gotin Çelik reaksiyon nîşan bida, dibe ku niha hin ji girtiyan serbest bihata berdan.
Piştî taloqbûna danişînê Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş tevî girseyekê li Amedê meşeke protestoyî li dar xist û wisa got: "Emê êdî li dadgehan, li dibistanan, li daîreyên bacê bi kurdî biaxivin".
Welhasil, em israra bi kurdî parastinê ya siyasetmedarên kurd pîroz bikin û derbasî xaleke din bibin.
Li dadgehê xwendina pirtûkan
Di vê danişînê de yek ji tiştên ku bala min kişand roja pêncemîn a danişînê li dar ket:
Dozger hema çi hatiye ber kiriye îdîanameyê û îdîanameyeke qirase jê derketiye holê. Tenê xwendina wê bi mehan wê bidoma... Parêzvanan xwest kurteya kurteyê îdîanameyê bê xwendin lê tenê 'xwendina kurteyê' hat qebûlkirin. Siyasetmedarên kurd jî wê rojê di destê wan de pirtûk û hatin salona danişînê. Dadgehê îdîaname dixwend, wan jî ji bo protestokirinê pirtûkên xwe. Helbet dîmeneke balkêş derket holê, lê ji ber ku li dadgehên kişandina wêneyan qedexe ye ev dîmen tenê di bîra me de na.
*
Pirtûkxaneya Wêjeyê
Bi ser re dem derbas bû lê ez dixwazin du notên din jî pêşkêşî we bikim.
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Ertugrul Gunay di vekirina Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP'ê de diyar kir ku ew plan dikin ku Pirtûkxaneyên Wêjeyê vekin. Mebêjin me çi pirtûkxaneyên heyî jê fêde girtiye dora pirtûkxaneyên wêjeyê ne... Ka em guh bidin:
Tê zanîn gelek pirtûkxane hene, lê ew dibêje ku tiştên ew difikirin bi taybetî pirtûkxaneyên wêjeyê ne û van lê zêde dike: "Raste rast pirtûkxaneyên li ser wêjeyê nîn in. Ewê wekî bajarê destpêkê li Stenbolê vê biceribînin û em dixwazin li Koşka Alay a li Gulhaneyê pirtûkxaneyê ava bikin. Ew der wê wekî Nivîsxane û Pirtûkxaneya Wêjeyê bê bikaranîn. Wekî gava duyemîn (Qest ew e ku ger ev gav bi ser bikeve û eleqe bibîne) li Enqereyê û gava sêyemîn jî li Diyarbekirê emê vekin."
Ka bila vebe emê jî binêrin. Lê wekî fikir, mirov dikare bibêje fikreke xweş dixuye.*
*
Alîkariya kincan û avakirina pirtûkxaneyê
Yek ji tiştên ku ez bi we re par ve bikim jî kampanyayeke Şaredariya Sûra Amedê ye.
Şaredariya Sûra Amedê ji bo feqîr û xizan vê zivistanê necemidin xebata berhevkirina kincan daye dest pê kirin. Kincên we yên kevn ku hûn li xwe nakin (helbet yên derfetên wan hebin dikarin yên nû jî) ji wan re bişînin.
Dema ez li şaredariyê geriyam, gotin me ji bo avakirina pirtûkxaneyekê jî kampanya daye dest pê kirin. Ev jî ji bo bala eleqedaran e**
*
Pîrozbahiyeke ji bo Avestayê
Wekî nota dawî: Par çima di fûarê de weşanxaneyên kurdan çalakî li dar nexistine di Diyarê Me*** de bûbû mijara nivîsekê û ji ber vê nivîsê hin weşanxaneyên kurdan ji min xeyidî bûn. Îsal Weşanên Avestayê du çalakî li dar xistin. Bi vî alî ve hêjaye ku mirov ji bo van xebatan Weşanên Avestayê pîroz bike. Li ser navê xwe ez Avestayê û Xwediyê Avestayê Abdullah Keskin pîroz dikim.
* Ji bo nûçeyên li ser TUYAP'a îsal
** Amedî li benda alîkariya we ne
*** Qey weşanxaneyên kurd nikarin du gotinan bibêjin?


