Çelê zivistanê ye. Ev nêzîka mehekêye berf li erdê ye. Sal xerab e îsal. Serma xwîna însên dicemidîne û dike qeşa. Tevzînokên cemedê di laşê te de tevdigerin. Tu dibî mîna hêlkanê.
Diranên te li hev dikevin. Ku tu xwe tevnedî ewê diranên te nema ji serhev rabin. Tu xwe hilor dikî. Hilor. Hilor. Hilor. Tu hey xwe hilor dikî. Heta ji te tê tu nasekinî û hereket dikî. Tu zanî ku tu bîskekê xwe tevnedî tuyê bibî mîna peykerekî. Tilîkên lingên te jan didin. Ji te heye ku tilîkên te dikin ji te bikevin. Hêsir ji çavên te tê. Lê ev ne yê girî ne. Hema hema maye ku tu bigrî. Çimkî tu kelogirî bûyî. Lê tu xwe digrî. Belkî tu fedî nekî tuyê bigrî. Lê na ya te ne ji ber fediyaye ku tu nagrî. Giriyê te nayê. Yan jî di qirika te de aliqî maye. Na ne ku avzêmka girî miçiqî ye. Halekî xerîb e nayê gotin. Peyv têrê nake. Lê serma ku xwe gihandiye hetanî xwîna te nahewe.
Destê sibê ye. Serma destê sibê sermayeke xerab e. Pir dijwar e. Lê îro yan jî em bibêjin destê vê sibê hûn para hev ketine. Tu bi xwe re dixeyidî û tu dixwazî hêviya te neşikê. Çimkî tu dibînî ku laşê te nema dixwaze li ber xwe bide û çav lê ye têkeve hukmê sermê. Tu ji ketina bin hukum hez nakî. Lê tiştin hene ku ne bi dilê te diqewime. Xuyaye tu û bedena xwe hûnê hîn li ber hev bidin. Tuyê nexwazî ji sermê re serî deynî, lê laş û gewdeyê te jî hêdî hêdî ber bi teslîmiyetê ve diçe. Ka bê hûn kî bi ser dikevin.
Nizanim ev qeder e, nizanim ev bêhemdî ye û ne jî zanim ji dil hûn manin rûbirû. Çimkî hew tu zanî bê destê vê sibê tu li derve û li vê derê bi serma destê sibê re çi dikî. Lê tiştê ez dizanim tu ji serma diricifî. Û tu naxwazî têkevî bin hukmê serma vê sibê.
Bayekî şil tê rûyê te yê ji sermê qemer bûyî radimûse. Lêvên te yê ji ber sermê qelişîne ku tu xweziya xwe jî dadiqurtînî diperçive û xwîna ku jê tê pê re lê hişk dibe. Çimkî sar e û dinya li te har e vê destê sibê. Bayê şil nahewe. Bi xwe re berfê hiltîne û tîne li nav çavên te dixîne.
Bayê kur, kur û kem bibe. Nahewe û nayê îmanê.
Ku biba sibe û tîrêjên rojê çavên rojê ji serhev rakira û hêdika ew şiyar bikira û rojê gilî û gazinên te bibihîsta û pê re bikeribiya. Bikeribiya û ji kerba sor biba, dû re ew tîna ji kerba ku ew sor kiriye bi ser te de birijanda. Te ew bikişanda hundirê xwe. Hetanî hundirê hestiyê xwe te tije tîn û germa ku ji kerbê hatiye bikira. Gava ku te xwe pê germ bikira berfa ku ev nêzî mehekê ye li erdê ye biheliya û ji binê wê, xwezayek xemilî derketa, ji te re çav biqirpanda û êdî bayê kur jî mala xwe barbikira û biçûya ji xwe re li dereke din daniya.
Çelê zivisatanê ye.
Sar û serma ye.
Qefarî û pûk dibare ev çendek e.
Tu hin bi hin nema dikarî xwe tev bidî.
Tilîkên te mîna neyarên te bin janê didin dilê te.
Tu bi hêviya ku xwe germ bikî xwe tev didî.
Hergî diçe xewa te tê.
Xew li te giran dibe.
Erê, xew û mirin yek in. Ez zanim ku ne ji bo vî halê te gotine lê çiqasî rast gotine û li vê rewşa te dike.
Xew…. Xew li te giran dibe…
Xew xweş e.. xew…
Xew mirin e.
Xew ji mirinê wêdetir e.
Ez ji xewê şiyar dibim û bi tena fanêreyê xwe radibim diherim metbaxê qedehek av vedixwim û rûdinêm. Ji ber xewa xwe ya reviyayî ji kursiya xwe ranabim û li çiyayên di pacê re xuyanî dibin dinerim û dikeribim.


