Ji bo ku deng bi navê wan bikeve dinivîsin hin nivîskar, navê wan bela dibe li her çar hêlên gerstêrka girover.
Hin ji bo dilê xwe yê tije vala û rehet bikin ristan dirijînin peyv bi peyv. Ku nenivîsînin nabe, mîna xwîna kelî yê ku êdî tu carî nikare di rayan de bimîne; teqez divê ew derê. Loma hest û raman bi hinên din re têne parvekirin.
Hin li rastiya jiyana xwe digerin; li ser hespê dil siwar bûne, hefsarê wan pênûsa wan e, şev û roj digerin, li wê qonaxa ku dixwazin bêjin, ha va ye ev der e, ew cihê ku ez lê digerim.
Belkî jî dermana kula dilê wan e nivîs, ji bo hin camêran.
Hin ji bo xwe û hin jî ji bo kesên din; hin pêlên şahiyê, hin jî dilopên êşê radixin ser kaxeza spî yê mîna şîrê dayika xwe.
Sedem û mebest çi dibe bila bibe, ji bo rûmeta mirovî, ji bo rewişta rewşenbîriyê, ji bo sinca nivîskariyê, teqez divê kesê nivîskar şîr helal be. Ji bo şîrê spî yê ku ji guhanên dayika pîroz hatiye mêtin helal bibe çi divê gelo? Bi dîtina min ji bo vê yekê, serê pêşî divê mirov şahidê demê be. Ew dema ku tê de dije û ya borî û ya ku dê bê. Bi hemû kirû, kiryar, geşdan û bûyeran, kêlî bi kêlî şahidê demê, ango şahidê jiyanê be.
Li gorî baweriya olî, her kêlî, bi her mirovî re du melaîket hene. Yek li milê rastê, yek jî li milê çepê ye. Yê milê rastê, şahid û tomarkarê xêr û qenciyan e, tiştên baş dinivîse. Yê milê çepê jî şahidê nebaşî û gunehan e. Kesê nivîskar jî bêşik divê bi heman peywirî tevbigere. Lê ew, divê tomarkarê (nivîskarê) her du milan jî be. Jixwe ev yek dibe taybetmendiya rewşenbîriya wî, her wiha pîvana mirovantiya wî jî.
Ji bo vê yekê çi divê? Bi ya min, ligel dilekî wêrek û zîz; bawerî û ked divê. Ku dilekî wêrek û zîz nebe jixwe şahidbûna demê bi tu awayî ne pêkan e. Ku bawerî nebe, li hemberî dijwariya jiyanê mirov zû têk diçe. Û jixwe ku ked nebe, pela çixareyê jî ji cihê xwe nalive.
Ku em di roja îroyîn de li welatê xwe, li gelê xwe binêrin, ne tenê ji bo dilên zîz, ji bo dilên kevirî jî têra xwe rûdan û rewş hene ku dil û hinavên mirovî dişewitînin û diperitînin. Wekî ku birêz Helîm Yusif jî di nivîseke xwe de gotibû, “agirê ku me dişewitîne.” De îcar heke xaka mirovî dayika mirovî ya ku mirov xwedî dike be, heke mirovên wê xakê jî qet nebe bi qasî afrîkiyan bi qasî filistîniyan nêzîkî mirovî bin; mafê mirov heye ku ji wan kesên ku li agirê pêketî temaşe dikin, bipirse; ma qet ev agir piçek be jî têhna xwe nade we. Ma mirov şîrê xwe helal nake?
Jixwe ku mirov li kesên temaşavan (nivîskar!) binêre, nivîsê wan tamsar in, tu dilgermiyekê di mirovî de pêk naînin. Tu hestên dilanî û her wiha vegotineke zelal li ba wan peyda nabe. Ew li der û dora mijarê digerin lê gotina vekirî ya wêrekî tu car ji devê wan dernayê. Di cih û demên ku divê ew jî li wir, li nava gelê xwe bin, pêjna wan nayê. Ji ber vê xemsariya wan e ku di civakê de jî pir kes hez ji wan nake. Ma belesebep negotine ku hezkirin ked e.


