logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  2. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket
  3. Fîlozof Edgar Morin mir
  4. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  5. Peywira Tom Barrack bi dawî bû

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

SÎNORÊ AZADIYÊ

  • Dîrok: 30/10/2021
Di vebêjiya karakteran de, vegotina derûniya karakteran û hişê karakteran girîng in. Loma nivîskar carinan vebêj e û carinan jî mudaxilî karakterên xwe dibin. Lê divê nivîskar dema mudaxeleyî karakterên xwe kir divê derûniya karakteran û hişê karekteran baş vebirêsîne. 
Sir Walter Scott wiha dibêje: “Aksiyon, pîleya, tevger û liv, nêrîn û tebesûma evîndar, qermiçandina sûretê qeşmer û awirên bijangên despotan giş divê di romanê de hebe.” Yanê dema nivîskar behsa karakterên xwe kir, an jî dema vebêj derûniya karekterên xwe vegot, divê kitekit û derûniya wan baş vebirêsîne û biteyisîne. Bo çi behsa derûniya karakteran dikim. Çimkî romana Menaf Osman romaneke bingeha xwe li ser hîmê tirsê,  dudiliyê û şer avakiriye. Loma divê nivîskar Menaf Osman derûniya kesên di şer de, kesên ditirsin û kesên dudilî dibin baş vebihûne an na ew roman dê kêm bimîne. 
 Mînak: “Di çîroka Decameron de Federigo kesekî ji hêla aborî ve dewlemend e. Federîgo aşiqê Monayê dibe, Mona keseke zewicî ye, lê Federîgo ji Monayê hez dike, lê belê Monayê teklîfa Federigo red dike. Paşê Federigo dibe feqîrekî derê hanê, ji dewlemendiya wî tenê bazekî wî dimîne, lê bazê wî bazekî pir jîr û jêhatiye û pir jê hez dike. Federigo debara xwe bi saya vî bazê xwe dike. Paşê mêrê Monayê dimire û lawê wê nexweş dikeve, Mona difikire ku alîkariyê ji Federigo bixwaze, çimkî lawê wê pir ji bazê Federigo hez dike. Dema Mona ji Federigo dibêje karê min bi te heye, divê gerek tu alîkariyê min bikî. Federîko pir bi heyecan dibe û radibe bazê ku pir jê hez dike, ser jê dike û dike taştê ji Monayê re, paşê dema vê şaşiyê fêm dike, şaşwaz dibe û dikeve tatêla ka ew ê çawa meseleyê ji kurê xwe re vebêje. Talî dike nake çareser nabe û lawê wê dimire “ Min bo çi behsa vê çîrokê kir, dema nivîskar karakterên xwe vegot, divê derûniya karakteran û hişê karakteran baş vebihûne an na lingên karakteran û mijar li hewa dimînin. Divê dram û trajedî hebe, di romanên wiha de, çawa ku di encama çîroka Decameron de dram û trajedî hebû, divê di romanên têkoşeriyê de serlehengî-qehremantî, dram û trajedî hebin. Loma mijar, rêzebûyer û karakterên nivîskar Menaf Osman jî divê derûniya wan û baş bê vehûnandin. Çimkî mijara romanê vê rastiyê hewcedar dike. Îcar em werin ser gelemperiya romana xwe.
Romana Sînor ya nivîskar Menaf Osman, bingeha xwe li ser esasên şoreşê û li ser têgehên wekî tirs, bawerî, erdnîgarî, azadî, welatparezî, hebûn û nebûn, îxanet û dilsoziyê rawestandiye. Tirs, li serê karakteran bûye wekî neqebeke asê, karekterên me di sînorê îxanetê, baweriyê, dilsoziyê û tirsê de zîz dibin. Çimkî her biryardayînek karakteran bi serê xwe rîsk û talokeyek e. Her biryardayîn dibe ku bibe sersebebê mirinan. Hêvî û têkçûn di hemêza hev de digevizin. Ne bê hêvî dibe û ne jî têkçûn xwe ji qirika karakteran berdidin. Kesayetên têkoşer ên di derûniyeke tevlihev di romanê de bi rîsk û mirinê re dansê dikin, bo azadiyê û edaletê bi destxînin. Loma karekterên me karekterên realîst in û bi utopiyên xwe re dijîn. Bi saya xewn û xeyalên utopiyên xwe dibin serlehengên welatên xwe. Erê karakterên me karakterên utopîk ên realîst in. Loma romana me bingeha xwe li ser esasê têgehên wekî têkoşîn, welatparezî, hebûn û nebûn, bawerî û dilsoziyê daniye. 
Di romanê de, karekterê me yê sereke Evdil e. Ji xêncî Evdil, hin karakterên me yê din jî hene. Tevgerên hemû karakterên me şikdar in. Bêtir jî Evdil bi şikdar tevdiliv e. Çimkî jiyana wan vê hewcedariyê li ber çavên wan radixîne, çimkî di jiyaneke rîsk de dijîn. Armanca karekterên me sînor derbas bikin û biçin çiyê, loma her tevger û livên wan bi xwe rîsk in. Divê bi baldar bin û her tiştî bi pîvan bike. Yanê her hemleyên wan divê wekî yên bi xişikê dilîzin bi baqilî be. Loma karakterên me di navbera hebûn û nebûnê de bi tirsê û şikê re têdikoşin. Bo wan hebûn wateya jiyaneke hevpar û bi edalet e. Ji xwe ji ber bê edaletiyê vê rê û rêbazê dihilbijêrin. Serî li çiyê didin. Doza azadiyê dikin. Doza hebûnê dikin. Doza xwe ji dîtirbûnê rizgarkirinê dikin, serî li têkoşînê didin. Ala wan azadî ye. Welatê wan azadî ye. Bo wan hebûn azadî ye. Azadî temsîliyeta hebûna qinên wan in. Loma dixwaze sînorê di şevekê de hatiye ducakirin ji holê rakin û malbatên xwe bînin ba hevdu. Erê di rojekê de hew dibînin malbatek û welatek du felqeyan bûne, mînak ji romanê:
“Bavê wî wisa jê re gotibû: “Kurê min, hema rojekê sibehê em ji xew rabûn me dît ku xet di nîvê erdên me re kişandine, û ji me re dibêjin hûn nikarin herin wî aliyê sînor, wê derê serxet e! Sînorê çi bavê min? Sînorê çi lawo, nîvê erdê me, nîvê dost û merivên me li wir mane? Gotin na wele hûn nikarin derbasî wir bibin, wê derê dewleteke din e! Gotinên ku nediketin serê dînan, dixwestin ku em jê yeqîn bikin. Lê me dizanîbû ku em hîna dîn nebûne û hişê me li serê me ye. Kalikê te Soro, du ap û xalekî te, sê xaltîk û metikeke te tev li zarokên xwe, hemû tev de di şevekê de bûbûn Serxetî, em jî di heman şevê de bûbûn Binxetî...” 
Dema em li vê paragrafa xwe dinêrin, em fêm dikin ku desthilatdar bindestên xwe dike du felqeyan û berê her hinekan bi ciyekî vedikin. Yanê mijara romanê asas desthilatdarî û mêtingehî ye. Her wiha mekanên romanê piranî binxet û serxet e. Dinêrin nêviyên wan li binxetê ne, nêviyên din jî li serxetê ne. Ji bo ku vê desthilatdariyê biqedînin, hebûna xwe didin ber xetereyan û serîradikin karakterên me. Lê belê desthilatdar tifaqiyê, hevpariyê û ligelbûnê ti carî qebûl nakin, çimkî qebûlkirin hilweşandina wan in. Loma jî bi tirs in. Di dawiya romanê de Evdil û hevalên xwe bi awayekî dijwar be jî sînor derbas dikin û diçin gundekî û li wir xwe li stargehekê diparêzin. Xwe li mala apê Mîzgînê diparêzin. Mîzgînê jî yek ji hevalên wan in. 
Karekterên romanê piranî di jiyaneke dudilî de dijîn. Vîna wan asas ne zêde xurt in. Çimkî karekterên şikestîn in. Bi her awayî şikestîn in. Mînak karakterê me yê sereke Evdil li hember warê xwe Omeriyan û bavê xwe yekî dilşikestî ye. Çimkî ji zarokatiyê ve him ji warê xwe hatiye veqetandin û him jî doza bavê xwe dike. Di xewn û xeyalên bavê xwe û warê xwe de dijî. Evdil ji zarokatiyê ve bavê xwe wenda kiriye. Di rêya sînorderbaskirinê de ango di karê kaçaxçiyê de tê kuştin. Ji xwe Evdil û hevalên xwe jî bi saya Emîno û Xelo sînor derbas dikin. Xelo û Emîno jî weke bavê Evdil emrê xwe di vê rêya kaçaxçiyê de bihûrandine. Xelo bi Evdil û hevalên wî re xayintiyê dike. Hevalekî wan birîndar dibe lê talî Evdil û hevalên xwe sînor derbas dikin. Karekterên romanê li ser êgir dileyzin û jiyana wan jî weke êgir germ û bi taloke dibihûrin. Lê ya di romanê de kêm hinekî vehûnandina tirsê ye. Halbûkî di romanên wiha de têgeha tirsê divê serdestiyê li naveroka romanê û bi giştî jî divê li karakteran bike. Çimkî mijara romanê tirs û dudilî, şikdarî ye. Belê şikdarî û dudilîbûn baş hatiye vehûnandin lê mixabin tirs ew qasî baş nehatiye vehonandin. Çimkî ciyê sînor, şoreş,têkoşîn û şer hebe, teqez divê li wir tirs serdestiyê li karakteran û naveroka romanê bike û helbet di teşerêsandina romanên wiha de divê epîzm û qehremanî hebe. Lê em wê qehremaniyê jî nabînin. Dema dibêjim qehremanî ez behsa qehremaniyeke klasîk nakim. Ez behsa qehremaniyeke trajîk dikim. Her wiha divê xwendevan wê tirsê him di karakteran de û him jî teşerêsandin û atmosfera romanê de hîs  bike, divê wê tirsê bijîn. Ji vê hêlê ve teşerêsandina tirsê hinekî kêm maye. 
Divê di romanên wiha de aksîyon û trajedî hebin. Yanê aksîyonên tirsê û yên pevçûnê kêm in. Tenê Aksîyona di sînor re diborin û aksîyona ku leşker tên gund a wê çaxê meriv hinekî wê tamê jê werdigire, heta romanên wiha divê tama sînemayê jî bidin. Çimkî dema min dixwend ewil hinek ew tam bi min re çêkir lê qels maye. Tehma sînemayê dema ku hevalan xwe di stargehê de xwe veşartibûn û leşkeran jî li hundir li wan diveriyan a wê çaxê tehma tirs û sînemayê hinekî li ser zimanê çavên min û zimanê hişê min çêbû, lê van aksîyonan jî pileya wan kêmbûn. 
Di dawiya romanê de karakterê me yê sereke  Evdil tê ba pîrka xwe Siltanê û kalikê xwe Soro, lê ewil herdu jî wî nas nakin. Paşê dinêre ku neviyên wan in, wê demê kurê wan li ber çavên wan dibore. 
Werhasil mijara romanê perçekirina welatekî ye, perçekirina malbatekê ye. Navbira navbera Sûrî û Tirkî ye. Loma jî karakterê me bo ku vê desthilatdariyê ji holê rake, serî li çiyê dide û bo doza azadiyê û welatê xwe bi hevalên xwe re dest bi têkoşînekê dikin. Herî dawiyê meriv dikare wiha bêje: Mijar mêtingerî û mêtingehî û desthilatdarî ye. Karekterên me piranî karekterên têkoşer in, karakterên şikestînin, karakterên hebûnparêz û welatparêz in. Mekanên romanê piranî di nav gund û sînor û binxetê de dibihûre, piranî mekan (Qamişlo-Nisêbîn) de dibore. Zeman di navbera niha, paşeroj û pêşeroj de dipêle.  
Sûdewergirtin:
Kurmacanin Retoriği, Wayne C. Booth, Metis

Hin Nivîsen Nivîskar

LEHENGEKÎ BIŞAFTÎ Û JÎR

  • 13 Rêbendan 2021

Lîncoln, dema serleşkerê xwe tayîn dike wiha dinivîse: “Ji min re gotin hedefa we dîktatorî ye. Ji bo ku hûn karibin bibin dîktator tenê rêyeke wê ya yekane...

Deqa li ser kulîlkê

  • 31 Tebax 2019

Gotinên bîranînên bîra zarokatiyê di bêjinga hiş de maye û serasera rêz dibin, mîna şekelîyekêdiherikin hebên ku di binê ziman de tam dane...

Arezûya bav û desthilatdarî

  • 24 Gulan 2024

Di civaka kurdan û bindestan de, bav tim li ber çavan hût e, xurt û desthilatdar e. Desthilatdariya bavan a di hundir malbatan de, derûniyên cihêreng yên têkçûyînê bi xwe re çêdike. Atmosfera derûniya...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Dosya: 'Komar li Kurdistanê ye'

ad

Azadiya di nav dîwaran de

ad

Festîvala herî navdar: Cannesê dest pê kir

ad

Salih Muslim: Emê destûrê nedin du hêzên leşkerî

ad

Hunermend Hesen Emo mir

ad

Reqîbên Amed, Diyarbekir, Van û Cizre Sporê diyar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

  • 29 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname