logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  2. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  3. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket
  4. Fîlozof Edgar Morin mir
  5. Peywira Tom Barrack bi dawî bû

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

SINDOQA DILŞIKESTINÊ

  • Dîrok: 15/07/2019
Ji bo zimanê kurdî û malbata Celadet....
"Mêr, dizanin jin ji wan mezintirîn e, loma jinên herî qels an jî ên herî nezanîn dihilbijêrin. Ger wisa nefikiriyana û netirsiyana, wan jî teqez dizanîbûn jin bi qasî wan xwedî zanîne ne "(*)                                                                                                 
Zimanê helbesta "Sindoqa Dirûnê"zimanekî xweser û cuda bû, mijara helbestan jin, femînîzm, têkoşeriya hebûneke jîndarî, carinan jî raborî û zarokatî bû. Ji ber ku çi alavên ku jin bi kartîne, hema hema gişan cihê xwe di helbestê de wergirtibû. Belkî van alavên ku bi jinê re bûye wekhevîbûn(ozdeş) mîna tabûyan divê bişkên. Feqet dema ku behsa van alavan dibe jin tê bîra mirov halbûkî mêrek jî dikare van alavan bikar bîne, ji ber ku di binhişiya me de ev rastiya çewt heye, ev rastiya çewt jî ji raboriyê dizê û tê, ango ji dîrokê diwelide loma hilweşandina tiştên kevnare dijwar e. Helbestvana me zimanekî mêbûnê ango zimanê jinbûnê şixulandiye, zimanê nêrbûnê welew zimanê mêran pirr zêde di helbestê de tune ye, mafê zimanê jinê dayê helbestvana me. Belkî jî zêdeyî xwe zimanê jinê bikaranîn jî bi serê xwe bibe pirsgirêkek, ji ber ku dema ku mirov behsa mafan kir divê helwesteke aştiyane û demokratîk tevbilive. Zimanê jinê zimanekî nermik e, estetîk e, bi stran e, bi loran e û lîran e. Heke zimanê jinê wêje be, ên mêr felsefe ye, heke zimanê jinê muzîkek romantîk be, yê mêr muzîkek caz e. Yanê zimanê mêran zimanekî hişk e, desthilatdar e, helbet mirov nikare bi giştî wisa pênase bike, feqet rastiya vî tiştî jî heye ji anatomiya mêr bigire heta hişê wî tim desthilatdar û hişk e, ya jinê jî anatomiya wê û hişê wê piranî estetîk û zîrek e, feqet ev pênase ne pênaseyeke giştî ye, tenê tehlîlek e. Îcar zimanê jinê û alavên ku di helbestê de hatine şixulandin em hin mînakan destnîşan bikin: Meqes, ta, derzî, doşek, lihêf, balîf, kiras, qinab, fîstan, kêl, dergûş, şûjin, benik, boxçik, mînder, şelte, derzîdang û pîne hwd. Esil van bêjeyan folklorê jî tîne bîra mirov. Welhasil hinekî qod û mifteya helbestên me di van bêjeyan de weşartî ne. Bi gotinên jinan û bi bêjeyên herî zêde jin dişixulîne helbest hatine nivîsandin. Dema ku em bala xwe didin van bêjeyan em fêm dikin ku jin kedkar in, bêjeyên ku herî zêde ked û zahmetî di jiyane rojane de jin pê re mijûl e hatiye bikaranîn, yanê esil helbestvana me kar û barê jinê, karkerbûna jinê, nerazîbûna xwe, gilî û gazinê xwe jî di bin kirasê van bêjeyan de diltengiya xwe destnîşanî me dike. Taliya talî mijara helbestên Gulîzerê femînîzm, zayendî û xweseriya jinê ne. Bi kurtasî li xwegerîna gera rih û hiş e, bixwehesandina jinê ye. Helbestên me gilî û gazinên çima jin nikarin bi xwe bihesin û li ser lingên xwe bisekine...
Helbestên "Sindoqa Dirûnê"a helbestvan Gulîzer ji sê beşan pêk tê, di hemû beşan de rih û boxçika hişê jinê hatiye hûnandin. Xweserbûn û taybetmendiya rihê jinê hatiye ravekirin. Jin divê çi be? Rola jinê çi ye di heyatê de? Çima jin li xwe mikur nayê, çima jin nikarin li ser lingên xwe û bi hişekî azad tev bilive? Çima ne azad in, welew çima xwe azad nakin? Ma hin tişt û heta pir tişt ne di destê mirovî de ye gelo? Wê çaxê çima jin ne xweser û azad in an jî jin xweser û azad in gelo? Gulîzer di helbestên xwe de piranî li ser rewşa jinê û derûniya jinê rawestiyaye. Rola jinê ya ku di nava civakê de çi ye? Divê rola jinê di çi radeyê de be? Jin dikarin çi bikin û nikarin çi nekin? Nivîskara me heman demê de mijara ên din nivîsandiye,  ji ber ku ew xwe wekî ên din dibîne, ji ber ku jinê wekî ên din dibîne. Dema ku em dibêjin dîtir welew ên din em tenê behsa bindestan nakin, ji ber ku jin jî dikarin xwe wekî dîtir bibînin, heman demê de dîtirbûn ji bo mêran jî derbasdar e, herkes dikarin xwe dîtir bibîne. Dîtirbûn, dibe ku para her kesî be. Di helbestên me de nivîskara me jinê wekî ên dîtir dîbîne û dî ye. Loma mijara helbestên me hinekî jî jinên dîtir in. Ne ku jinên qels welew xwekêm dibînin, her dîtirkes ne ên xwekêmdîtinê ne. Helbestên me daxwaziya raperîniyê dikin, daxwaziya xweserbûniyê dike, feqet nivîskara me mîna ku di helbestên xwe de xwekêmdîtbûna jinê li ber çavên me û we raxistiye. Mînak: Ji helbesta " Ji anatomiya jinekê..."
"Parsûyeke xwar e, 
Di vê pergala rast de!
Jin heta ku bi tazîbûna xwe re li hev nekin
Nikarin perdeya li ser rûreşiya jiyanê bişeqitînin"(rp, 43)
Em dibînin ku jin bi xwe re ne lihevhatiye, ango ya di bedena xwe de kêmasiyekê dibîne welew zêdebûnekê dibîne loma bixwe re ne lihevhatiye, heger hîna parsûyeke xwar be wê çaxê hîna nebûye xwe, heyîn û jîndariya xwe pêk neaniye. Nivîskara me hinekî vê rewşê berbiçav dike. Esil nivîskara me dixwaze jin azadiya hebûna xwe û hewldana heyîna jîndarbûna xwe bi dest xîne, divê gerek jin bi her awayî ji xwe hez bike, li ser lingê xwe bisekine, xwe kêm nebîne, li gor dilê xwe bireqise, mîna Emma Goldman, divê serê xwe li hember heqîqetê netewîne. Nivîskara me hinekî digazine, dibê çima jin bi xwe re ne lihevhatiye, welew dixwaze bêje gerek jin bi xwe re lihevhatî be. Hin mînakên din ji helbesta Ji anatomiya jinekê:
"Ji bo êdî hebin
Divê her bi xwe re bin
Her ji xwe re bin
Hinek ser xwe re herin"  (rp, 45) 
Em di van ristan de jî dibînin ku Gulîzer xwestiye, jin êdî bixwe bihesin, li xwe bigerin, xwebin, li ser lingên xwe bin, xwe pêşve bibin û di ser xwe de biherikin. Woolf wiha dibêje: "Ez bi kurtasî û bi gotinên hêsanî bêjim, mirov bibe xwe welew xwebûn ji her tiştî girîngtirîn e. Ji bo ku hûn hin kesan di bin bandora xwe de bihêlin xeyalan çênekin, heke min bizanibûya bi şêwazeke biçoşî bigota min ê bigota. Her tiştî di hundirê xwe de bifikirin."(*) xwebûn girîng e, jixwe hemû gelemşe xwebûn e. Ya duyemîn jì divê mirov ji bo tu kesî xwe neciqîne û xwe nexîne çavan. Çawa ku Gulîzer doza heyîn, hewldana jîndariya xwe, xweserbûn û xwebûna xwe û jinên dinê dike di helbestên xwe de, çawa ku Gulîzer gilî û gazinên xwe tîne ziman Vîrginia Woolf jî heman tiştan dibêje. "Dema ku ez ji we re dibêjim ji xwe re diravan û odeyeke we ya bi serê xwe çêbikin ez dibêjim digel heqîqetê re jî bijîn"(*) Woolf dibêje teqez pereyên we û odeyeke we ya taybet gerek hebe, ji bo ku hûn bikaribin li ser lingên xwe bisekine, helbet divê azadiyeke we ya aborî hebe, aborî tenê alaveke xweserbûnê û xwebûnê ye. Ango dirav di vir de tenê alav e, ne armanc e.  Ode jî di vir de alav e, alava lixwegerînê ye, alava xwebûn û xweseriyê, alava xwedîtinê û xweparastinê ye. Loma jî divê jin bo ku li ser lingê xwe bisekine, gerek dirav û odeyeke wan ya taybet hebe." Heke baweriya mirov bi xwe tune be, em ê bibin wekî zarokên ku di dergûşê de ne"(*) çawa ku di helbestên Gulîzerê de behsa xwekêmdîtin û bi xwenebaweriyê dikir heman demê de Woolfê jî bi vê gotina xwe têgeha xwebawerî destnîşanî me kiriye. Yanê Gulîzerê û Woolfê heman rewş berbiçavkirine. Îcar em fêm dikin ku Gulîzer û Woolf û Emma Goldman heman tiştî li ber çavên me deriyên sindoqên xwe vedikin. Heman mijar di sindoqên wan de hatine hûnandin. Di vê sindoqê de hewldana heyînê û azadiyê heye. Loma jî digazine helbestvana me, esil helbestvana me êşiyaye û piştî vê êşandina xwe, xwe gihîştiye qesra azadiya heyîna xwe, yanê ewil niqrîskên azadiyê, niqrîskên hebûnê û têkoşîna jîndarbûnê kêşandiye paşê xwe gihîştiye azadiya xwe ya rihî ya hebûnê. Hebûn çi ye gelo? Hebûn ne tenê biresereke bêrih e, welew ne tenê kirdeyeke bi rih e. Hebûn ne navdarî û nasîn e, rastiya hebûnê ji navdariyê û ji nasînê wêdetirîn e. Descartes digot, "Difikirim wê çaxê ez heme" Yanê esil di vir de daxwaziyeke heyînî ya fikrî heye, ne ku hebûneke teşeyî, yanê fikirandin, hizir û ramana lêpirsîn û lêkolîna xwe dike Descartes, loma jî xwe digihêjîne Xwedê ango fikir diçe li wir disekine, çi be jî ev hewldan hewldaneke heyînî ye, Woolf, Gulîzer, Sartre û Camûs û hwd esasê hewldana heyîna jîndarî li ser vî esasî ava kirine. Feqet hewldana jinê hinekî cuda ye, ji ber ku jin wekî ên din hatine dîtin, loma jî şerekî heyînî têdikoşînin. Hebûna jinê ne kirdeyeke bûjenî ye, ne alaveke welew biresereke reqlamê ye. Hebûna jinê xweserbûneke taybet e. Helbestvana me xwestiye ku jin ji qada kirdeyeke bûjenî an jî ji biresereke kapîtal derkeve, dixwaze jin têkeve qadeke mirovbûnê û xwebûnê. Ango dibêje jin ne kirdeyeke erotîzmê ye, ne bireserek ku bibe alava kapîtalîzmê, yanê divê jin gerek ji bo reklamên kapîtalîzmê nêyên dîtin. Loma digazine û divê xwe pêş ve bibin. Hûn jî mirov in, hûn ne dîtir in. Di nava civakê de dîtir tên dîyin, ev rastiyeke civakê ye, divê bên şikandin. Heta ku dîtirbûna jinê nêyê şikandin, pêşveçûna jinê  û a civakekê jî dê dijwartir be. Feqet bi gotinên xemilî dîtirbûna jinê nayê şikandin, ango li ser kaxizan dîtirbûn nayê şikandin, bi pratîk û livên rasteqîn û xemilî encax bên şikandin. 
"Pîvana bilindbûna kabikên solên wan
Ji mejiyê wan dest pê dike" ( rp,46)
"Dêbûn kêmbûn e hinek
Çend caran jî xwe zêde bikin
Ewqas kêm dibin" (rp, 47)
Dîsa gazinên helbestvana me xwe dane der, çimkî li gor helbestvana me dêbûn jî pir û pir jinê lawaz dike, ji xwebûnê û hebûnê dûr dixîne, ji ber ku dêbûn zehîfbûnê derdixe holê, ji ber ku jina ku bi zarok ji ber zarokên xwe zehîf dibin, tirsê diwelidîne, cihê ku tirs lê hebe, zehîfbûn jî heye. Zaafa jinê dibin ewladên wan, loma jî digazine. Gazineke din jî solên kabik dirêj û mejiyekî vala, yanê helbestvana me dîsa rexneyekê li jinê dike û gazinê xwe tîne ziman. Taliya talî hemû mijara helbestên me jin in.  Hemû gazinên nivîskara me ji bo jinê ye, divê çima jin ser xwe re narin, çima hulmiska(gurmista) xwe li masê naxin, çima nabêjin em ne kêm in, em ne dîtir in, em hene, em jî jîndar in, divê gerek bêjin em xweser û azad in. Feqet vê xweserbûn û azadbûnê divê bi zanîna xwe, bi hişmendiya xwe, bi têr û tijîbûna xwe gerek destnîşan bike. An na tenekeyên vala dê her daîm dengê zêde û zêdeyî xwe deng derîne. Loma jî mirov parazvanên çi be welew mirov doza çi kir divê mafê wê jî bi her awayî bidê. Nivîskara me di pêşiya gelek helbestên xwe de hin gotinên nivîskarên jin hilbijartiye. Ev in ew nivîskar: Frîda Kahlo, Virginia Woolf, Didem Madak, Tezer Ozlu, Elisabeth Kubler Rossa  û her wiha hin gotinên nivîskarên mêr bikaraniye.  Virginia  Woolf dibêje, "Divê jin bi qasî hêsîrên zarokên Atînayê jî xwedîyê entelektueliyeke azad bin. Wê çaxê ji bo ku jin helbestê binivîse bi qasî serê derziyê jî siûda wan tune bû. Ji ber vê sedemê min girîngiya diravan û odeyeke bi serê xwe derbdanî." Dîsa em dibînin ku Woolf girîngiyê dide sê tiştan, dirav, odeyeke we a bi serê xwe û entelektuelbûn. Jixwe pevgirêdayîne hinekî, ji ber ku bo ku mirov bikaribe li ser lingê raweste pêdiviya wî/ê bi dirav heye, dirav jî akava entelektueliyê ye. Ode jî alava entelektûeliyê ye. Yanê dirav(pere)ji bo jinê û kesên din alavek e, ne armac e, ger bibe armanc jixwe tu entelektuelî û zanist nawelide..." Li tu derê jin li gor kalîteya kirinên karê xwe kiryariyê nabînin, feqet li gor zayendiyê tê dadgeh kirin. Ji ber vê sedemê jin ji bo ku cihekî ji xwe re peyda bike û bo ku mafê hebûna xwe biparêze, hema hema gengaz dimîne ku bedela xwe, bi cazîbeya zayendiya xwe bide"(1) yanê li gor Emma Goldman jin ji mecbûrî bedena xwe bi kartîne, ji mecbûrî fahîşetiyê dike ango ji gengazî xwefiroştinê pêk tîne. Pergal û civak qedr û qîmetê nadin jinê, jin dîtir tên dîyîn, loma jî jin têkoşeriya mafê hebûna xwe dike, an bi xwefiroşiyê an jî bi hêz û şoreşa xwe, talî ji bo ku nêyê eciqandin, ji bo ku dijberî pergal û civakê hebe û jîndar be dijderketineke absurd jî pêk tînin. Li dijber pergalê hemû mafên xwe  diparêze, ji ber ku pergal jinê dixe hemêza neçariyê pergal jinê mîna bûjeneke welew kirdeyeke xwefirotinê dibîne, jin kirdeyeke xwefirotinê ye di çavên pergalê de loma jin dijderketineke bi her awayî li dar dixin. Bi kurtasî ji xêndî mijarên li ser jinê, mijarên li ser zarokatiyê û gelek mijarên din di kirasê helbesta Gulîzer de vehewiyabûn. Feqet piranî mijara helbestên me jin bûn... bi hêviya ku hemû serokwezîrên dewletan bibin jin, bi hêviya ku hemû jin me û welatên me azad  bikin... bi hêviya ku hemû jin bibin xwe û  bi xwebûneke têr û tijî mîna Gulîzer, Woolf, Emma Goldman, Kate Millett, Sylvia, plath, Julia Kristeva û hwd ava bikin...

*) Odeyeke we a bi serê xwe, Virginia Woolf, weşan, îletîşîm, rp 34, 39, 119,119
1) heke ez nereqisim ev şoreş ne şoreşa min e, Emma Goldman, weşan, agora rp, 56

Hin Nivîsen Nivîskar

NEYNIKA BARANÊ Û BAYÊ RUH

  • 20 Berfanbar 2020

Di neynika pirtûka Eyşana Beravî  a bi navê “ Ya Ba Ye Ya Baran e “ de repîna barana hebûna monologan û xwebûnê ye, di vê neynikê de...

Karakterekî post-modern û bêhizûr

  • 02 Sibat 2021

Li gor Bauman modernîzm di bin çavdêriya rasyonalîteyê û zanyariyê de mezin dibe û wekî bi navê “Heyama Teqeziyê” tê binavkirin. Lê li gor...

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • 12 Tebax 2023

“Ji dinyê bêtir “xwe” têk bibin.”DescartesLi gor J.P.Sartre; heyînparêzî di mirov de lê tenê di mirov de, berî kakil tê, yanê ev tê...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Yûsiv û Aykoç beşdarî çalakiyek hunerî dibin

ad

'Pêngav'ê gava xwe ya pêncan avêt!

ad

Festîvala Muzîkê ya Stenbolê dest pê kir

ad

Xelîl Xemgîn ku nifşek bi dengê wî mezin bû vê carê got; AX

ad

Biden bi awayê fermî berendam e

ad

4 pirtûk ji bo xwendinê hatin pêşniyarkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

  • 29 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname