Diyarname
Bill Gates avakarê Microsoftê ye û di heman demê de karsezekî mîlyarder e. Ji ber van taybetiyên wî li dinyayê gelek kes guh didinê.
Gates çendek berê ligel Dekanê Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Stanfordê li ser serdema pandemî, rewşa tenduristiya gel û rewşa piştî pandemiyê sohbetek pêk anî. Gates di vê sohbetê de pêşniyara xwehdina 4 pirtûkan jî kir. Di van pirtûkan de nijadperestî, maf, vîrusa koronayê jî heye. Vane ew çar pirtûk:
- Ten Lessons for a Post-Pandemic World (Piştî Pandemiyê ji bo Dinyayê 10 Ders) / Fareed Zakaria
Fareed Zakaria di CNN Worldwide de pêşkêşvaniyê dike. Di dema demê de qunciknivîskar e. Pirtûk pêşniyarên ji bo piştî serdema pandemiyê têne kirin.
- The Shlendid and The Vile / Erik Larson
Erik Larson rojnameger e, pirtûka wî li ser serdema Churchill e ku navê pirtûkê yê dirêj bi vî rengî ye: "The Splendid and the Vile: A Saga of Churchill, Family, and Defiance During the Blitz" (Bi Heybet û Reben: Di dema Blitz de Churchill Malbata Wî û Berxwedana Destanwarî).
- Breath From Salt / Bijal P.Tirevedi
Pirtûka Bijal P. Tirevedi a bi navê "Breath from Salt: A Deadly Genetic Disease, a New Era in Science, and the Patients and Families Who Changed Medicine Forever" jî ketiye nava pêşniyarên Gates. Tirevedi nivîskarek zanistê ye û ev pirtûk jî li ser şifayê ye loma navê "Breath From Salt" (Nefesa ji Xwê) lê kiriye.
- The New Jim Crow / Michelle Aleksander
Michelle Aleksander ku parêzvana mafên mirovan û pispora hiqûqê ye bi pirtûka xwe "The New Jim Crow" ketiye nava pêşniyara Gates.


