logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  2. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  3. Fîlozof Edgar Morin mir
  4. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket
  5. Peywira Tom Barrack bi dawî bû

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Karakterekî post-modern û bêhizûr

  • Dîrok: 02/02/2021
Li gor Bauman modernîzm di bin çavdêriya rasyonalîteyê û zanyariyê de mezin dibe û wekî bi navê “Heyama Teqeziyê” tê binavkirin. Lê li gor Bauman Post-modernîte berevajî modernîteyê: “Nediyarî, rîsk, taloke û xeteyan nahebîne, pirtir her tiştî hembêz dike, li tiştê teqez û hêviya dîtina formula jiyaneke talî nake berevajî wê li hemû peyman(sozan) şikdar dinêre.” (1) Yanê li gor Baûman modernîzm bêtir teqeziyê, postmodernîzm bêtir fikrên guherbar û guherînê dihebîne. Yanê di modernîteyê de rêgez, zagon û qebûl û qaîde heta radeyekê didomin, lê di postmodernîteyê de li van rêgez, zagon û qaîdeyan erdhej çêdibe û hêdî hêdî jihev dikevin. Yanê postmodernîte mîna lastîkê ye, hemû fikir vediguhezin û vediguherin û divezilin. Navenda modernîtê heye, lê ya modernîteyë bênavend e, çimkî guherbar e. Lê em dikarin bêjin di modernîzm çiqas dijîtî postmodernîteyê be ewqasî jî berdewamiya postmoderniteyê  û dijîtiya wê ye. Yanê em nikarin herdu heyaman bi awayekî teqez ji hevdu veqetîne.... Em werin ser kurtenaveroka romana xwe û em binirxînin û rexne bikin:
Pirtûka Lokman Ayebe a bi navê “Jar Lê Sermest” romaneke trajîk û pirmonolog e, û ji karekterekî post-modern û bêhizûr e, hatiye damezirandin. Di romanê de çar karekterên sereke hene, serleheng ango karekterê herî di pêş û berbiçav Sermest e. Karekterên din jî wiha ne, Dilşêd, Leyla û Rona û Jar e( Li gor romanê Jar Serhed e an jî wiha bi mirov hîskirin dide, mînak in ji romanê: “Îro cîhan ji bo serhat û hevalên wî dizîvire. Roj vê sibehê ji bona Serhêd hilat. Pêr me Jar veşart û em giriyan, îro jî, em ê roja bûyîna te pîroz bikin.”(44) “ Pêr Jar mir, îro em roja bûyîna wî pîroz dikin"  Me got, me pêr Jar veşart, îro Serhad Beg roja bûyîna xwe pîroz dike.”(45) Em dibînin Jar Serhêd dixuye, lê di romanê de pirtir navê Jar tê bikaranîn. Di destpêka romanê de an jî di raboriya Sermest de hezkiriya Sermest Jar e. Heman demê Sermest qesasê Jar e jî. Lê di temamiya romanê de Rona û Sermest, Dilşêd û Leyla hezkiriyên hev in. Di navbera Sermest û Dilşêd de gelek caran nîqaşên derûnî, felsefî û nîqaşên cihê yên li ser heyatê çêdibe. Loma romaneke têrtijî derûnî û felsefîk e. Karekterên me di dema zanîngehê de bi hev re gelek wext bi hevdu re dibihûrîne. Em dikarin bêjin asasê romanê û mijar, vehûnandin û şewaza romanê li ser esasê Karakterên Jar û Sermest hatiye avakirin. Karekterên din ji karakteran zêdetir karekterên alîkar in.
Di romanê de Jar û Sermest bi hevdu re şa dibin, piştî vê şabûnê di serê Sermest de têgehên ehleqê zîl vedidin, li xwe hayê dibe, bi civaka xwe ya feodal dihese û di binê feodailya civakê û ehleqê de dieciqe, di navbera fikrên azad yên postmodern û fikrên civaka bindest a feodal de dieciqe, di binê barê rêgez, qebûlan, qaîdeyan û zagonên heyî yên civakê de hilnayê û dieciqe, yanê nikare barê vê hezkirinê rabigire, talî nikare vî barê giran hibigire û hezkiriyê xwe Jar bi jehra mişkan dikuje û bi destên xwe jî difetisîne. Yanê qesasê Jar Sermest bixwe ye. Helbet di destpêka romanê de em vêya fêmnakim. Paşê em têdigihêjin kujer Sermest e. Piştî kujerbûnê jiyana Sermest li bin guhê hevdu dikeve, sermest vedigubeze karekterekî hedimî û xirxoteyî, jihevdeketî û melankolîk. Mînak: “ Nizanîbûn çawa di tavilê de du kesê mêr tazî ketibûn pêxîla hev. Sermêst piştî ku bi ser hişê xwe de hatibû poşmanî kişandibû. Lê Jar, ne wekî wî poşman bû. Digot: “ Min ne bi serxweşiyê, bi hiş û bi dil kir.” Sermest jî ket nav paradoksa homoseksuweliyî û heteroseksuweliyê. Şerm û fediya vê û ji aliyê din jî hezkirina wî ya veşartî ya li hemberî Jêr barê wî girantir dikir. Vî barî ew xiste hundirê gerînekekê û ji riya xilasiya vê gerînekê jî li gor wî hew mirin bû. Lê mirina wî ew ji nav vê paradoks û gerînekê dernexist, li dijî wê zîvirandina wî ya gerînekê zêdetir kir. Ew qas plana xwe baş bi cih anî ku; tukes ji xwekujtina Jêr neketibû gumanê. Wî jî xwe bi bawerkirin da ku; ne wî, Jar xwe kuştiye.”(100)
Em dibînin Sermest qesas e û heman demê de di jiyana wî de guhertineke bêhempa li dar dikeve, derûniya wî dihedime, vediguheze paradoksekî û mejiyê wî bûye wekî pelîseya odeyekê. Li gor naveroka romanê tim xwestekek Jar hebû, ew jî li dijber gelek temaşevanan xwekujî bû, lê ev daxwaziya wî, xwesteka wî bi cî nehat, lê Sermest vê xwesteka wî bi cî anî, li sehneyeke konsertekê li pêş gelek temaşevanan Sermest kula dilê Jar pêk anî û guleyek di cênîka xwe de teqand. Yanê em dikarin bêjin kurtenaveroka romanê wiha bû û roman wiha jî qrdiya. Piştî vê kurtenirxandin û kurterexneyê îcar em li gelemperiya romanê binêrin. Sermest karakterekî di navbera modernîteyê û postmodernîteyê de hatiye asêkirin. Lê bêtir karakterekî postmodern e, çimkî humika xwe li masa modernîzmê û teqeziyê xistiye û gotiye hertişt mumkun e ku biguhere û veguhere loma karakterekî postmodern e. Lê Jar ji Sermest postmoderntir e, çimkî Jar li gor dilê xwe bi Sermest re şa bû, poşmaniya xwe jî neanî ziman. Lê Sermest ne wiha ye, serê wî tevlîhev dibe. Karakterekî bêbiryar e. Heman demê karekterekî pirmonolog û pirvebêje, her wekîn din karekterekî çavdêrîn e, yanê carinan di dewsa kesê sêyem dinêre û çîrokê ji me re rave dike û vedibêje, carinan kesê yekemîn e û di derbinhişiya xwe ji me re vidiçirîne, lê her carê bi şêwazên cihê vedibêje. Heman demê karekterekî aforîzmatîk, derûnîk û felsefîk e. Karekterekî pirhêl û dewlemend e. Lê em dikarin bêjin karekterekî bêtir derûnîk e. Yanê derûniya karakter veguheziye xibeyekî jihevdeketî, ji her tiştî biyan bûye, di jiyaneke xeyalîn û efsûn de dijî, di jiyana rastîn de êdî tenê amûreke, alaveke ú biresereke pûç e.  Karekterên wiha piraniya wan bêhizûr in û karekterên post-modern in. Em dikarin bêjin nivîskar di bin tesîra karekterê Kafka Gregor Samsa, karekterê romana Notên Binerd ya Dostoyevskî û hinekî jî tesîra pirtûka Sadiq hîdayetî a bi navê Bûmê Kor û Şatoya Kafka de maye. Di karekterê Bûmê Kor de melankoliya ruh û hiş serdest e, di Şatoya Kafka de têgeha tirsê serdest e, di Guherîna-dagerîna Kafka de guherîna ruh-hiş serdest e û di Notên Binerd a Dostoyevskî de guherîn û veguherîna ruh-hiş û melankolî serdest e.
Di van romanan de karekterên sereke piranî dîtir in, çimkî karakterên wiha dîtirên civaka xwe ye, ji ber ku qebúl û rêgezên wan qebûl nakin loma li dijber civaka xwe vediguhezin dîtiran. Civak jî bi çavên dîtir li van kesan-karakteran dinêrin loma em dikarin bêjin hema hema di pirtûka nivîskar Lokman Ayebe de jî heman sêwirandin, şêwaz, vehûnandin serdest e û di van romanan de piranî karekterên sereke ji deredora xwe re biyan in. Çimkî di van nivîskaran de karakter û mijar û şêwaz piranî modern e û ji her tiştî biyan in û mîna objeyan disekine li dijber jiyana rastîn, karekterê wan di hundir serê xwe de dijî bi xelaan radibe û rûdinên, jiyana rastîn tenê bireseke. Loma jî îhtîmaleke mezin nivîskar di bin bandora van nivîskar û yên di vê şêwazê de dinivîsîne de maye. Lê helbet çiqas di şêwaza wan de nivîsî be helbet xweseriyeke nivîskar û şêwaz û vehûnandineke nivîskar jî heye. Ya herî balkêş di romanê de helbet xwekujtin, kujerî û homoseksualîte û heteroseksûalîte ne, heke di romanê de dîmenê homoseksûalîte û heteroseksûalîteyî bûbe mijar divê ev mijar bi çavên psîkoanalîtîk û psîkodînamîk û psîkososyaltîk bên lênerîn. Çimkî di civakên bindest de gengaze her cure zayendî hebe, çimkî civakên bindest piranî gelek hêlên wan kêm in, tim li pê wê hêla xwe ya kêm dikevin û piranî jî ji hêla zayendiyê ve netêr û çavbirçî û çavparsek in. Loma jî zayendiyên wiha psîşîk û patolojîk dertên holê. Helbet mijara zayendiyê mijareke girîng e, çimkî bi tenê bindestiyê ve negirêdayîye, berî hertiştî bi malbatê û bi perwerdiyê ve girêdayî ye. Heke malbat bêperwerde be û malbateke qelebalix be, îhtîmal e ku ji hêla perwerdeyiya zayendiyê û yên din netêrbûyî be loma jî seqetî ji vir ve destpê dike, helbet homoseksualîte û heteroseksulatî tiştekî normal e an jî dibe ku qinê zayendiya wî/wê kesî wiha be. Yanê tiştekî pir asayî ye, lê di civakên girtî û feodal de mirov nikare vê rastiyê rehetî bijîn. Yanê nivîskar xwestiya ehleqê, androjeniyê, homoyê û heteroyê li ber çavên me raxîne. Xwestiye vê rastiyê destnîşanî civakê bike. Lê belê di binê vî barê zayendiyê û ehleqê de lingê karakterê me ditewe. Asas ne tewandine, çimkî serî li hember qaîdeyên, rêgezên û qebûlên civakê radike û diçe bi Jar re têkiliyeke zayendî datîne. Loma asas Sermest li hember civakê serhêldêriyê pêk tîne û li hember temaşevanên konserê guleyekê di cênîka xwe de diteqîne. Asas ji bo guhertina civakekê, pergalekê gav û pêngavên wiha gelekî girîng e, loma di vir de Sermest ji karakterbûnê veguheziye serlehengekî, di vir de epîkeke trajîk li dar xistiye.  Di pergal, civakên feodal, serhişk û civakhişk û pergalhişk de pêngav û serhêldêriyën wiha gengaz e. Loma jî nivîskar xwestiye ehleqa rûniştiye û qebûlbûyî ji holê rake bi saya karekterên xwe. Nivîskar neynika ehleq û civakê li ber cavên me raxistiye. Asas karakterên me Sermest him karekterekî xurt e û him jî zehîf e. Karakterekî analîzvan e jî, çimkî di gelek nîqaşên xwebixwe û bi Dilşêd re tim analîz û tespîtên xwe yên watedar datanî. Lê ji hêla derûnî ve karekterekî têkçûyî bû, lê tim di lêgerînekê de ye. Jixwe di vê lêgerîna xwe de xwe gihiştiye encama xwekujiyê. Jar pir dixwest xwe li hember gelek kesan bikuje, heta gelek lêkolînan dike bo ku xwe bikuje, diçe li ser nivîskarên xwekuj lêkolînan dike. Lê belê Sermest vê xwesteka wî di qirika wî dihêle, lê dîsa jî Sermest bi xwekujiya xwe vê daxwaziya hevalê xwe, hezkiriyê xwe pêk tîne û xwe li hember gelek kesan dikuje, xwekujiya karakter di vir de ne zehîfbûn e beravajî xwekujtina karakter di vir xurt e çimkî bêtir xwestiye bextê civakekê an jî pergalekê biguherîn e. Loma jî şêwaza xwekujtinê, armanca xwekijtinê di metnekê de girîng e. Yanê xwekujtin divê tiştan watedar bike an jî bextê tiştan biguherîn e. Yanê xwekujtina hewante û vala helbet ti qîmet û nirxa wê tuneye. Taliya talî mijar, ehleq, zayendî, civak û pergal hwd ne. Her wiha di romanê de behsa gelek navdaran û gotinên wan kiribû, hinek jê wiha ne:”  Feylesofê Alman Nietzsche, Charle Chaplin, Mayêkovsky Hemingwêy Wan Gogh, Sylvia Plath, Seneca, Marx, Îbnî Ruşt, Pascal, Vivaldî, Bach û hwd “ Taliya talî şêwaz post-modern e. Karakter post-modern e. Zeman post-modern e. Çimkî zeman geh rastîn e û geh xeyalî û guherbar e. Mekan guherbar e loma jî postmodern e. Yanê ji herhêlê ve guherîn û dagerîn heye loma romaneke nûjen û postmodern e.  Mekan û zeman di karakter de carinan di hundirê hiş de diqewime, carinan di jiyana rastîn diqewime û guherbar e, yanê mekanên me carinan odeya serê karakter e, carinan mekanên rastîn e. Loma jî ji hêla mekan jî nûjen û postmodern e. Ji herhêlê ve romaneke herikbar, baldar û bi tehm e....
1)Modernîte, Postmodernite û Bauman, Mehmet E. Şîmşek, Belge, rp-161

Hin Nivîsen Nivîskar

ÇAVDÊRIYÊN QEYDKIRÎ

  • 24 Rêbendan 2019

“Ji bo ku mirov êşê fêm bike, divê berê mirov bi xwe êşiyayî be, an na bêwate ye”“Êşâ kesê dinê rasterast û bi teqezî em...

HELBESTÊN EKSPRESYONÎSTÎK

  • 11 Adar 2019

Piraniya helbestên helbestvana me ji hest û helbestên tîr, tûj û no diwelidin ango helbestên me hinekî ji hestên ne-seqakirî afirîne. Îcar ez ê...

Romana nûjen an jî kevneşopîn?

  • 01 Sibat 2023

“Ehleq, kevneşopîn û feodalîzm qijnikên civak û malbatan e. “Romana Gula Almastê a bi navê “Xeleka Xeyalên Bê Ezman” de mijar piranî...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Çend gotinên ji mecbûrî: Em çima bibin alî?

ad

Di 5 pirsan de Mîrîtiya Erdelan

ad

Wêneyek ji Almanyayê

ad

Bavê Alan: Min xwest zarokên xwe xilas bikim lê min nekarî

ad

Gûzeka Zêrîn li benda fîlman e

ad

Hevserokên BDP'ê û Serokomarê Tirkiyeyê hatin ba hev

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026
news

Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

  • 29 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname