Diyarname
Du kovaran wêneyên cêwiyên Angelina Jolie û Brad Pitt ku di 13'ê tîrmehê de hatibûn dinê weşandin.
Yekem car wêneyên cêwiyên Jolie û Pitt ji aliyê du kovaran ve, ji aliyê Hello! û People ve hatin weşandin. Di wêneyê cêwiyên bi navê Vivienne û Knoks de Jolie û Pitt jî hene. Hate gotin ku ji bo wêneyan 14 mîlyon dolar hatiye girtin.
Wêneyê ku heta niha yê herî buha yê pitikan e hate weşandin û di wêneyê de zarok radizên, kêfa Pitt û Jolie jî di cih de ye.
Heta niha wan bi navê Maddoks (7), Paks Thien ( 4), Zahara (3) sê zarok wekî weled girtibûn cem xwe û yekem zoraka wan a rastîn di sala 2006'an de hatibû dinê û navê Shiloh lê kiribûn. Bi van cêwiyan re 6 zarokên wan çêbûn.
Kovara People ku her wêneyên zarokan navdar diweşîne, wêneyê Shilohê jî yekem can wê weşandibû.
Ji malperên People û Hello! hatiye girtin