Amed
Ji 19 rêveberên DTP'ê ku hatibûn binçavkirin 10 jê hatin tewqîfkirin û yên din serbest hatin berdan.
Li Amed, Şirnex, Mêrdîn û Wanê bi îdîaya ku di nav "Meclisa KCK'ê ya Tirkiyeyê" de cih girtine 11'yê mehê polîsan 19 DTP'yî ku di nav de şaredarên kurd ên berê jî hebûn girtin bin çavan. Ew îro derxistin dadgehê.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê 9 kes serbest berdan û 10 kes jî tewqîf kirin û ew şandin Girtîgeha Amede ya Tîpa D.
Kesên ku hatin tewqîfkirin ev in:
Serokê Meclisa Giştî ya Amedê yê DTP'yî Şehmus Bayhan, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Huseyin Bayrak, Cîgirê Şaredara Baglarê Haci Erdemir, Cîgirê Şaredarê Kayapinarê Sebahattin Dinç, Serokê DTP'a Bismilê yê berê Galip Kandemir, xebatkarê DTP'ê Hasan Huseyin Ebem, Şaredarê Şirnexê yê berê Ahmet Ertak, endamê Komîsyona Rêveberiyên Herêmî yê DTP'ê Kerem Duruk, endamê Kongreya Civakî ya Demokratîk Alaaddin Aktaş û Mehmet Tari.