Bilindkirina daxwaza, bi zimanê xwe jiyana xwe di hemî qadan de tayînkirinê, nîşaneya herî şênber, herî bi hêz a hişmendiya netewebûnê ye û ev daxwaz ji devê Ahmet Turk wekî daxwazek mileta kurd li Meclisa Tirkiyeyê der çû.
Ev daxwaz, yek ji mafê sereke yê mirov û demokrasiyê ye. Mafê tu kesî, tu hêzî nîn e ku li pêşiya vê daxwazê bibe asteng.
Qedexekirin, tengkirina qada jiyanê ya li zimanê miletekî asta herî bilind a faşîzmê ye (Dibe ku mantiqê faşîzmê jî vê pêkanînê faşîzan bibîne û rê li ber pêkanînê wiha bigre!)
Di rewşa îroyîn de ne pêkan e ku kurd vê qedexeya li ser zimanê kurdî bipejirîne. Di qedexekirinê de israr, dê bi xwe re ''jihevqutbûn''ê bîne. Sîgorteya ''bihevrejiyan''ê di hemî qadên jiyanê de serbestiya zimanê kurdî ye.
Kurd, êdî bi şekirên lolîpop û qulqulî nikarin bên xapandin. Wekî pêşiyan gotiye; "Ew war e lê ne ew bihar .e"
Ev deh sal in kurd 'bihevrejiyan'ê pêkan dibînin. "Birakên me" jî ev çend sal in behsa 'bihevrejiyan'ê dikin. Ger her du alî "bihevrejiyan"ê dipejirînin, wê çaxê şertên "bihevrejiyan"ê jî divê pêk bînin.
Aliyê kurd diyar dike ku ew dê li pêşiya "bihevrejiyan"ê nebin asteng û çi ji destê wan bê dê bikin.
Aliyê tirk gelo şertê "bihevrejiyan"ê çiqasî pêk tînin?
Ji bo "bihevrejiyan" pêk bê, divê di navbera her du "alî"yan de wekheviyek şênber hebe. Wekheviya teorîk êdî "zikê kurd têr nake."
Berî her tiştî, divê "aliyê serdest", kurdan wekî "aliyek civakî" bibîne û di warê bikaranîna derfetên pêşvebirina nirxên neteweyî de, wekheviyek şênber di navbera her du aliyan de ava bike.
Heke em "bira" bin, divê di parvekirina "mîras"ê de wekî hev bin.
Rast e; di "tekoşîna îstîklal"ê de me mil da hev û li hemberî "emperyalîst"an şer kir. Lê ev "bihevrebûn" ne ji bo avakirina "komara tirk" bû. Ji bo avakirina "komara tirk û kurd" bû.
Loma kurdan di "şerê îstîklal"ê de li Çanakkaleyê "şehîd" bûn û bi "dijmin" re nebûne heval.
Çi dema ku kurdan fêm kir ku ev komar ne "komara tirk û kurd" e, bi tenê "komara tirk" e û zimanê wê bi tenê bi tirkî ye, fêm kirin ku hatine bikaranîn û berteka xwe jî bi serhildanan nîşan dan (Koçgirî - 1921, Bêtuşebab (1924), Şêx Seîd (1925)). Kurd heta dawiya "şerê îstîklalê" jî li ser soza xwe sekinîn. Di vir de yê ku hevpeyman xera kir, ê ku li ser soza xwe ne sekinîbû, nê aliyê kurd ê tirk bû. Ji bo vê jî ji destpêka avakirina "komara tirk" hetanî niha, "bihevrejiyan"a kurd û tirk bi darê zorê ye.
Lê îro ne pêkan e ku tirk bi darê zorê bikaribin vê "bihevrejiyan"ê bimeşînin.
Da ku ev "bihevrejiyan" pêk bê, divê tirk xeletiya xwe ya dîrokî fêm bikin û bi lêborînxwestinekê dest bi avakirina pêvajoya "bihevrejiyan"ê bikin.
Sîgorteya herî bi bandor, bi sêhr a "bihevrejiyan"ê dê bi naskirina zimanê kurdî ya zagonî pêk bê. Kengî ku kurd di hemî qadên sivîl û fermî de bikaribin bi zimanê xwe xwe bi rê ve bibin dê wî çaxî "bihevrejiyan" pêkan be.
Nedîtina vê diyardeyê dê baweriya kurd a li "bihevrejiyan"ê qels bike û tune bike.


