logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Arjen Arî / Agirdank

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank

Şi’ir, şa’ir û ax

  • Dîrok: 14/11/2009

Yên ku xwe berdabin nava helbasta Cegerxwîn dê bibîn ku Seyda ji kîsî xwe navekî li helbestê dike: Xweşxwan!
Dema ku li peyva ‘xweşxwan’ rast hatim, piştî ponijîn û têramîneke kurt, gihîştim vê encamê: Seyda mafdar bû, helbest; bi xweşxwendinê re xweşpeşkêşkirin bû!
Digel vê rastiyê, bi qenaeta min helbesta kilasîk ne tê de; dengê helbesta her helbestkarî dengê  kêlîka bêdeng a di destpêk û serencama helbestnivîsînê de ye...
Ev deng bi qasî ku dengekî xweser e; ne guherbar e jî!
Ji vê teqeziyê, serbixwe yan jî bi kêş, her helbest xwedî newayeke cuda, vebirîn û derbirîneke cuda, deng û sewt û rîtmeke cuda ye.
Ev teqezî- an jî hişkebinavkirin- nayê wateya ku her xwendevan bi dengê bilind an jî di ber xwe de bi nehwirînî helbestê bi xwendineke din, bi şêweyeke din nikare bixwînê.
Di vê biwarê de piştî seremcameke dûdirêj; xwendinên min, guhdarî û guhdêriya li xwendina helbesta helbestkaran, û xwendinên teatrel gihîştim vê biryarê: Sê cure xwendinên helbestê hene:
1. Xwendina helbestkar a hemanreng û hemandeng û hemanaheng.
2. Xwendinên xwendevan ên cuda cuda û guherbar.
3. Xwendinên teatrel ango rîtuel…
Helbestên helbesta klasîk: gazel, qesîde, çarînbend… şik û gûman nîn e; li gel forma xwe ya parastî/hatî parastin bi şêweyeke teqez, şîroveyeke hemannewa hatine/têne xwendin!
Çawa dema ku em helbestekê bixwînin û navê helbestkar di bînê helbestê de nebînin jî em dikarin bibêjin ev helbest helbesta filan helbestkariye; helbest bi dengê helbestkarê xwe jî xwe bi me dide nasandin!
Ev xwenasandin ango bi xwe hesandin, ji helbesta kilasîk bêhtir taybetiyeke helbesta xweser î nûjen e.
Dîsa jî; wekî têbiniyeke kiçik em dikarin bibêjin, gazela kurdî bi newayê/miqamê xwe nezî gazela farisî bê xwendin jî; bi xwendina bi salan re qesîdeya kurdî di medreseyên Kurdistanê de meqamekî xweser a xwe peyda kiriye. Ev meqam ango şêwexwendin di bin karteka mîstik a olî de be bixuye jî, rengê wê yê kurdewar ê bi salan himmandî; di  medreseyan de bi lêvandina feqiyan, li der bi xweşxwendin û xweşbilandina derwêşên ku magî/magu/melayên zerdeştî tînin bîra meriv… û rîtma erbaneyê re bûye/dibe sedemê ji xwe ve çûn û bi cizb û surrketina bawermendên zarkurdî/kurmancî!
Jixwe heta serdemeke demên kevn, di rîtûelên civakî û ayînê de- îro jî di zikr û ayînên terîqetan de- erkeke sereke li peyv û rist û newaya helbestê hatiye barkirin!
Xwendina metnên olî jî -li tevî bangdanê, xwendina Qûranê…û hwd.-vê paşiyê bi melodiya meqamên muzîkê kirasîkî surrî û dilvegêr li wan hatiye fesilandin!
Li hêla din; gava ku em li dengvedan û newaya stranên gelerî dimeyzênin, em bi ser ve dibin û dibînin ku her stran li gorî cih, karê ku hatiye/têtê kirin, arezû û mebestên peyama ku dihewîne û dixwaze ragihîne teşe girtiye.
Di vê navberê de divê em ji bîr nekin, ku siruşt ango der û dor jî di vê teşegirtinê de xwedî kartek e.
Bi taybetî li erdnîgariyên ku demeke dirêj êş û azar kêşane ev rewş eşkeretir û diyartir e…
Wekî gelek rexên dinyayê Afrîkaya reşikan jî yek ji wan axan e, ku wekî ax, mîna sirûşt, nola qewm yek ji wan qetebejahiyên bextreş û çarereş e.*
Ji salên beriya 80’yî ristên helbestkarê ku niha navê wî nayê bîra min; kiribû ku welatê min, bindestiya min, çarenûsa min a nêzî çarenûsa wî bikeve bîra min:

Hatin…
Di destên wan de Încîl hebû
Di destên min de axa min!
Hatin…
Min Încîl ji destên wan wergirt wan axa min…
Paşê Încîl bû ya wan, bi ser de axa min!

Hûn dênê xwe bidinê, şair li hemû erdnîgariyan bi her peyvê, bi her ristê, bi her helbestê bûye/dibe ‘nahtorê’ bax û  axa xwe.
Ma ne, Cegerxwîn e, gotiye: Min ji nav baxê cîhanê bax û bostan’ im bes e!
‘Bax û bostan’ yê meriv be, têrî meriv dike!
Lê belê, ku dagirker hê jî wekî dizên mirovşelên di nava bax û bostan, newal û çiyan, gund û bajaran de bi ‘çirrê û çavgirtînkê’ bileyizin?
Wê gavê; wekî her şa’irê li vir û wirê dinyayê şairê kurd jî dê biqîre: Rahijin teşken xwe…û biqeşitin ji ser axa min…
Lê ew kerem nakin û naçin!
Naçin; heta ku bi rewt û daran hinek nedin pey wan!*

*ez ê bi nivîseke din vê mijarê hebekî din tevbidim
*Ev nivîs di malpare Azadiya Welat de hatiye weşandin
12/11/09


arjenari99@yahoo.com

 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji kişweran payîz e niha!*

  • 02 Rêbendan 2009

 bo wê yekê…sal him bi him zeman pîr dikin.heyv li  kevan e geh, geh roj li avabi kêlî û saet, bi roj û şev, bi av û hewadem kal, ez pîrekal, zeman...

Ev derî deriyeke ku bi sê mifteyan vedibe

  • 05 Pûşper 2008

  Arjen Arî vê carê bersiva pirsên Diyarnameyê dide. Û qala windabûna dosyayên xwe dike, qala helbestvaniya xwedike.Xwendevanên Diyarnameyê her hefte...

Vaqayîname*

  • 25 Tîrmeh 2009

Bi pêşketina alavên ragihandinê; enternet, ename, peyamên telefonên destan re nameyên ku bîhna hibrê li tevî dilsoziya yê şandî re jê difûriya, hima...

Hemû Nivîsen Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Maradona rakirin nexweşxaneyê

ad

Helbestvan û lîstikvan Selamo hat berdan

ad

300 rewşenbîrî ji bo girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan da dest pêkirin

ad

Dadgehê kurdî li malê hat hepiskirin!

ad

Du pêşbazî li benda berheman in

ad

Serokê YSK'ê li ser hilbijartina Stenbolê axivî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname