Diyarname
Van rojan du pêşbazî hatin dest pê kirin û li benda berheman in. Yek jê Pêşbaziya Helbestê, yek jî Pêşbaziya Çîrokê ye.
PÊŞBAZIYA HELBESTÊ
Pêşbaziya Helbestê ji aliyê Egîtîm-Sena Batmanê ve tê lidar xistin. Zimanê pêşbaziyê kurdî ye. Yên bixwazin heta 27'ê vê mehê dikarin berhemên xwe bişînin. Roja 15'ê gulana 2024'an wê encamên pêşbaziyê bêne eşkere kirin.
Ji bo têkilî: batman@egitimsen.org.tr
PÊŞBAZIYA ÇÎROKAN
Pêşbaziya din jî Pêşbaziya Çîrokan Huseyîn Denîz e. Pêşbaziya ku yekem^ni car li dar dikeve, Egîtîm-Sena Rihayê wê organîze dike. Zimanê pêşbaziyê kurdî (kurmancî - zazakî) ye. Yên bixwazin heta 10'ê gulana 2024'an dikari berhemên xwe bişînin.
Di vê pêşbaziyê de çîroka yekemîn bi 5 hezar, duyemîn bi 3 hezar û sêyemîn bi 2 hezar TL'yî dê bê xelatkirin.
Juriya vê pêşbaziyê ji Ozlem Ateş, Ronya Bewran, A. Haşim Yetim, Mehmet Yildiz û Hadi Altundag pêk tê.
Ji bo têkilî:
urfaegitimsen@hotmail.com
0505 530 6785