Ez bawerim sala 1991’ê bû. Ez bi mêvanî hatibûm Îzmîrê. Wext wexta fûara pirtûkan bû. Li wir, li ser maseyekê Asim Bezîrcî rûniştibû. Min berî wê çaxê nivîsên wî xwendibûn. Min pirtûkek wî kirî û bi wî da îmzekirin. Bi dû re min pirsek di der barê qewimînên li Rûsyayê ji wî kir.
Hinek fikirî.
Bi dû re wisa got: “Ne gunehê pergalê bû; erebe û şofêr bifikire, ger şofêr ne şofêr be wê erebe biqulibe.”
Baş bi bîra min tê, dilê min bi cî nehatibû, ez bi tenê keniyam wê kêliyê. Bi dû re min di derbarê nivîskariya wî de pirs ji wî kirin. Gazin ji rewşa aborî kir: “Rastiya jiyana me ye, em neçar in ji bo aboriya xwe jî bixebitin, li hêlek nivîskarî li alî din rewşa aborî!”
Di 2’yê tîrmehê de li Sêwazê bi tevî wî 37 kes hatin şewitandin. Gotin hatin şewitandin, deng hatin şewitandin. Ez bi mereq im bê kesên bêhna goştê însan bi ser wan ket bi çi halî û bi çi wîjdanî mihesebeya jiyanê dikin!
Li vî welatî carinan halê ew ev hal e, hûn hew dest didin ber rû û difikirin, belkî nafikirin jî hew bi wî halî bi kûr de diçin…


