logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

H. Kovan Baqî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî

Eşqa edebiyatê yan edebiyata eşqê

  • Dîrok: 26/01/2025

Ji bo xwendinê:

 

În - “Kesê dinivîsîne ji nivîsê sirgûn bûye: Cihê nikare lê bibe pêxember ew der e.” (Maurice Blanchot)

Bala min dikeve qedeha Blanchot, Nivîsa Felaketê ew jî wekî maseya min vala kiriye. Dibêjim, “Şeraba te jî tîpek li ser lêva te ya jêr nivîsiye û ji nivîsê sirgûn bûye, wekî zeman û wan kitêbên wextekê ser maseya min ji xwe re kiribûn niştiman.”
Dikene. Kenê wî xweş e, dest û awirên wî jî serxweş. Destê xwe yê vala dirêjî min dike û bi kubarî dibêje, “Ji kerema xwe re vê qedeha min dîsa dagire, Baqî sakî.”
Qedeha wî tijî şerab dikim û destê wî yê serxweş dibim datînim ser qedehê, “Kerem ke Blanchot!”
Destê wî qedeha tijî nabîne, devê wî dadikeve û dikeve destê wî ya vala. Serê xwe radike û metna rûyê min dixwîne; devê wî ziwa dibe, çavên wî jî şil. Radibe ser xwe, xwekuştina Hîtler ji nava tilîkên wî diweşe – hew gunehên Fransa dimînin di bêrîkên wî de. Pirr Frensî dimînim ji hal û hewalê wî re.
Octavio Pazz ji seyr û sefera heterotopîaya helbestan tê, Lîr û Yayê datîne ser sînga kitêba xwe, qurtek şerab ji qedeha Blanchot vedixwe, absurdiya berdûş û şerabvexwurên hemû kolanên kaînatê bexşî min û Blanchot dike.
Blanchot li pişt xwe dizîvire, bi serxweşiyeke jibîrkirî li serxweşiya Paz dinêre, “Aha, tu şairê ji sînorê zimanê xwe bihurî yî.”
Pazz dibe penaberê zimên û bi zimanekî penaber dibêje, “Şiîr şalek e û tunebûna min dinixumîne.” 
Tillîka eşhedê ya Blanchot bilind dibe, ji destê kalikê kalikê min bêhtir diricife li ser gopalê lêvên wî û dibêje, “Hişşş, heke tu li çaxa xwe guhdar bikî, tu yê fêr bibî bê çawa bi dengekî nizim ji te re dibêje, li ser navê min neaxive, lê ji dêvla min bêdeng be.” 
Xewa min tê, Blanchot û Paz diçin di nava kitêbên xwe de radizên, maseya min dibe Razangeha Gerdûnî.
Dinya di hişê min de ketsye xew, hew tilîkên min şiyar mane bo vê nivîsê biqedînin.
Ji bo gotinên min wekî ciwaniyê di kaxiza zemên de kevin nebin û nebin pîrbûneke berî daye mirinê, diçirînin zikê heqîqetê û firar dikin jê. Êdî çeqmakê heyînê kaxizê bişewitîne jî, zirxê ji heyînê wê de nahêle gotin bişewitin.

Eşq: Helbesta min a li lênivîska ezmên nivîsî. 

Cixara dawî di nava lêvên min de serxweş dikeve, gotinên bengî û serserî ji devê tillîkên min dirijin: Ez dibim nebûneke nemir û gotinên min dibin mircanên bi tayên porrê îlahekê ve darvekirî. Devê heqîqet û heyînê dibe birçîbûneke heyirî. Zeman dibe çavekî vekirî li ser rêya eşqa ji jiyanê berfirehtir û ji ebediyetê wêdetir.
Eşqa edebiyatê ye ev, yan edebiyata eşqê…
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Çîrokên şikestî

  • 01 Pûşper 2026

  Zêrr zerbûna xwe biriye ji xwe re, çiyayê qaf kiriye mala xwe   Zer bûye çîroka însên a ji kitêba xwe weşiyayî ba nikare wê hilkişîne wir perikên Sîmir weşiyane ji bazikên...

Çîrokên zindî ji trênê dadikevin

  • 20 Adar 2024

Ji bo bîranîna Wolfgang Borchert Sêşem- Dûrbûn navê welatê min e. Li welatê xwe, ez û dînozor di rojeke şîn de ji malzaroka axa welatê xwe...

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • 16 Tîrmeh 2026

Ji bo guhdarîkirinê:     nefesa zemên e ziman heger nefes biçike  çîrok ê bibe welatekî bê însan û nivîskar ê bibe kitêbeke bêçîrok Gotinên bêmal ji peyarêyan û banqên parkan re dibêjin,...

Hemû Nivîsen H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî kî ye?

H. Kovan Baqî di sala 1972’yan de li Herêmya ya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Herêmya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Baqî ji sala 2004'an ve li Îzmîrê dijî, ligel karê nivîskariyê, karê edîtorî û redaksiyonê jî dike. 
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine:
- Çîroka Çîrokan / Çîrok / 2004 / Weşanên Bajar
- Bêexlaq / Çîrok / 2012/ Weşanên Na
- Heteroglossîa / Roman / 2014 / Weşanên Ronahî
- Aporîa / Roman / 2015 / Weşanên Na
- Dîfferance / Roman / 2016 / Weşanên Na
- Sî'bera Zeyno / Roman / 2017/ Weşanên J&J
- Kî / Roman / 2019/ Weşanên J&J
- Orok / Roman / 2020/ Weşanên Lîs
- Olmeyi Beceremeyen Hiç / Roman / 2018 / Weşanên J&J
- Torosa Spî / Çîrok/ 2024 / Weşanên J&J

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Festîvala Muzîkê ya Stenbolê dest pê kir

ad

"Bêdeng" li Cannesê derket pêşberî juriyê

ad

Li Rojava Cejna Zimanê Kurdî çawa hat pîrozkirin? (Va ne agahiyên ji gelek bajaran)

ad

Tîryakî: Ji 1000'î zêdetir sindoqan de agahî şaş hatine nivîsîn

ad

Weqfa Tahir Elçî li Londonê hat avakirin

ad

Ji parlementerên Ewropî bo Sûrê banga lezgînî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname