Qonaxa dest danîna ser mala Z:
Nayê bîra min, nizam kê gotiye: “Heke civakek-netewek ji dagirkirinê re ne amade-guncav be bi hêsayî nikare were dagirkirin”
Qonaxa keviravêjan:
Piştî ew dagirkirin pêk hat, ku mala X hat di xaniyê du qatî yê mala Z, di qatê jorîn de rûnişt; ku dest danî ser zevî, kanî, bênder, çêlek, dar û heta çivîkên di esmanê mala Z re difirîn, ji mala Z ji rûspiyên pak bigire heya yên ciwan û bedew ên hay jê bûbûn ku mala X dest daniye ser milk û hebûna wan, bi sedsalan dema ji mala X yek di hewşê de zeft dikirin radihiştin keviran tê difirandin; yên kevir tê firandinê de jîr bûn deriyê mala X, paceyên wan didan ber keviran, pirî caran dema keys lê dianîn seriyê hin kesên ji mala X’yê jî dişkênandin…
Qonaxa galegalê:
Piştî mala X rê û rêbazên serî bi zarên mala Z yên kevir di wan difirandin derxistinê de dîtin, tê gihîştin ku xort û keçên mala Z bêyî kevir avêtinê bi rêbaz û tiştekî din nizanin, wan jî rabû çareserî ew li mala xwe û li mala Z bi dûrxistinê de dîtin.
Lê belê, dema yên keviravêj hê li dor mala X diçûn dihatin da seriyê yekî/ê ji wan bişkênin hebûn hêngê hin ewladên mala Z yên bo keviran neavêjin wekî rovî û fisekan (masiyên ava şîrîn) xwe vir de wê de di qul û kunên mişkan de vedişartin jî hebûn; xwe biaqil dihesibandin loma wê wextê hem xwe dûrî qûmça keviran hem dûrî keviravêjan girtibûn!
Piştî mala X ew keviravêj ji mala xwe û ji nav mala Z dûrxistin bo zarên din ên mala Z yên ku wextekê di qul û kunên mişkan de xwe vedişartin pê terbiye (xesandina qerekterî) bike pêlîstokeke bişkok rengîn dabû destê ew ên mala Z yên bûbûn wekî giyayê ku kevir li ser rabûyî (yên zikreş, kesayetên kurmî-narsîst-teres ên bi derdê eleqe bidest xistinê nexweş, megaloman, bêjî-qewad-fîtneyên ji her reng û nirxê mala Z-xwe re didin çêran û bêheysiyetên ku ji yên wisa re dikirin tîlîlî, û yên demogog, galegalvan, fisek, keysperest-ticarên siyasî û revok) derketibûn hewşa xasên xwe ji dest dayî!
(ji her çar goşeyên hewşa mala Z , heyfa wan xasên keviravêj û zehmetkêş ên ku di ber me û van de…!)
Mala X bo ku bi wê pêlîstokê reaksiyon û bertekên van cure zarên mala Z bizanibe, helwestên wan bipîve dem bi dem radibû ji kesên jê re qerwaşî dikirin ji yekê re ji yekî re digotin, ka carê bi ser mala Z de biqîre bide çêran wan biçûk bixe gelo ka ew zarên pêlîstok di dest de çi bertek û bersivê didin we!
Hêngê zarên mala Z yên ku di qatê binî, di xaniyê xwe yê ji ber bêxwedîtiyê derî pê ve nemayî, mişkan tê de dilîst, paceyan şikestî bûbûn rêya bayê kur, dîwarên sîwax jê de ketî, êkmerdiyeke li ser rûniştinê tuneyî de rûdiniştin, ku her sibe radibûn diçûn di qerwaşxaneyên mala X de dixebitîn lê dest nediavêtin nava mala xwe ya wêran û bêxwedî, dema qerwaşa/ê mala X derdiket ser sîvneng an sewkiyê gotineke biçûkxistinê bi ser mala Z de digot, ew rûdiniştin bi seatan heya gû di qûnê de hişk bûye bênavber pê li pişkokên pêlîstokê dikirin û paşê jî li hev vedigeriyan digotin, we dî me çawa bi zanyarî bersiv da mala X û diman li benda çepik û eferîmên reben, gêj û xemayên mala Z yên ew dişopandin; da jê re bilîlin, bêjin bijî xorto, bijî xezalê, bijîn ‘Fanon’kîno, bijîn şêrno…
Li aliyê din jî, her cara qerwaşek dişandin ser sewkî û sîvnengê û bi ser mala Z de pê didan çêran giregirên mala X jî xwe didan ber paceyan (di ana kumanda masasi’yê de) û dema didîtin ku zarên mala Z hema radihêjin pêlîstoka bişkok rengîn ‘bi şert, destûr, bi devok û bi ferheng’a bêqusûr a mala X (qaşo) bersivê didin qerwaşê/î dibû tîqe tîqa wan, dikeniyan û ji hev re digotin, netirsin me bi wan zarên nû (sanal) singek di wan de kutaye ku…; ew zarên nû yên mala Z wê gelekî kêrî me werin, wê tim kêfa me bînin(!)
Çiku ew cure zarên mala Z ji aliyê eyarkarên mala X de ve wiha hatibûn şîretkirin; “pir tiştî bêjin lê tu tiştî mekin, tim wekî xema mal û maliyên xwe dikşînin û bo wan tiştan dikin bixuyîn; behsa nava mala xwe nekin, berovajî bêsînor bêjin maliyên X çiqas xirab in û hwd. Netirsin bêjin, hûn ê nebin egera lêpirsînên zagonên me, ew pêlîstok wê we bibiriqîne da hûn zêde eleqeyê bibînin ku ji xema, gêj û ehmeqên mala xwe re bibin modelên mînak û heyraniyê ”(!)
Carinan jî zarên mala Z, ku mala X ‘malzemeyê galegalê’ danatanî ber wan ew îhmal dikirin, vega wan berê xwe didan ên xwe; wekî bêjî ji hev re, ji yên xwe re didan çêran û heqê gotina mala X ya ‘me singek di wan de kutaye, ew zarên hanê wê gelekî kêrî me werin’ didan!!!
Balam tiştê nayê zanîn ev bû; gelo mala X bo bertekên zarên mala Z bizanibe ew pêlîstok dabûn wan, an dixwestin berê zarên mala Z tim li mala X be (rojev û mijarên galegalê yên zarên mala Z divê yên mala X diyar dikin bin) da ku haya wan ji nava mala xwe ya ji nav çûyî û talanbûyî nebe, yan mala X xwestibû bi wê pêlîstokê zarên mala Z veguherînin-hînî bertekên serî neêşkandinê bikin??? Kes bi vê nizane, ew yek wê tu car jî neyê zanîn.
Lê ev yek were zanîn jî naye zanîn jî ne problem bû; çiku zarên mala Z yên hînî mûjilkirinê jî ji pêlîstoka xwe razîbûn yên ew bi tir û fisên xwe mûjil, sûîstîmal û îstîsmar dikirin, ‘ilgi manyaxi’ jî ji eleqeya ku bi wê pêlîstokê bidest dixistin kêfxweş bûn, û mala X, jixwe ji encamê ji rewşê ji wê qonaxa GALEGALÊ zêde zêde kêfxweş bû, hem jî sûper kêfxweş; çiku ne seriyê wan dihat şikênandin ne jî ew cure zarên mala Z hay ji nava mala xwe ya wêran bûyî dibûn…


