‘metna (ne)xweş
bi ya min, divê ji ciwanên ku ber bayê modeyê ketine û xwe ji wê şêwaza ‘metna ziman tengijandî, bihêrs, tund, rih aloz û bi penceşer’ re radikişînin û teqlîdê dikin re ev were gotin:
‘elmasekî bidin ber çavên yekî qet tucar ew nediyî; di derbarê ‘giraniya wî, bihayê wî û kêrhatina wî’ de qet tiştekî nizane; elmasê bi birqîna xwe, bi xweşikî û sadebûna xwe wî kesî ji xwe re heyran bihêle û ew kesê nizane elmas çi ye, wê bêje: wey bavo..!’
da bizanibin hemû mesele ew e û nebin qesasê metna xwe; çimkî ew şêwaz ne tu marîfet e’.
*
Di serî de bêjim her nivîskar xwedî vebijêriyeke xweser e, di hêla bikaranîna zimên de jî her wisa; her nivîskarî/ê şêwezake xwe ya nivîsandin û vegotinê heye; wî-wê bi wê xweseriyê nivîskariya xwe nivîsandin xwe saz kiriye.
Meriv ji wê şêwezê hez jî bike hez jî neke heqê meriv tunê bêje çima wisa dikî!
Balam tiştê dixwazim balê bikişînim ser ne ew şêwez e, bi rêya dabirê di cihên pêwîst de ne pêwîst de peyvên ku bi dabirê tên parçekirin û dîsa bi rêya dabirê kêm nivîsandina daçek û cînavkan û hwd e.
Raya xwe bêjim, wekî xwendevanekî qet kêfa min ji wê şêwezê re naye, çi ku dema metneke wisa dixwînim dibêm qey fitiq dikeve stû, zik yan hestiyê qorika min.
Her wiha, dema visa dest pê dikin ‘te dî’, yan jî ‘go’ meriv dibe wê ji zarê civatekê berê bi kurmanciyeke xwerû û fesîh nivîsa xwe bi meriv bidin xwendin, lê piştî hevokek diduyan dixwînî, dibînî ew destpêka ‘te dî û go’ bê bingeh e; ku berdewamî nayê meriv dizane, ew ‘te dî û go’ yan bihîstine yan jiber kirine; çi ku hevokên din êdî bi qalibê kurdiyeke din ku meriv xwe bi xwe dibê, gelo van ev ziman ji ku aniye, pê de tere.
Ez bêm ser mijara xwe, min nediye kurd wisa axifine; d’ y’ mi’ b’ j’ û hwd. meriv nizane gelo kîjan tîp li pey tên, nivîskar xwestiye çi binivîse, yan çi bêje! Gor min ew awayê nivîsandinê ya nefamkirinê nirxê nivîsê bilind nake, ne jî yê nivîskar; bi min ew ne hostetiyeke nivîsandina kurdî, berevajî ji kurdiya rewan û hêrikbar hay nebûne; yan jî nûser derbarê kurdiya xwe nivîskariya xwe de xwedî qompleks e ku serî li rêbazek wisa dide!
Dibe tercîhek be lê ne huner e; ger tê xwestin asta zimên were pêş xistin, çi ku zimanek bi nivîsandinê qalib û formen xwe bi pêş dixe divêm huner kakil, naverok û çîrokeke super e, ne bikaranîna dabirê ye.
Nexwe çima de-di wekî d’, min wekî mi’, bi-be wekî b’, jê-ji-jî wekî j’, ye-yê-yî-ya wekî y’ dinivîse; nizam gelo dema wisa dinivîsin kurdiyeke ûltra bi kar tînin yan hostetiyeke zimanî, vebijêrî nîşan didin?
Divêm çê xirab meriv bi kurdiya dizane pê binivîse hunerek e, lê ya din bi zorê ye, teqlîd e; bi min ne tu huner e…
Dibêm ger armanc bikaranîna kurdiyeke fesîh be, nemaze di lêkirina metna dirêj de gorî min ew vegotina fesîh-civatî, (gor ên bîra min de mayî) bi awayekî serkeftî wekî mînak di van berhemên kurdî de heye; ‘Jineke Xinanî’ ya Şerzad Hesen, ‘Gotinên Gunehkar’ a Hesenê Metê, beşeke ‘Payîza Dereng’ a Firat Cewherî (ya ku li nexweşxaneyê bav ji kurê xwe re behsa diya wî dike) û ya din jî ‘Mêlav’a Enwer Karahan e; dihêrikin, meriv naxwaze ew roman an jî ew vegotin biqede; heçî Xame Sihurî Kaxiz Şiyar Ma ya Arjen Arî bo min serekberhema nivîsar û gotaran e.
Bo wê ger ên me dixwazin kurdiya fesîh-civatî di metna xwe de, di nivîsara xwe de, di çîrok û peyamên xwe de diyar bikin; diyar bikin ku em bizanibin ew bi kurdiya heqîqî, xwerû û resen dizanin, divêm bila carekê berê xwe bidin vegotina wan metnên min li jor navên wan dayî; çi ku nebe piştî hevokeke din ew kurdiya te dî û go, mi’ xwe’y, j’ b’, d’ bik’ ru’h diqede û kurdiyeke tengijandî dest pê dike, ku wekî min dibêm gelek xwendevan xwe wisa hest dikin, bi xwendinê re meriv dibê hêdî hêdî qiraseyek di zikê meriv de çê dibe, çi dikî nakî nivîs nahêrike, her ‘te dî’ serê hevokeke duduyan nefes li te çikiya, zik li te bû meşka pifê kirî… Balam divê heqê wan bidimê, zikekî sportîf, hişk, şidandî, ango bi kas û seksî çê dike..!
Di zaroketiya xwe de heta niha di nav kurdan de mezin bûme, bi çûkîtiya xwe de bi dizika min jî xwe daye kêleka civatên mezinan, ji wêjeya klasik bigire heta ya niha ‘modern’ ji her serdem û nifşî min metin xwendine, lê ev kurdî û qalib û şêweza behs dikim kê anî, ji ku anî nizanim?
Bes bo bênefes bimînî, bo ji metne fam nekî, bo bi rihetî pê de nerî nivîskar her tiştî dike.
Herhal dixwaze em pê bizanibim ku kurdiyeke ast bilind bikar aniye loma em nikarin pê de herin û jê fam bikin, dide nîşan.
Helbet her nivîskar di vegotina xwe de azad e, qalibê ew bikar bîne tercîha wî/wê ye; lê…
Balam ew ne kurdiya resen e, ew kurdiyeke nû ye qalibê wê ne gorî kurdiya berê ye jî ne gorî ya îro ye jî; yan binê wê tije bikin ji serî heta dawî metna xwe wisa lê bikin an xwe jî me jî bi fitiq nekin.
Çima ku dema em dixwînin em dixwazin ji peyvekê derbasî peyva din, ji hevokekê derbasî hevoka din bibin, divê nefesa me nayê çikandin, qirase nekevin zikê me, ne ji wî zimanê honandî yê ser wateyê dinixumîne, berovajî divê ji hêmayê ji estetîkê, ji xemilandinê, ji alegoriyê wate hatibe nixumandin, ne ku bi hewla zimanê nayê famkirin û serê her daçek û cînavkê de lêdana dabirê…
Heyra nahêle meriv mijarê-çîrokê zeft bike, fam bike, pê de here û tamekê jê bigire…
Çawa dibe? Deng dibe kirt û xirt tê birin, dibe helka helka meriv; heçî bi deng dixwînî, dibêjî gelo lalote bûme!..
Dibê bidim zanîn, ji ber ku wê şêweze tirseke xwendinê daye min, ji mêj ve ye newêrim rahêlim pirtûka çend nivîskaran; xwendina wan wekî şikence ye!..
(bi min ew şêwaz wekî ku destdirêjî be li kurdî tê kirin!)
Ji yên xwe ji wî zimanî-şêwaza; ‘te dî û go’ û dabirê re dikşînin, çi ku popîlerîteyek jî çê kiriye loma hin ciwan xwe jê re radikşînin, dibêm huner ne di zimanekî nayê famkirin de ye, huner di hizrê de, di sêwirandinê de, di hêma û xemilandinê de, di alegori û vegotinê de, di kakilê çîrokê bi xwe de ye.
Yanê çîrok û vegotineke baş pêdivî bi lîstikên ‘zimanî û dabirî’ nabîne.
Loma heweceyî bi pêlîstina dabirê, cînav û daçekan nîn e divêm; yanê rihê min rihê min e, lê ‘ri’hê mi’ çi ye heyran!..
Bi min ew ne tu şêwez e, loma di vegotina kurdî de tu huner û marîfeta wê tune ye; ji zik êşîneke xeder û bi fitiqê xistinê pêvtir…


