Diyarname
Kovara Forbesê li dinyayê kesên xwedî hêz û bandora mezin hilbijartin. Di destpêka lîsteyê de Serokê DYA'yê Barack Obama heye.
Kovara Forbes ku ji gelek aliyan ve lîsteyan amade dike niha li ser kesên herî hêzdar jî lîsteyeke amade kir. Di rêza yekemîn, yanê wekî kesê herî hêzdar û bandorker Obama diyar kiriye. Serokwezîrê Îngilistanê David Cameron di rêza 10'an, Serokê Bankeya Navendî ya Îtalyayê Mario Draghi di rêza 12'an cih girtiye ku berî Serokwezîrê Îtalyayê Silvio Berlusconî tê.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu di rêza 25'an, hema piştî wî rêberê olî yê îranê Ali Hamaney di rêza 26'an de cih girtiye.
Vaye 10 kesên pêşî yên herî hêzdar:
1- Serokê DYA'yê Barack Obama
2- Serokwezîrê Rusyayê Vladimir Putin
3- Serokdewletê Çînê Hu Cintao
4- Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel
5- Avakarê Microsoftê Bill Gates
6- Qralê Erebistana Siûdî Qral Abdullah
7- Papa Benedîktê 16’emîn
8- Serokê Bankeya Navendî ya DYA'yê Ben Bernanke
9- Xwediyê Facebookê Mark Zuckerberg
10- Serokwezîrê Îngilistanê David Cameron


