logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Şengul Ogur / Qaqibo

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Şengul Ogur / Qaqibo

Şengul Ogur / Qaqibo

Serdest hewl didin navan bêwate bikin

  • Dîrok: 19/10/2011

Cudahiya “Nav” û “Peyv”ê 

Di vê nivîsa xwe de em ê wekî peyvekê li ser peyva “peyv”ê û dîsa wekî peyvekê li ser peyva “nav”ê rawestin û cudahiya di navbera “peyv” û “nav”ê de eşkere bikin. Û em ê nîşan bidin bê serdest cudahiya di navbera “peyv”  û “nav”ê de çawa bi awayekî profesyonel dixebitînin û bi “peyv”kirina “nav”ekî, hemû temsîliyeta “nav”ê ku hatiye “peyvkirin” çawa ji holê radikin.

Her çiqasî wekî peyvekê peyva “peyv”ê û peyva “nav”ê peyv jî bin, wekî peyvekê peyva “peyv”ê û peyva “nav”ê ji hêla biwatebûn, bêwatebûn û diyarbûna ve ji hev cuda ne.

Berî her tiştî peyva “peyv”ê ji hêla biwatebûn û bêwatebûnê ve di nav xwe de dibin du beş. Yanî di nav peyva “peyv”ê de ligel hebûna peyvên biwate peyvên bêwate jî hene. Mînak “potdamko”, “çatjorda” her çiqasî peyv jî bin ev her du peyv peyvine bêwate ne. Ango di dinyaya hesekan de û di dinyaya îdeayan de tu beramberiya van peyvan nîn e. Ev peyv bênaverok in. Naveroka wan vala ye û di dinyaya neyî de aliqî ne.

Bi bihîstin an jî xwendina van peyvan re ne bi awayekî razber ne jî bi awayekî şênber tu tişt ji mirov ve xuya nabe, nayê têgihîştin.

Ligel peyvên bêwate peyvên biwate jî hene. Dema ku mirov peyvên biwate dibihîse an jî dixwîne beramberiya wê peyva bi wate beramberiya xwe yan di dinyaya hesekan de yan jî di dinyaya îdeayan de dibîne. Mînak, bi bihîstin an jî xwendina peyva “çiya” re bi carekê re çiyayek ji mirov ve xuyanî dibe. Bi bihistîna peyva “çiya” re, ji bo ku peyva “çiya” ne çiyayekî diyarkirî ye,  ya ku li ber çavê mirov xuyanî bibe dibe ku çiyayê Cudî jî be dikare Çiyayê Gebarê an jî çiyayekî dî jî be. Lê teqez çiyayekî ku ji me ve nas, çiyayekî ku mirov dîtî an jî gelek çiyan bi bîra mirov ve tên.

Her wiha bi bihîstin an jî xwendina peyva “Azadî”yê re jî di dinyaya me ya îdeayan de tiştin ji me têne fêhmkirin, xuya ne. Lê wekî peyva “çiya” peyva “azadi”yê jî ne peyveke diyarkiriye û ji bo vê jî sînorên vê peyvê berfireh in û bi bihîstina peyva “azadi”yê em dikarin gelek tiştan, gelek cureyên azadiyê bifikirin.

Piştî van eşkerekirinên me yên li ser “peyv’ê em niha dikarin bibêjin ku bi tena serê xwe peyva “peyv”ê bi qasî destnîşankirina wateyê her wiha bêwatebûnê jî û bi awayekî ku wê were heman wateyê, bi tena serê xwe peyva “peyv”ê bi qasî destnîşankirina hebûnê destnîşankirina nebûnê ye jî.

Lê wekî peyvekê “nav” teqez xwedî wateyekê ango hebûnekê ye. Hebûna navê ku tê bihîstin an jî tê xwendin beramberiya xwe teqez an di dinyaya hesekan de an jî di dinyaya îdeayan de dibîne. Nebûna beramberiya navekî ne pêkan e. Nav şanîdêra tiştekî yan di dinyaya hesekan an jî di dinyaya îdeayan de heyî ye. Ji bo vê jî dema ku navek hate gotin hemû tiştên ku ew nav temsîl dike ji me ve tê xuyan an jî tê fêhmkirin.

Lê dema ku “nav”ek wekî peyvekê hate bi nav kirin êdî “nav”ê ku wekî “peyvek’ê hate bi nav kirin ji biwatebûnê bêhtir bêwatebûnê; ji hebûnê bêhtir nebûnê destnîşan dike. Ango dema ku “nav”ek wekî “peyv”ekê hate binavkirin êdî “nav”ê ku wekî “peyv” hatiye bi nav kirin ji bingehên wê yê hebûnî tê qutkirin û wekî peyvên bêwate yên ku me li jorê mînak dan, dibe peyveke ku tu beramberiya xwe di dinyaya hesekan û îdeayan de neyî û “nav”ê ku wekî “peyv” hatiye binavkirin dibe peyveke ku di nebûnê de eliqî.

Gelo serdest çawa bi peyvkirina navekî hemû bingehên madî yên navê peyvkirî ji holê radikin û wê tune dikin?

Em mînakekê bidin. Niha wekî peyvekê “Kurdistan” ne peyv lê navek e. Wekî navekî “Kurdistan” beramberiya xwe di dinyaya hesekan de heye. Dema ku navê “Kurdistan” tê bihîstin “Kurdistan” wekî navekî navê erdnîgariyekê ye û erdnîgariyeke diyarkirî ye. Ev beramberiya wekî navekî navê “Kurdistan”ê beramberiyeke ku di dinyaya hesekan de cihê xwe dîtî ye. Lê wekî navekî “Kurdistan” di dinyaya îdeayan de jî xweyî beramberiyekê ye. Ango wekî navekî “Kurdistan” di dinyaya me ya îdeyan de jî xweyî hebûn û wateyekê ye. Xweyî wateyek e siyasî, polîtîk, xeyalî, kulturî, dîrokî ye.

Wekî navekî “Kurdistan” têgeheke berfireh e. Di xwe de gelek tiştan dikare bi bîra mirov bîne.

Vêca, serdest bi sazkirina hevokeke bi rengê, “peyva Kurdistanê hate bilêvkirin” hemû temsîliyeta navê Kurdistanê ji holê radikin û navê Kurdistanê ji navîtiyê derdixin dikin peyv.

Serdest tu caran nabêjin, “Navê Kurdistanê hate bilevkirin” (Kürdistan ismi dile getirildi”)

Loma ew dizanin ku dema ew ji navê Kurdistanê re nav bibêjin hemû temsîliyeta navê Kurdistanê yên wekî dîrokî, erdnîgarî, polîtîk qebûl dikin. Ji bo vê jî zimanê serdestan nagere ku ji Kurdistanê re nav bibêjin lê li şûna vê ji navê Kurdistanê re peyv dibêjin. Yanî Kurdistanê ji navbûnê derdixin, wê dikin peyv. Wekî ku me li jorê jî got bi peyvkirina navekî êdî nav hemû wateyên xwe, hebûnên xwe ji dest dide. Bi peyvkirina navekî êdî temsîliyeta nêv namîne. Nav dibe peyvek, peyveke bêwate ku tu beramberiya xwe nîn e. Dibe peyveke ku di dinyayek neyî de ji xwe re dihejije. Dema hate bihîstin tenê dengek û dema hate xwendin jî tenê peyvek ji wan peyvên bêwate yê ku me li jorê mînak dabû.
Ji bo vê jî serdest şerê xwe yê bi bindestan re berî her tiştî bi awayekî herî profesyonel li ser zimên dimeşînin û berî her tiştî li ser zimên bindestan têk dibin, wan ji holê radikin.

Serdest pêşî hewl didin navan bêwate bikin. Ku bala we kişandibe serdestên me pêşî navê kurd û Kurdistanê qedexe kirin. Navên gund û çiyayan guherandin. Navên bi kurdî li me qedexekirin. Ji bo vê jî heya ku bindest nikaribin navên xwe ji serdestan bistînin, nikaribin dîsa navên xwe bikin nav, nikaribin wan ji “peyv”bûnê derxînin ne pêkan e ku bindest bikaribin xwe azad jî bikin.

gernus@msn.com


 

Hin Nivîsen Nivîskar

Rêzika dawî ya çîrokekê

  • 22 Berfanbar 2009

Sê çîrokên mînîmal: Keviravêjên AramDi kelîjana navê rojê de,ji qirikê û bi xwar ve ew di nav axê de çandibûn; çima...

Sê çîrokên mînîmal

  • 02 Berfanbar 2009

ÇûyînDi sir û seqema wê berêvariya ku hilma distand bi mûyên bêvila wî digirt û dibû qeşa de, dema ku bi gavên girane, di ser riya qeşa girtî...

Ji Makezagona Bêqidoş re "Stop"

  • 25 Tebax 2010

Ev sih sal in ku ev makezagûna bêqidoş li serê me bû qeda.Piştî sih salan niha ‘kakayên min' hewl didin vê makezagona ku êdî bûye wekî kirasê ku li...

Hemû Nivîsen Şengul Ogur / Qaqibo

Şengul Ogur / Qaqibo kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

​​​​​​​Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hate girtin.  

ad

Almanyayê Nîşana Layiqbûnê da parêzerê ji Amedê

ad

'Haydutlar Kanunu' li Porteqala Zêrîn tê nîşandayîn

ad

Diljen Ronî: Kî di dilê xwe de evînê bihewîne, ev album ji bo wan e

ad

Niştox Mehmûd Nêşite merd

ad

Di Kurt Tarihi de prensesên kurd

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname