Derheqê rojbûyînan de çîrok û qewimînên cuda ên kurdan hene. Ji sebebên cuda rojên bûyînan li ser dîroka rojên kifş hatine qeydkirin, mîna sersalê, yekê nîsanê (avrêlê)... Çîroka dîroka rojbûyîna me çar xwişk û birayan bi seyr, ew qas jî detayek muhîm e ku meriv behsa wê bike!
Dema bavê min diçe ku nasnameyê me derîne, memûr naxvaze navê xwişk û birayê min ê kurdî binivîse. Li ser vê bavê min pir hêrs dibe, ew û memûr digengêşin. Memûr navê xwişk û bira, yê rastî ji xwe nanivîse, derdê serê derdan roja rojbûyîna me her çaran jî “12 yê Rezberê” dinivîse!
Pey re, roja Donzdehê Rezberê her ez aciz dikirim. Bi pey ketibûm rojbûyîna xwe hîn bibim. Min her daîm ji diya xwe dipirsî, rojbûyîna min çi çax e? Digot, salek pîştî erdheja Licê, havîna ortê yan jî a paşîn bû, roj baş nayê bîra min.
Jinek bi bîra zelal rojbûyîna keçika xwe dizanî. Baş di bîra diya min de mabû, di navbera min û keça wê jinikê de panzdeh roj wext hebûye. Li ser wî hesabî, me tespît kir rojbûyîna min roja panzdehê meha heştan e.
Êdî min bi kêfxweşî rojbûyîna xwe bi bîr dianîn. Xem û hêrsa min a li hemberî tewrên memûr dibû sebeb ez pirtir li rojbûyînê hesas bim. Wisa ku derketin û deng lêkirina Efsûnayê, ya li dil û rihê min û pê re jî hatina wê, bo min, wekî qewimînek rojbûyînê bû! Êdî rojbûyînên min bûbûn didu. Ew rojbûyînek wisa bû ku bi stranbêjiya xwe a salan, heya qatê şevan min têra dilê xwe pîroz dikir, bi dengekî hîsa azadiyê bi min re çêdikir, bi sewt û serbestî. Hîsek wisa dihat min, wekî min ew memûr, bi deng û helbestên xwe, têra xwe şermezar kiribe! Êdî bi helbest û bi stranê, min bi serbestî û bi xweşî deng li hewla bavê xwe, û li navên xwişk û birayên xwe ên kurdî dikir.
Şop û kêliyên cuda pirî caran tên û amade dimînin meriv wan binivîsîne.