Li Semsûrê, di payîza 2022’an de, bi sernavê “Jin û wêje” bernameyek hebû. Ez jî yek ji beşdaran bûm. Axaftinên min ên li bernameyê, bo min, roja îro, alî nêzikahiya min a li helbestê, li jin û wêjeyê ye. Ez ê hewl bidim binivisînim.
Gelo jin û helbest di wêjeya kurdî de çi tînin hişê mirov. Bi qasî cureyên edebî ên din bo helbestê jî ziman, çavkanî, melzeme muhîm in. Bo helbesta min, kurdî, derfetên kurdî ê folklorîk taqet in. Cî û rola jinan a di folklorê de bala min dikişîne. Îfade û şêwaz a jinan, îfadeyên jinan ên zêmarî, stranî, hewarî, eşq û hezkirinê çavên min vedikin. Dibin sebeb ez bi rehetî û serbestî a dilê xwe bikim helbest.
Ji xwendina antolojiyan pir hez dikim. Derî wê helbesta klasîk a kurdî, çîrçîrok, destanên kurdî, bi taybetî jî newa û metnên stranên dengbêjî guhê xwe didimê. Dengbêjî û kilamên dengbêjiyê di helbestê de bo min siûdek e. Bê hay bê hemdê xwe li muzîka di helbestê de hay bim, dibinim di helbestê de aliyê deng û ahengê ve newa dertê pêş. Ev ne tespîtên min in. Aheng û newa di helbesta min de bala xwendevanan kişandiye.
Malzemeyê helbesta min jiyana min e, xeyal û xwestekên min in. Bi taybetî jî mekanê lê jiya me û lê dijîm. Her dixwazim bi helbestên xwe re bêhtir têkilî bi Amedê re deynim. Bo Amedê gotinên wekî, “Ameda Rengîn”, “Deriyê Şaristaniyê”, “Ameda paytext”… li pêş in. Ez dixwazim bi helbestên xwe ên jinane, bi detay û îfadeyên hezkirineke jinane, bi şêwaz û serbestiya metnên dengbêjiyê bo Amedê îfadeyên dîtir bibêjim. Bi dubareyî bêjim helbest, îfadeya hezkirinê ye.
Kitêba min a helbestan, a bi navê EFSÛNA jî îfadeya hezkirinê ye. Hezkirin carna hezkirîna hezkiriyan e, a Dîcleyê ye, a Sûrê ye, a qesrekê an bêhnekê ye, a wêneyek an kulîlkekê ye, a dildara ye. Hewl didim têkiliya rihê min bi mekan re xurt be.
Hîsên min, zarokaniya min, mekanên şop li rihê min hiştibûn, hezkirinên min dikevin nav reşbelekan. Di muzîkê de, di dengbêjiyê de, di xeyalên min ên jinane de, her wext aliyek bi efsûn, ê bi sir û raz heye.
Li dawiya Efsûnayê min deng li Efsûnayê kiribû û gotibû ger tu îja hatî bibe stran û were, ji ber ku ez êdî wê, wê rihê balkêş dinasim û her dixwazim li wê halê wê ê azad miqate bim!
Wexta hîsa helbestê tê, Ji kêfa qehweyek çêdikim kaxiz û qelama xwe datînim ber xwe.
Dixwazim helbestên min ji alî mekan ve jî, xwedî çîrok bin belkî bişibin tabloyekê.
Platon gotiye; “Helbestvan wekî wênesazan in.” Ger karibim wêneyê rihê xwe, bi taqeta ziman û muzîka kurdî, bi sir û razên rihê xwe û rengên mekan wêneyek bînim ber çavên xwe ez ê karibim rûnêm û qehweya xwe bi rihetî vexwim.
.jpg)