Îro roj; gelê kurd du cejnan bi hev re pîroz dike. Yek cejna baweriya îslamê û yek jî cejna Zimanê Kurdî ye. Cejna yekemîn li civaka bawermendan pîroz dikim û bi hêviya cejna bawermendan bibe nûvejeniyek aram û aştiyane!
Cejna duyem a kurdan; cejna ‘Roja Ziman Kurdî’ li gelê aryen û çanda kurdî pîroz dikim. Bi hêvî û baweriya bi kurdî; daxwaz dikim ku zimanê gelê arî bibe zimanê perwerdê û qedexeya li ser rabe! Şerma mirovahiyê ye ku zimanek wekî zimanê kurdî îro roj qedexe be û deriyên perwerdê li ber girtî bin.
***
Êdî dem hatiye ku roj bibin roja kurdî û hemû roj ji bo kurdî serferber bibin. Hawar dikim ku ev roja zimanê kurdî bibe destpêka, starta rojên ji bo azadiya zimanê kurdî. Êdî ne rojek tene divê her roj ji bo zimanê kurdî bibin wekî rojên serbilindiya zimanê kurdî. Em ji axaftina xwe bigirin heta rabûn û rûnişina xwe, dîsa ji nivîsandinên xwe em bigirin heta xwendinên xwe divê rengê me bibe kurdî. Êdî ji bilî rengê çanda kurdî tu rengên din li bejn û bala me naye. Hawar û daxwaz dikim ku kurdên di nava pişaftin û xwepişaftinê de ne, bila cilên biyanî ji xwe bikin û cilên kurdî li xwe bikin. Bi kurt û kurmancî îro roj roja zimanê kurdî ye û hew.
***
Îro roj kî bixwaze xwe fêrî zimanê kurdî bike dê bi awayekî rehet xwe bigihîne derfetên kurdî. Ji bo ku ev bi salan e xebat û têkoşîn ji bo kurdî heye û dê hebe jî. Mînaka xebata Kovara Hawar a ku bi saya wê em Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin, bi tena serê xwe ekolek kurdî ye ku di nav şertên zemet de derçûye û em îro bi keda wê serbilind in!
***
Ji bo rasthatina Roja Zimanê Kurdî, ezê di herka nivîsa xwe de wekî encam cih bidim keda Celaddet Alî Bedirxan û kovara Hawarê.
Mîr Celadet Alî Bedirxan; kurê Emîn Alî Bedirxan, neviyê Mîr Bedirxanê Botanê. Celadet bi çeka xwe, a ku şûna guleyan hibir tê de, şoreşek çandî pêk aniye. Bi pênûsa xwe, di nav şertên xerîbiyê de hîmê zimanê kurdî ji nû ve vejîn kiriye û şoreşek ji bo zimanê kurdî daye destpêkirin.
Rewşenbîr Celadet; berî tekoşîna xwe ya li Şamê, şoreşgeriya xwe di qada siyasî de dimeşand. Lê piştî tekçûna serhildana Agiriyê êdî Celadet çeka xwe diguherîne û pênûsa xwe wekî çek bilind dike. Celadet ji bo zimanê kurdî li heremên Botan, Serhed û bajarên kurdan gelek geriyaye, bi gelek kesan re daye û standiye, axiviye. Her dengê ku Celadet ji devê kurdan bihîstiye, ji xwe re dikir rêya şoreşa çandî. Piştî Celadet hîmê zimanê kurdî fêm dike; êdî hedî, hedî li ser alfabeya zimanê kurdî dixebitê. Li gorî dengên ku ji qirika mirovên kurd derdikeve, dikeve nava hewldanan, da ku alfabeyek rast ji bo xwendin û nivîsandina zimanê kurdî birêse. Bi zimanzaniya xwe Celadet Alî Bedirxan bi hestên kurdîperweriyê dest bi şoreşek nû dike û dest diavêje çeka zimanê kurdî. Di nav parçebûna welatê xwe de tevliheviya zimanê kurdî dibînê û li Şamê dest bi xebatan dike. Dilê Celadet gelekî ji bo zimanê kurdî êşiyaye û li dermanê zimanê kurdî geriyaye. Bi rêbaza alfabeya latînî Celadet alfabeya zimanê kurdî ji nû vê dirêse û sih û yek tîpên alfabeya latînî ji bo bikaranîna zimanê kurdî pêk tînê. Berî xebata Celadet, bi giranî alfabeya erebî û kirîlî ji bo zimanê kurdî dihat xwendin û nivîsandin, lê bi xebata Celadet a li ser alfabeya latînî danî û li gorî dengê ji qirika mirovê kurd derdikeve alfabeya latînî yek bi yek lê bar dike. Ango ev tîpên ku ez niha pê; tîp, kîte, peyv û hevokan dinivîsim bi saya serê şoreşa Celadet û keda hevalên wî ye.
Dema Celadet kedek giranbuha ji bo alfabeya kurdî dimeşînê êdî xebata xwe ber bi derxistina kovara dîrokî, kovara; ‘Hawar’ê ve dibe. Mirov dikarê bibêjê tenê bi serê xwe û pênûsa xwe li Şamê dest bi derxistina kovara Hawarê dike. Kovar ji bo wî rêxistinek civakî bû. Ji bo wê çendê di 15’ê Gulana 1932’yan de hejmara kovara Hawarê bi kedek giranbuha û serbilindî heta 57 hejmaran derdixe. Yekem armanca Celadet a derxistina kovarê; ronahiya rêya kurdan e! Di hejmara yekemîn a Hawarê de wiha aniye ziman ev fikra xwe ya pîroz; ‘‘Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike.’
Bi derketina Hawarê re gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd dibin banê Hawarê de kom dibin. Cegerxwîn bi çeka xwe ya helbestî, Qedrî Can, Osman Sebrî bi çeka xwe ya wejeyê cihê xwe di nava şoreşa Hawar û Celadet de, digirin. Her wiha Celadet bi xwe jî bi gelek navan di kovarê de nivîsandiye.
Kesên wekî Celadet Alî Bedirxan bi keda destê xwe û bi hêviya serfiraziya gelê xwe, têkoşîn li ser milê xwe û çend hevalên xwe meşandiye. Gelek caran heqê çapkirina kovarê dest nexistiye. Lê dîsa jî ji bo doza zimanê xwe bi xizanî jî be, şoreşa di dilê xwe de pêş de biriye. Lê mixabin rewşên xayîn ew bê deng digirt û dema di nava erdê pembû de, ji bo avdaniya pembûyê bi xwe jenetora ceyranê datînê ser devê bîrê û di dema ceribêndinê de ax ji bin lingê wî dihezê, dişemite û dikeve bîra avê, bi awayekî giran birîndar dibe. Bîra ku bûyî qedera Celadet Alî Bedirxan wî nas nake û wî tevlî nav refê nemiran dike û Celadet li Şamê 15 Tîrmeha 1951’ê de, diçe ser dilovaniya xwe. Li goristana şêx Xalidê Neqşîbendî, li kêleka bapîrê wî Mîr Bedirxan hatiye veşartin. Li ser qebra wî hevalê wî Qedrîcan wiha nivîsiye; ‘‘Mîrê Kurd, lawê Kurdistan. Neviyê Bedirxan; Celadet. Fedekar xwediyê himmet, cendekê wî ku di vir de binax bû, giyanê wî bilindî asîman bû. Ne miriye, zindiye, navê wî ebediye.’’


