Hunermend Mem Ararat bi hunera xwe, li Cizîrê di roja 17’vê heyvê de konserek lidar xist. Bi sazûmankariya Zîz Muzîkê derdora hezar bilêtî hate firotin û konser li eywana dawetê ya li Cizîrê bi girseyî û bi coş pêk hat. Lê di vê konsera ku ez jî tevlî bûm de min çavê xwe li ser rewşa konserê gerand û hin dîtinin ku li ber çavên min beloq man; di mijara rewşa civaka me de, ez xemsar kirin! Ji bo ku ya min ji huner û çandê fêm kirî ew e ku; divê çand û huner xizmeta pêşketina civaka xwe bike û ji bo civaka xwe li gorî resenî û dîroka civaka xwe hişmendiyekî di nav civaka xwe de ava bike. Ango huner û çand ew tişt e ku divê her kes di rêya teşedayîna rast a civaka xwe de kar bîne. Helbet gelek hunermendên me hene hunera xwe di rêya çanda civaka xwe de dikin û di xizmeta civaka xwe de kedkar in! Wê demê divê em bizanibin kîjan huner û hunermend di rêya civaka xwe de diçe û kîjan huner û hunermend di rêya civaka xwe de naçe? Naskirina xeta hunerê ji bo her kesî ferz e! Dema ez van hevokan dinivîsînim bila awirên we yek car neçin ser rêzdar Mem Ararat. Helbet ew û konsera wî bû sedem ku ez li ser vê mijarê binivîsim û hawara xwe bigihînim we. Lê belê di pêşketina hunermendiya me de xefkek civakî heye ku ez dixwazim balê bikişînim ser vê mijarê bi çavderiya konsera Mem. Baş e wê demê ka ez êdî xetên çavderiya xwe eşkere bikim.
ÇEND XALÊN BALKÊŞ Û PROBLEM
Di konserê de balkêşiya yekem ya li ber çavê min diket ew bû ku; kesên ku hatibûn Mem Ararat guhdar bikin di navbera xwe de ‘tirkî’ diaxivîn!
Balkêşiya duyem ya li ber çavê min diket ew bû ku kesên hatibûn konserê piraniya wan ne ji bajarê Cizîrê bi xwe bûn!
Balkêşiya sêyem ew bû ku piraniya kesên hatibûn konserê karmend bûn. Ango bijîjk, mamosteyên fermî, xwendekarên zanîngehan û ji gelek pîşeyên din bûn.
Balkêşiya çaremîn ew bû ku mirovên xizan ên ji Cizîrê nehatibûn!
Balkêşiya pêncemîn jî ew bû ku kesên hatibûn konserê çi jin, çi jî mêr; ne di nav xeml û sekna kurdewar de bûn! Mînak min jineke ku cilê heremî li xwe kirî nedît! Ji xeynî çend zarokan kesî zarok bi xwe re nanîbûm. Jin zêdetir tevlî bûbûn. Kêm kes kit tevlî bûbûn, piraniya beşdaran çote çot an jî sê-çar bi hev re tevlî bûbûn. Temenê beşdaran piranî di navbera bîst û sihî de bû.
Balkêşiya dawî jî ew bû ku her çiqas beşdarên konserê karmend û xwenda bûn jî dema cihê konserê vala ma; gemara wan li meydanê ber bi çav ma şûn wa ve!
Ji nav van balkêşiya herî ez êşandim ew bû ku; piraniya kesê tevlî wê konserê bûyî ne di hişmendiya zimanê xwe û çanda xwe de bûn!
BERPIRSÊ VÊ KÎ YE: HUNERMEND, ORGANÎZATOR?
Baş e wê demê ez bi pirsim! Mem Ararat bi kurdîyeke zelal stranan dibêje û hunermendekî kurd e. Ê wê demê ev çi hişmendiye li stranên kurdî guhdarî dike, lê bi zimanê tirkî diaxive! Ev derûniyek çawa ye? Ev çi derûniya paradoksî ye? Di vê mijarê de gunehkar kî ye? Gelo hunermend in? Gelo organîzatorên muzîka kurdî ne? (Di dawiya konserê de yek ji organîzatoran bi xwe jî tirkî xatir xwest!)
Ez vê jî bibêjim gelek caran hatiye nîqaşkirin ku hin hunermendên kurd û stranbêjên kurdî, dema ji ser dikê tên xwarê ew jî bi her kesî re tirkî diaxivin! Wê demê mirov ji wî/wê hunermendî re dikare bibêje xizmetê ji huner û çanda kurdî re dike! Bi rastî ev rewşa li ber çavên min beloq mayî gelekî balkêş û aloz e! Dahûrandina vê derûniya kesayeta hunermend û kesên tevlî konsera kurdî dibin û tirkî diaxivin gelekî zor e!
Wekî ku min li jor jî balkişande ser, huner û hunermend divê teşeyekî li gorî rastiya civakê xwe kar bîne û xizmetê ji rengê civakê re bike! Heke bîst û çar saetan hunermend kurdî bistire û guhdarên wî tirkî biaxive; wê demê ma hewce nake ku hunermend hinekî bifikire û rewşa heyî li ber çavan bigire?
ÇIMA CIWANÊN XIZAN NEHATIBÛN KONSERÊ?
Li gorî vê rewşê divê ez vê jî bipirsim; çima ciwanên xizan nehatibûn konsera Mem? (Ma qey gelek zor bû ku hema tenê dused bilêt li xizanan bihata belav kirin. Ev yek hatiye kirin û tê kirin gelo? Îro karkerek di înşatê de heta êvarî bi destheqa sed lîreyî dixebite. Gelo karkerek dikare biletekî bikire?) Çima malbatên Cizîrê bi rengê bajarvaniya Botan tevlî vê konserê nebûbûn? Û çima piraniya hunermendên me ên ku di vê serdema nûjen de bi saya kurdî û keda çanda kurdî bûne xwedî nav û stranan kurdî dibêjin tenê berê xwe didin kafeyên ku cihê çanda populîst in û li cihên teybet stranan dibêjin? Heke muzîka kurdî ya nûjen û hin hunermendên bûne xwedî nav, hunerê ji çîneke(elîtîst) ku di nava otoasîmîlasyonê de gevizî ne re bikin, wê demê wê her û her çanda me were qetilkirin! Pêwîst e hunermend bi civaka xwe re be û li gorî çand û rengê zimanê xwe tevbigere. Heke hunermendên ku cihê stranbêjiya wan bûye cihên elîtîst; neçin di nav civaka xwe bi xwe de, strana nebêjin, dê xizmetê ji çîna elîtîst re bikin û dê ew çîn jî çanda kurdewar ber bi malkambaxiyê ve bibe. Divê em huner û hunermendiyê ji bo civakê kêm nebîbin. Stranek, stranbêjek û konserek karê teşedayîna civakî dikin! Bandora stranan ji bo çand û ziman gelek e. Sekna hunermendan ji bo çanda kurdewar gelek e. Ji bo van sedeman divê em her tiştê ku hestên civakê armanc dikin, baş kar bînin. Hin deqên civakî hene divê her û her werin parastin!


