Zarokatiya min li gund derbas bûye, di wê dema zarokatiya min de etar dihatin gundê me, tiştên etarî difirotin gundiyan. Gelek caran ji dêvla pereyan gundiyan; bi genim, ceh an jî bi hêkan bazara xwe dikirin. Mînak heke telikek ji etar bihata kirîn çend çeng genim didan etar û etar jî telikek dida xwediyê genim. Lê ji bo ku etar hesabê xwe bizane mêzînek (Şihên) bi xwe re digerand, dema yekî genim dida wî bi mêzîna xwe genim diwezinand û li gorî giraniya genim buhayek diyar dikir. Di wê demî de bi çavê zarokatiyê min li mêzîna etar dinêrî. Ji wê demê dîtina mêzîna etar heta roja me ya îro wateya mêzînê li ber çavên min gelek e. Etar bi çavekî pispor li her du aliyên mêzînê dinêrî heta ku her du felk dibûn wekî hev. Heke aliyek ne wekî aliyê din ba, wê demê aliyek dixisirî ji bo wê çendê diviya bû ku her du alî wekî hev giran ban û rast biban. Nêrîna li ser mêzînê nêrîna wijdan û dadweriyê ye, kesê ku hilebaz be bi çavên cuda li mêzînê dinêre.
***
Ez bawerim mijara mêzînê kêm zêde hatibe fêmkirin, îca niha jî dixwazim balê bidim ser mijara sernivîsa xwe. Her çiqas mijar li ser mêzîna ziman jî be divê were zanîn di gelek mijaran de êdî em rast lê tên ku wateya mêzînê nayê cih. Mêzîna mafê civakê niha di destê desthilatdaran de ye û mêzînê li gorî çavên berjewendîperest diwezinînin. Mêzîna demokrasiya gelan ji eyar ketiye û her ku diçe aliyê xîzanan nimz dibe û aliyê din yê dewlemend û serdestan jî bilind dibe.
Helbet armanca min ne ew e ku ez li mêzînên polîtîkayê binêrim û şîrove bikim, ez ê wekî sernavê nivîsa xwe awirên xwe bidim ser mijara zimanê me û xebatên ji bo zimanê kurdî tên kirin. Ji hêla her kesî ve tê zanîn ku di roja me ya îro de xebat ji bo zimanê kurdî tên kirin, lê kîjan xebat! Mêzîna xebatên zimanê kurdî ne di nav hevsengiyekê de dimeşin. Berî çend salên derbasbûyî xebatên li ser zimanê kurdî dihatin kirin di nav kordînekariyekê de dihatin meşandin. Lê niha gelek kes bi serê xwe bûne wekî saziyeke zimanê kurdî. Teybetî li ser tevna civakî û onlîne bi awayekî dijîtal gelek xebat li ser zimanê kurdî tên kirin. Helbet gelek xebatên giranbuha jî têne kirin, bes a ku ez dixwazim balê bikişînim ser ew e ku wekî rêbaza xwarinçêkirinê; “tu bi xwe bi pêje û tu bi xwe bi xwe’’ li xebatên ziman tê nêrîn. Ango her kes radibe bi xwe rêbazekî ji bo fêrbûna ziman dibîne û ji xwe re pîvanên ziman zanînê diyar dike! Dema rewşa nêzîkatiya li hember zimanê kurdî ev be mêzîna ziman jî serobin dibe.
***
Hin xebatên qelebalix ji bo ziman pêş dikevin lê bawer bikin ez dema li axaftinên rojane û yên li nav bazaran ji hêla gel ve tên kirin dinêrim, haya civakê ji wan xebatan tên kirin çênebûye. Xebatên ku li ser tevna civakî û dîjîtal tên kirin bandora xwe li ser civakê nake! Ji bo ku ciwanên TîkTokê û Facebookê wan xebatan dibînin. Rastiyeke civaka me heye ku gelek kes nizanin amûrên diîtal bi kar bînin. Ciwanên ku dizanin jî di bin bandora çanda populîst de ne û serê xwe ji bo zimanê xwe naêşînin. Wê demî pirsa; xebatên li ser zimanê kurdî tên kirin ji bo kî têne kirin? Divê em bibersivînin! Xebatên ku tên kirin, kesê ku xebatan dimeşînin ji xwe bi xwe re dikin! Mînak nivîskarekî kurd pirtûka xwe çap dike û diweşîne, kî pirtûka wî/wê dikire û dixwîne? An jî kovarên derdikevin kî dikire? Xebatên wekî kursên online li ser dijîtalê kî beşdar dibe? Bawer bikin li gorî dîtina min ên xebatan dimeşînin ew bi xwe tevlî xebatên xwe dibin. Ango nivîskar û hevalên li derdora wî pirtûka wî dikire. (dibe ku ne xwînin jî)
***
Piştî ku ez van nêrînan tînim ziman wê demê divê ez rêya pêşniyaran jî destnîşan bikim. Niha xebatkar, nivîskar û rewşenbîriya çanda kurdî di aliyekî mêzînê de ye û ev aliyê mêzînê jî ji aliyê civakê de bilindtir bûye. Ango hevsengiyek di navbera civak û rewşenbîriya kurdî de nîn e! Bo ku ev hevsengî saz bibe divê mirov li mêzînê binêre ango serkêşên zimanê kurdî divê li civaka xwe binêre. Heta ku em li gorî rastiya civaka xwe li xebatan nenêrin emê mêzîna xwe xira bikin.
Heke me bivê zimanê me bibe zimanê xwendin û nivîsandinê divê em xwe bigihînin hemû beşên civakê û di nav civakê de hişmendiya zimanê kurdî xurt bikin. Me hêj giringî û wateya zimanê xwe li nav civakê belav nekiriye, gelek kes hêj ziman wekî mijareke siyasî dibinin û ji zimanê xwe ditirsin. Wê demê emê çawa bikaribin wî/ê kesî/ê binin cem zimanê wî/ê! Di vir de ya girîng ew e em zimanê kurdî li civakê baş bidin nasîn ku kes ji zimanê xwe netirse. Piştî ku hişmendiya ziman bi kesan re çêbû wê demê dê her kes li fêrbûna zimanê xwe bigere. Dê her kes xwe fêrî karanîna amûrên dijîtal bike û guh bide xebatên li ser onlinê jî! Lê xebatkar û rewşenbîriya xebatên ziman pêş dixin ji rastiya civaka xwe dûr ketine, tenê ji bo nifşekî, çînekî tenê xebatan dimeşînin. Pêwîst e em hemû kumê xwe deynin ber xwe û baş bifikirin!