Diyarname
Bi kurdî bi navê "Hinar" kovareke nû derket. Kovar li Îzmîrê ji aliyê Kurdî-Derê ve hatiye derxistin û hejmara wê ya yekem gihîşt ber destê xwendevanan.
Kovarê hejmara xwe ya yekem wekî "Gelawêj-Rezber" derxist û dê êdî du meha carekê derê. Kovara ku wekî "Bultena Kurdî-Dera Şaxa Îzmîrê" dest bi weşana xwe kiriye, diruşma xwe jî wekî "We hebek me bibe hezar heb" bikar aniye.
Kovara ku niha 16 rûpel hatiye weşandin li temamê Egeyê dê bê belavkirin û di demên pêş de jî dê bikin ku rûpelên wê zêdetir bikin.
Di vê hejmarê de kesên wekî Mustafa Borak, M. Reşît Irgat, Yasemîn Kiliçaslan, Mamoste Erdal, Feremez Elbakî, Guljîn, Ûsiv Îdirî, Berfobarî, Şikran Laleoglu bi nivîsên xwe têde cih girtine.
Wekî notek: Şaxa Kurdî-Dera Îzmîrê 23'yê vê mehê li Îzmîrê bi awayekî fermî vebû û komeleyê dest bi xebatên xwe kir. Kurdî-Der ku navenda wê li Amede ye li Wan, Culemêrg, Gever, Şirnex, Batman, Sêrt, Enqere û Stenbolê jî şaxên wê hene.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.