QAMIŞLO
Cara yekem kurd jî beşdarî xwepêşandanên ji 15’ê Adarê ve li dijî rejîma Sûriyeyê dest pê kiribûn bûn. Bi sedan kurd li Hesekê, Qamişlo û Amûdê daketin kolanan.
Li gor daxuyaniya Serok Komîteya Mafê Mirovan a Kurdan Radîf Mistefa ku da AFP’ê bi sedan kurd piştî nimêja înê bi diruşma “Em ne tenê welatî azadî dixwazin" daketin kolanan.
Hat diyarkirin ku bi sedan kes li Hesekê bi heman daxwazî dest bi xwepêşandanê kirin. Lê ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatin belavkirin.
Hate ragihandin ku li Suriyeya ku ev serê 40 salan e ku bi rewşa awarte tê birêvebirin ji bo ku mafê kurdan lêbikole komîsyonek wê were avakirin. Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Sûriyeyê, ji bo ku lêkolîna daxwazên kurdan bike û çareyê ji pirsgirêkên wan re bibîne komîsyonek ava bûye.
REWŞA KURDÊN BAŞÛRÊ ROJAVA
Kurdên ku li welatê xwe wekî biyaniyan tên hesibandin, di bin zextên giran yên rejîma Baasê de ne. Nasnameya kurdan bi awayek fermî nayê naskirin û mafê perwerdeyê tune. Ji sala 1958 û vir ve weşanên bi kurdî jî hatine qedexekirin. Ev qedexe di sala di sala 1987'an de hat berfirehtirkirin, muzîk û dîmenên kurd jî hatin qedexekirin. Sala 1989'an jî li zanîngeh û dibistanan axaftina bi zimanên din hat qedexekirin. Her wiha ji bo axaftina bi kurdî ceza hatiye zêdekirin û bûye 5 sal. Divê çarçoveyê de bi dehan nivîskar, rojnameger û çalakvanên kurd li benda dadgehên Sûrî ne.
Li gor pêşbîniyan li Sûrî 2 mîlyon kurd dijîn. Ji sala 1962'yan ve bi nasnameya sor ya ku ji aliyê wezareta hundir ve hatiye belavkirin kurd bûn xwedî statuya ‘biyanî’. Heta niha nêzî 300 hezar kurd li Sûriyeyê bê nasname ne û zarokên wan ku tên dinê jî wekî wan bê nasname ne. Girtin, binçavkirin û îşkencekirina kurdan bi awayek bi rêk û pêk didome. Piştî bûyera 12’ê Adara 2004'an, Esad soz da ku ew ê pirsa kurd çareser bike, lê ew soz jî li hewa ma. Berovajiyê vê zext zêde bûn.
ANF