Diyarname
Bi navê "Rêwîtiya Sadik Varli di Edebiyata Kurdî de" gotûbêjek li dar dikeve.
Sadik Varli heta niha gelek pirtûk nivîsandine. "Ji Lehengên Geliyê Zîlan Reşoyê Silo û Zeynê", "Xelata Delaloya Dîn", "Di Serhildana Bedlîsê de Cihê Şex Şabedîn", "Alimekî ji Medreseyê Mele Heyder Varli" û "Bi dîtin û şahidiya min Ebdullah M. Varli" hin pirtûkên Sadik Varli ne ku wî nivîsandine û derxistine.
Niha di gotûbêjê de Sadik Varli dê li ser xebatên xwe biaxive.
Gotûbêj roja 1'ê adarê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya li Beyogluya Stenbolê lidar dikeve. Gotûbêja ku moderatoriya wê dê Miraz Ronî bike, saet 16'an de wê dest pê bike.
***
Çalakiyeke din:
- Konsera Ma Musicê bê pere ye


