Diyarname
Niha salvgera kuştina keça kurd Jîna Emînî ye. Hêzên Îranê ew kuşt. Li hemberî vê yekê li rojhilatê Kurdistanê û li Îranê serhildan çêbûn. Niha salvegera vê serhildanê ye.
Ridvan Îbrî ji bo Jîna Emînî stranek çêkiriye. Strana ku navê "Jîna Emînî" lêkiriye gotin^ne wê jî wî nivîsandiye.
Ji bo vê stranê klîbek hat çêkirin û klîb bi ser hesabê Kom Muzîkê re hat belavkirin.
Ji bo vê roja girîng û ji bo bîranîna Jîna Emînî em vê klîbê wekî Klîba Hefteyê hildibijêrin û pêşkêş dikin.
Kerem bikin...