Nivîs-andin; yê pêşî nivîsandiye kî ye em pê nizanin, bi çi zimanî nivîsandiye em pê nizanin, çi nivîsandiye em bi wê jî nizanin!
Qasî ya mirov nebe jî nivîs jî xwedî dîrokeke kevnare ye. Helbet berî nivîsê jî heye, remz û nîşanên ku dewsa nivîsê hatine bikaranîn; wekî peyker, îdom, xêz, an jî wekî li Xirabreşkê çikandina kevirên girs ku hatiye xwestin bi çikandina wan peyamek an nîşanek were dayîn…
Nivîs û andin, bo yên pê dizanin zimanê duyem e; hin bi wî zimanî danûstendinên wekî peyam, peyman, ragihandinên fermî û cemawerî yên sar, rijî û otorîter pêk tînin hin pê metefor, hêma, deng, lîr û hwd. bi dest dixin, bi vegotineke dixemilandî pê giyanê yên dîtir xweş û şad dikin; aliyê me yê mirovî bi bîra me dixin.
Yanê nivîs, bi lêkera andinê nivîsandin, a dibe çalakiyeke zimanê axaftinê ya li ser kaxizê vediguhere estetîkê, hêmaya kevalekî, dengekî lîrik, vegotineke xemilandî…
Nivîs-andin zimanê duyem; di navbera wî zimanê duyem û bîra hişî de qasî navika dayîkê hevgirêdaneke bi zexm heye; bi nivîsandinê ji bîra hişî derdixî ser kaxizê, li ser kaxizê dixî bîra civakê-arşîvê-ji bîra civakê derdixî dixî bîra hişî; yanê bi heman niqurçandinê ji vê bîrê derdikeve dikeve wê bîrê.
Kî dinivîse?
Çi dinivîse?
Kê re dinivîse?
Ne pirs û bersivên vê nivîs-andinê ne; çi ku bi kîjan zimanî nivîsandiye diyar dike ku kê re nivîsandiye, çi ku lewn eyan dike çi nivîsandiye û kî dinivîse; ma çi girîngiya wê heye!
Lê bala vê nivîs-andinê bal birina ser nivîsandin-ên qasî yezdan bandor li bawermendê xwe kiriye wan jî qasî bandora xwedayî bandor li xwendeyên xwe kirine; heçî xwedê jî bi rêya ‘nivîsandinê’ kariye peyama xwe bide, ev bandora hanê li ser evdên xwe bihêle.
Qey nivîsandin karekî xwedayî ye? Na! Lê qasî bandora xwedayî bi bandor e…
Kê xwendiye?
Kê gotinek gotiye?
Ev jî ne pirs û bersivên vê nivîs-andinê ne; çi ku çendîn nivîsandin a bo her kesî be jî lê naveroka wê ne bo her kesî ye; jêfamkar û hezkarekî/ê naverokê jî dikare behs bike, nezan û heznekirekî/ê heman naverokê jî! Loma yê/a dinivîse divê di qonaxa nivîsandinê de lijneyên bûrjûvaziyê yên hekemî bi tiştekî nehesibîne; ma xwendeyê bêminet bo çi heye-ku li her dera nivîs lê heye peyda nebe jî! Lê divê hay ji vê rastiyê jî hebe; ‘salekê jî digihîje xwende û jêfamkir, deh hezar sal jî doş dibe li gerdûna zemên’!
Nivîsandin rastgotin e, lê pê derew jî tên kirin; ku yê dinivîse serbixwe be ew ê her bibe vebijêrê rastiyê lê ku alîgir be para wî/ê derew in!
Bextreşiya nivîsê ye, her du bikaranîrenên wê yek wê bo rastiyê vebêje dinivîse yek bo hêza rastiyê pûç bike, bo derewê-bi derewê wê dinivîse…
Erê, em bi yê/a herî pêşî nivîsandiye nizanin, em ê bi yê/a herî paşî binivîse jî nizanibin, lê em bi yên niha dinivîsin dizanin…
Nivîsandin, ma ne bo bîr nebe ye, ma ne bo bikeve bîrê ye û ma ne ji bîrê derxistina ser erdê hişî yê kolektîf e?! Dijminan jî çêdike tîne ber deriyê yê/a dinivîse dostan jî…
Bi salan amadehiya honekekê dikî, hevoka destpêkirinê jî amade ye, lê dema rûdinî dest pê bikî disîplîna nivîsê dibêje, bise amadehiyek min jî heye; bi vê hevokê dest pê bike!
Çendîn bo helbestê pîvan be jî, divêm bo hemû lewnên nivîsandinê derbasdar e; ne çi ne jî kê, çawa vegotiye ya girîng e!
Nivîs-andin bi yê/a jê re dilsoz e re ye; dilsoz emrê xwe dide nivîs-andinê nivîs jî zanîna çirayî ya tariyê diçirîne dide destê xwebexş; û helbet serxwebûna xwebeş jî, azadiya xwebexş jî, û êdî xwebexş xwedayekî pêdivî bi evdîtiyê û bi evdan nabîne ye.
Her kes dikare binivîse, her kes! Lê her kes nikare xwebexşê wê cîhana ronî û serbixwe be; nivîs ê ji dîsîplîna wê re li hev, ê xwebexş, ê jê re dilsoz û bi ‘kesayet’ dike hevparê azadî, raz û zanînên xwe, lê yên carê bejna xwe jê re dihejînin, kesayet ne li gorî pîvan, sinc, dîsîplîn û asta wê; yên jê re ne dilsoz jî dişîne mala bavê!
Yên nanivîsin jî dimirin, ên dinivîsîn jî dimirin, lê hin nivîsandin namirin!
Ne bi yên dibêjin bexşek xwedayî ye re me! Lê ku ne bexşek xwedayî be jî belkî karekî xwedayî ku hin jê namirin; nemir in yên hiş û giyan şiyar dikin, ku bala wan ne li çepikan e…
Balam pirsek derbarê yên nemirin de jî heye li holê; çi tişt wan nemir dike? Bi rastî nivîsandinên baş in loma nemir in an li erdnîgariyeke siyasî ya bi çand û aboriya xwe desthilat-xwedî tahakûm e loma nemir in?
Nivîsandinên baş in loma nemir in an piştî salan-sed salan pêdiviya girseyekê pê dibe loma nemir in?
Nivîsandinên baş in loma nemir in an departmana popîlerîteyê miriyan jî zindî nîşan dide loma nemir in?!...
Berivên van pirsan ne li cem min in, li cem zemên in, çi ku qedera nivîsê ne baş î nebaş î, li gorî pêdiviyên xwe zeman diyar dike.


