Diyarname
Pêşangeha "Serokên Amerîkayê" ku ji wêneyên Associated Press pêk tê li Federal Hall National Memorial vebû.
Pêşangeha ku li Federal Hall National Memorial a li New Yorkê vebûye ji zêdeyî 200 wêneyên Serokên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêk tê ku e fotograf ji arşîva Associated Press (AP) hatine hilbijartin.
Li DYA'yê niha pêşbaziya ji bo qezenckirina serokatiyê didome û di rewşeke wisa de DYA'yî eleqe ji bo pêşangehê nîşan dide.
Di pêşangehê de ji wêneyê John F. Kennedy bigire heta Dwight D. Eisenhower, ji serokê DYA'yê Woodrow Wilson bigire heta George Bush, heta Bill Clinton, heta George W. Bush cih digirin.
Her wiha wêneyê Nikson Richard ê li ser erebeyê ku di dema hilbijartinê de axaftinê dike, wêneyê Barack Obama, John McCain jî hene.
Pêşangeha "Serokên DYA'yê" dê heta 31'ê rêbendana 2009'an li dar be.
Wekî notek: Wêneyên ku di pêşangehê de hatine bi cih kirin ji arşîna AP ku bi qasî 10 mîlyon wêne têde hene hatine hilbijartin.