Di beşa yekem a vê nivîsê de me behsa rewşa giştî û hin sedemên sereke kiribû, ku di derbarê rewşa wergera berhemên kurdî ji bo zimanên ewropayî de têne gotin. Di vê nivîsê de em ê behsa hin mînakên rasterast bikin ên dibin sedem ku wêjeya erebî yan ya tirkî bê wergerandin û kesek guh nede wêjeya kurdî, ya ku li wê navê bê xwedî û bê kes û bê guhlêdan dimîne. Bê guman berî her tiştî dibe ku hebûna dewletên van miletên din û nebûna dewleta kurdan bê bîra her kesî. Bîst û du dewletên ereban hene, li her dewletê wezaretên çandê û ragihandin û rewşenbîriyê hene. Di nav van dewletan de hindik be jî projeyên girêdayî piştgiriya wergerê û çalakiyên ku zemîneke baş ji bo danasîna wêjeya wî zimanî çêdikin, têne dîtin.
Hin mînakên piştgiriya wergera wêjeya erebî
Ji wan pirojeyên piştgiriyê mirov dikare behsa du dewletekên herî biçûk ên ereban bike, ku rola herî mezin di warê ragihandin, çapemenî û piştgiriya pirojeyên çand û wergerê de dilîzin. Ew jî Qatar û Îmarat in. Qatara Şêx Hamad û Îmarat a Şêx Zayid. Ev her du malbatên li van her du dewletan desthilatdar in salane bi mîlyonên dolaran ji bo vê qadê vediqetînin û li nivîskar û wergêran wekî xelat belav dikin.
Xelata Şêx Hamad a wergerê li Qatar: Salane 2 mîlyon dolarên amerîkî ye
Ji sala 2015’an û vir ve Şêx Hamad salê carekê wergêran vexwendî Dewha paytexta Qatarê dike û xelatên ku digihîjin heta du mîlyon dolarên amerîkî dide wan. Di 2018’an de wergêrên ku wergera ji erebî bo almanî kiribûn bi merasîmeke li Dewha hatin xelatkirin. Di nav wan de wergêrê alman Stefan Weidner hebû ku pirtûka Ibin Erebî “Turjuman al-Aşwaq” kiribû almanî û wekî xelat 100 hezar dolarên amerîkî ji Şêx Hamadê Qatarê wergirtibû.
Li aliyê din nivîskar û wergêrê kurd Feryad Fazil Omar li Berlînê wergera almanî ya destana Mem û Zîn a Ehmedê Xanî di heman salê de derxistibû. Gelo hayê şêx û desthilatdar û serekên kurdan ji vê yekê hebû? Piştgirî û xelatkirin li aliyekî, ez bawer dikim wan nebihistiye ku karekî wiha mezin hatiye kirin, eger bibihîzin jî paşguh dikin û piştgiriya ziman û çanda zimanê xwe nakin. Ji bo vê paşguhkirinê jî mirîd û alîgirên siyasetên kurdan dikarin bi hezarên sedeman rêzbikin.
Hin mînakên piştgiriya wêjeya tirkî
Projeyê TEDA
Ev proje ya Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Turkiyê ye. Ji sala 2005’an ve heye. Ji bo piştgiriya wergerandin, weşandin û belavkirina berhemên tirkî ji bo zimanên din. Weşanxaneyên ewropayî yên ku berhemên wêjeya tirkî wergerînin, biweşînin û belav bikin wê ji bo wan piştgiriya aborî bê kirin. Bi gotineke din, Wezareta Çanda Tirkiyeyê pereyan dide weşanxaneyên Ewropayê, da ku pirtûkên nivîskarên tirk wergerînin, biweşînin û belav bikin.
Ev yek dibe sedem ku weşanxaneyên ewropî bi germayî pêşwaziya berhemên wêjeya tirkî ya wergerandî bikin û li hember wergera berhemên wêjeya kurdî gelekî xemsar bin.
Ji serpêhatiya xwe ez dikarim vê mînakê bidim. Dema min romaneke xwe ya wergerandî bo zimanê almanî pêşkêşî Weşanxaneya Union-Verlag ya swêsrî kir. Ev weşanxane bixwe berhemên nivîskarê kurd Bextiyar Elî bi almanî diweşîne, bersiva wî gelekî bala min kişand. Yê weşanger ji min re got; ku ew weşanxaneyeke biçûk in û nikarin ji du nivîskarên kurd bi hev re, di heman demê de, berheman biweşînin û belav bikin. Lê, dema mirov li weşanên vê weşanxanê dinêre, mirov li beşeke berfireh bi navê “pirtûkxaneya tirkî” rast tê. Tê de navê bîst û yek nivîskarên tirk hene, ku di heman demê de berhemên wan ên wergerandî almanî diweşîne û belav dike.
Workshopên wezaret tirk ji bo wergêrên wêjeya tirkî bo almanî
Di çarçoveya workshopên wergêrên wêjeyê yên internasyonal de ji sala 2006’an ve Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê workshopên wergêrên wêjeya ji tirkî bo almanî û berevajî wê, bi awayekî salane, bi rê ve dibe. Ev workshop di sala 2021’ê de rojên 15-19 ên meha 11’an li Stenbolê lidarket. Wisa jî ji sala 2010’an ve xelata wergerê ya wêjeya tirkî bo almanî ya bi navê Tarabya tê fînansekirin û ji bo wergêran tê dayîn.
Ji bilî kar û barên bi dehên “weqfên piştgiriyê” ku di bin navên cuda de kar dikin û bi her awayî piştgiriya wergêrên wêjeya tirkî dikin.
Xaleke din a hevbeş di navbera erebî û tirkî de heye, ku gelek wergêrên pispor yên wêjeyê hene. Ew bixwe ewropayî ne, lê çûne bi awayekî zanistî zimanên erebî yan tirkî fêrbûne. Hebûna van kesên wiha, ku ji bo kurdî peyda nabin, deriyên mezin li ber wergera wêjeya bi van zimanan vedikin û rê li ber belavbûna wêjeyên wan zimanan, xweş dikin.
Ev mînakên min li jor hejmartin, hejmareke hindik e ji hejmarên mezintir ji cure û awayên alîkariya ku ji hêla kes û dezgehên ereb û tirk ve ji bo wergera wêjeyên van zimanan bêne wergerandin, têne pêşkêşkirin. Li hember wê, tunebûna dewleta neteweyî ya kurdan dihêle ku mirov li karê hêzên siyasî yên xwedî îmkan yên kurdan û dezgehên girêdayî wan binêre. Mirov dibîne ku hemû siyaset û dezghên kurdan bi hemû rengên xwe, hem li Kurdistanê û hem li derve, di derbarê piştgiriya wergera wêjeya kurdî de hejmara sifrê derbas nekirine. Ev meydan bi temamî vala tê xuyakirin. Her wisa karekî bi vî rengî di ajandaya yek aliyekî kurdî de tune ye.
Encameke bi êş
Encama zelal a balkêş di vê qadê de ew e, ku êdî pirsa wergerandin û belavbûna berhemên wêjeya zimanekî ne girêdayî asta wêjeyî ya wan berheman e, jê bêhtir girêdayî piştgiriya aborî ya wê wêjeyê ye.
Bi gotineke din, wêjeya tê wergerandin û li cîhanê tê naskirin, ne ew wêje ye ya ku asta wê bilind e, yan jî wêjeyeke xweşik e, na. Lê belê ew wêjeye ya ku derfetên aborî û piştgirî jê re peyda dibe.
***
Beşa yekem a vê nivîsê:


