logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  4. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

Omer Dilsoz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

QENCÎ

  • Dîrok: 10/09/2024

Ji bo guhdarîkirinê:


Em hê spêdeya umrê xwe, belkî piştî nan û avê hema bêje peyvên “qencî-xirabiyê” nas dikin.
Em “qenciyê” bi germbûnê “hîs” dikin û “xirabî” jî di ferhenga derûniya me de beramberî ‘sar” û kirêtiyê tê. 
Qencî, di jûrên hişê me de bi lembeyên rengoreng dibiriqe û bi “ronahiya” xwe çavê xwe nîşanî me dide, xirabî jî berevajiyê wê di nav meydana dilê me de bi dengê xwe yê bilind û qert, bi awirên xwe yên sar û req, pif dike wan çirayên li quncikê dilê me diteyîsin.
Di ferhengên destanên me de, em her dem dawiya çîrokan bi serkeftina “qenciyê” şa dibin û  “xirabî” dawiya dawîn bivirê xwe li gozeka xwe dixe û diterpile erdê. 
Di qewlên pîroz de, qencî “emelên salih”, “gotina qenc, xulqê qenc, hizira qenc”; -çê bike çêyî bibîne- xwe arasteyî nav berperên ferhenga me dike û em dilê xwe didin ber siya qencan, pişta xwe didin hilma wan û wisa dielimin ku dinya li ser “qenciyê” ava ye.     
Û em bi vê xweziya “qenc û masûm” a dilê zarokekî sava, destê xwe dirêjî takê dara jiyanê dikin. Em, bi vê xweziyê dara heyatê li nav bîstanê xwe diçînin û lê ne ku ev dar berê xwe bide û hemû fêkiyê wê “qenc” û “pak” be û dora me tev bi mirovên qenc û çak tijî bibe.
Gava em silavê didin hev, dibêjinê; “Bira/xwişkê, de oxir be te emanet li qencî!” û em hem xwişk û birakê xwe emanetê qenciyê dikin û hem jî jê re tembî dikin ku guh bide aliyê xwe yê qenc, dest bi reftarên xwe yên qenc, bi kar û barên ku qencî jê çêdibe, rabibe û xwe nede ber bayê “xirabî” û “neçakiyan”.
Em gava zarokê xwe dişînin mekteb û ber xwendinê, em gava keç û lawê xwe oxir dikin û oxira heyata wan, em jê re dia dikin: Xwedê, tu li qencan bixe; tu qencan bîne pêşiya wê/wî, Xwedê tu siûda wê qenc, hezkiriyên wê qenc, heval û hevrêyên wê, bike ji qencan… Em barekî pir giran, mesûliyeteke ji hedê zêdetir li vê peyva “qenc” dikin û wekî “qencî” rihê vê dinyaya me ya “gewrik” be, wekî hêkek qudretî be û dê zarokê me tê de bistrê, li wê dinêrin. 
Xasma qencî tu carê tam û xwerû qenc nîn e. Pir zû deravên qenciyê diderizin û gelek avê şêlo yên derakî têkilî wê dibin, qencî pir zû zexel dibe. Rengê wê yê ronak beqem dibe û kirêtî xwe tê de vedişêre. Qencî tu carê bi serê xwe namîne qenciyeke tisî, ew gemar dibe.
Çimkî serê pêşîn qencî gava ji mala hişê mirovekî derket, diçe ber deriyê derfetê. Derfet daw û damena xwe dadiweşîne gelek caran têra pê firîna baskên qenciyê qûd ji kadîna wê peyda nabe, îcar mixabin ew berê xwe didin ber kadîna “minet”ê. Minet, kirasê “merhametê” li xwe dipêçe lê “niyet” veşartî û nepenî dimîne. Niyet, minetê jehr dide û wê bi kirasê merhametê li “qenciya reben” dipêçe.  Êdî ev qencî qet û qet “qenc” nîn e. Fira avê jî bi niyeta “minetê” dide. 
Ji ber hindê jî, belkî divê em van gotinên “qenc” dîsa di zêhna xwe de rave bikin û bînin ser destexana pirs û pirsyarê. 
Belkî em “qencî û xirabî” ligel diyalektîka wan, têkiliya di navbera wan de ku ji pirsa Şînvatê ziravtir û tûjtir e –ji mû ziravtir, ji şûrî tûjtir- careke din bidin ber aşê hiş û bîra xwe, wate û maneyên wê ji sertapê şîrove bikin. 
Qencî, wekî kulturek ji encama exlaqekê jiyanê di reftarên xwe de biçînin ne ku wekî dava nêçîrkirina “mexdûriyet û mecburiyetên” hejar, tenikhal, mexdûr û pêdiviyan… Divê şûna “hemasiya peyvan” “hişmendî û aqliyet” bê û em li ber wê bim ku her tiştê xwe, ferhenga xwe ya jiyanê li ser binemayê zanistî ava bikin.   
Lewra “qencî” divê “qenc” bê şîrovekirin da ku em nekevin nav pencên “xirabiya ku xwe di dilqê qenciyê de” pêçaftiye. 
Nexwe laneta erdê, -her çend ji qewlê qederciyên me ve – cografya qeder be jî, ez wisa bawer nakim, laneta erdê; yanî ya cografyayê ji nezanî û cehaleta me pê ve ne tu tiştekî din e. 
Cografya ne qeder e ne jî ‘keder’ e, ne jî heder; cografya bîra me ya hevpar e; tarîx û raboriya me ye. Em dikarin wê cografyaya me qenc nas bikin û bi qencî pê re rabin; wê bikin bihuşta xwe, her dîsa di destê me de ye ku em wê birizînin ji bêsexbêrî, bêxudanî, bêavedanî, û ji hemûyê giringtir jî ji bê zanîn û neheziyê.
Erd jî bi hezkirinê ava dibin, war jî bi tifaqê û hevgirtinê xweş û şên dibin. Ronahiyê lê biçînin da ku ew jî per û baskên xwe li hev werde û dilê we yê sar û sirêbirî “germ” bike, da ku xwe qenc hîs bikin û bibin ji qencan.      
Wekî di kitêba Pîroz de hatî, “RABÎ got, Ew te çi kir? Xwîna birayê te ji bin erdê gazî te dike. Êdî wê erda ku devê xwe ji bo firkirina xwîna te rijandî beş kiriye, toka lanetê xistiye stûyê te!”
“Xwedê got, ey insan! Zilmê li hev nekin!”
-Û ey mirov, dilê xwe li hev vekin! 

Hin Nivîsen Nivîskar

Nivîsşorên kurdî

  • 10 Sermawez 2017

gelek caran ez rewşa taxa me ya nivîsşorên kurdî wekî kerxerêka nav dehl û teraşî dibînim. her yekê ji me, ji xwe re kerxek rê vedaye û wekî hespekî...

Sê ‘hestên’ kujinde

  • 20 Sibat 2017

Mirov, bi ‘kurmê xwe yê kujinde’ re dijî. Her roj, wî kurmî, bi hestên xwe bimijîne û bi aqilê xwe jî, pê re bigir-berdanê dilîze. Ev...

Di zimanê me de hezkirin/evîn

  • 04 Pûşper 2018

Em di kurdiya xwe de hezkirinê çawa bilêv dikin? Berî ku em bersiva vê pirse bidin, hinekî bala xwe bidin bê ka nivîskarê naskirî Gary Chapman di pirtûka xwe...

Hemû Nivîsen Omer Dilsoz

Omer Dilsoz kî ye?

Nivîskar Omer Dilsoz di sala 1978'an de li Colemêrgê gundê Gûzereşê hatiye dinê. Li Gûzereşê fêrî xwendin û nivîsînê bûye û dinyaya sêhrewî ya nivîsê deriyê xwe lê vekiriye. Dilsoz di salên xwendinê de li Colemêrgê dest bi nivîsîna kurdî kirîye û gelek nivîs û ceribînên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew li Amedê kar û barên xwe yên nivîsînê didomîne û di heman demê de di Diyarnameyê de qunciknivîskari dike.
Pirtûkên wî:
- Hêviyên Birîndar / Weşanên Aram / Roman / 2003
- Bêhna Axê / Weşanên Berçem / Roman / 2005
- Bila Gotineke Min û Te Hebe / Weşanên Berçem / Helbest / 2007
- Neynika Dilî / Weşanên Aram / Roman / 2009
- Berbiska Zer / Weşanên Avesta / Roman / 2011
- Hevrazên Çiyan / Weşanên J&J / Roman / 2013
- Ez û Min / Weşanên J&J / Roman / 2015
- Kundê Dadger / WeşanênHîva / Fabl / 2016
- Gêjevang / Weşanên Lîs / Roman / 2018
- 4kotra 4çela / Weşanên Lîs / Roman / 2021
- Kanûnkuj / Peywend / Bîranîn / 2023
- Işik / Peywend / Novel/ 2023
- Morîbeşkê Êntel / Peywend / Şano/ 2023
- Şair Dibê / Peywend / Helbest/ 2023
- Siwar û Peyar / Peywend / Wan / Roman/ 2023
- Li Dû Bihuşta Berze / Peywend / Roman/ 2023
- Serpêhatiyên Mîro û Simore /Peywend / Roman/ 2023
- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Peywend/ Roman/ 2023

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Piştî 11 rojan Parlamentoya Başûr daxuyaniyek li ser Kobanî da

ad

Şaredarî konsera hunermend Xecê û Karadenîz çima betal kir?

ad

'Sako'ya Gogol bi kurdî hate çapkirin

ad

Mizgînî ji bo kurdan: Li Marsê av heye...

ad

Rê û resma rojnamegeriya kurdî li Başûr û Rojava

ad

Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê teslîmê Mircea Lucescu kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname