logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  4. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

Omer Dilsoz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Nivîsşorên kurdî

  • Dîrok: 10/11/2017

gelek caran
ez rewşa taxa me ya nivîsşorên kurdî wekî kerxerêka nav dehl û teraşî dibînim. her yekê ji me, ji xwe re kerxek rê vedaye û wekî hespekî hevsarqetandî bi dû serê xwe tê re diçin û qet li rexûçanên xwe nanêrin. lewre jî, piştî demekê ew kerxerêka me ya teng bi axepûlk dikeve û welê dibe, piştî demekê çirkek pûşik jî tê re namîne ku qelema me ya jar û lawaz pê biçêre.
çimkî em tev jî, tenya û tenya di kerxerêka xwe re pêdagir in û hîç li çep û rast, ber û pişt, tenişt û dorên xwe nanêrin...
ji ber hindê jî
piştî demekê em bi dev û diran bi axepûlka xwe dikevin û tenya û tenya di rêçên xwedubarekirinê re diperpitin.
piştî demekê ne tenê deq û metnên me dibin dubare, heman wext peyv û honakên me jî di bêndera xwe de dipelixin û tew libek danî jî ji simbilên me nawerin..
em tenê ji coxîna xwe, belkî jî ji kadîna xwe, heta mirov dişêt bibêje tenya tenya ji poxîna xwe dixwin.
îja
di halekî wiha guvêj û tengezar de, rihê me yê aferendetîyê dixese û sîmirxê hişê me bi fir û baskan nakeve.
lawaziya tekstên me
belkî ji lawaziya zimên û naverokê bêhtir, berî her tiştî lawaziya giyên e, çimkî rihê me di axepûlka xwe de tenê digevize û newêre bi fir û firyanê bikeve.
lewma jî, mirov dişêt bibêje,
nivîsîn berî her tiştî wêrîn e

Hin Nivîsen Nivîskar

PIRSA ‘BIÇÛK’

  • 17 Kewçêr 2023

Ev çendek e ez û nivîs ji hev sar bûne. Tilîkên min û peyv nayên ba hev. Nizanim lomeya kîjan dilreşî li me xist û em çavîn bûn. Ji bo...

di bin dûkêla projeyan de

  • 25 Berfanbar 2019

proje, tu ji min bipirsî bi dilbijandina wê sêva heram ve dest pê kiriye di nav hiş û arezûyên benî adem de. Armanc: bêqisûrî, mikemelî..niha bala xwe...

-ne- dema hindê ye

  • 12 Sermawez 2020

Ev demek e ‘dem’ li min hilawîstî. Dibême xwe, gelo vê carê behsa çi û çi nekim. Paşê dîsa bersiva xwe didim; tu tiştekî li pêş...

Hemû Nivîsen Omer Dilsoz

Omer Dilsoz kî ye?

Nivîskar Omer Dilsoz di sala 1978'an de li Colemêrgê gundê Gûzereşê hatiye dinê. Li Gûzereşê fêrî xwendin û nivîsînê bûye û dinyaya sêhrewî ya nivîsê deriyê xwe lê vekiriye. Dilsoz di salên xwendinê de li Colemêrgê dest bi nivîsîna kurdî kirîye û gelek nivîs û ceribînên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew li Amedê kar û barên xwe yên nivîsînê didomîne û di heman demê de di Diyarnameyê de qunciknivîskari dike.
Pirtûkên wî:
- Hêviyên Birîndar / Weşanên Aram / Roman / 2003
- Bêhna Axê / Weşanên Berçem / Roman / 2005
- Bila Gotineke Min û Te Hebe / Weşanên Berçem / Helbest / 2007
- Neynika Dilî / Weşanên Aram / Roman / 2009
- Berbiska Zer / Weşanên Avesta / Roman / 2011
- Hevrazên Çiyan / Weşanên J&J / Roman / 2013
- Ez û Min / Weşanên J&J / Roman / 2015
- Kundê Dadger / WeşanênHîva / Fabl / 2016
- Gêjevang / Weşanên Lîs / Roman / 2018
- 4kotra 4çela / Weşanên Lîs / Roman / 2021
- Kanûnkuj / Peywend / Bîranîn / 2023
- Işik / Peywend / Novel/ 2023
- Morîbeşkê Êntel / Peywend / Şano/ 2023
- Şair Dibê / Peywend / Helbest/ 2023
- Siwar û Peyar / Peywend / Wan / Roman/ 2023
- Li Dû Bihuşta Berze / Peywend / Roman/ 2023
- Serpêhatiyên Mîro û Simore /Peywend / Roman/ 2023
- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Peywend/ Roman/ 2023

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Klîba Hefteyê: 'Yar Xezal / Gulê'

ad

Agahiyên ji Cizîrê

ad

CHP'ê rapor amade kir, ka AKP?!

ad

Di 65'an de ji bo Wanê xwe tazî kirin

ad

'Duşema Rengîn' li Qamişlo ye û li Batmanê ye

ad

Tirkiye beşdarî Fûara Pirtûkan a Parîsê bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname