logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Qedera şanoya kurdî

  • Dîrok: 25/12/2010

Di nav hunerê de, di nav jiyanê de jî beşeke girîng e şano. Lê di kurdî de?

Pêşî mînakek:
Li Stenbolê bi navê "Dostlar Tiyatrosu" şanogehek heye. Ev şanogeh di sala 1969'an de ji aliyê Genco Erkal ve hate avakirin. Heta niha kesê wekî Nilufer Açikalin, Halit Akçatepe, Ayla Algan, Şevket Altug, Fusun Demirel, Genco Erkal, Emre Kinay, Macit Koper, Julide Kural, Cem Ozer, Erdal Ozyagcilar, Dolunay Soysert, Ali Surmeli, Serra Yilmaz, Hikmet Karagoz jî di nav de bi dehan (belkî bi sedan) kesên navdar di nav vê şanogehê de cih girtine, rol girtine, lîstine; paşê derbasî piyaseya şano û sînemayê bûne.
Şanogehê, heta niha bi dehan lîstik pêşkêş kirine, bi dehan jî xelat girtine. Gelen ji van lîstikan jî nav û dengê wan derketiye. "Aslan Asken Şvayk", "Abdulcambaz", "Azizname", "Agri Dagi Efsanesi", "Kafkas Tebeşir Dairesi" û gelek din.
Yek ji wan lîstikan jî lîstika "Yalinayak Sokrates" (Sokratesê Pêxas) e.
Lîstik li ser jiyana fîlozofê navdar Sokrates e. Lîstikaka Genco Erkal bi xwe rola Sorkates dilîst yekem car di sala 1984'an de derkete ser dikê. Di sala 1985'an û sala piştî vê jî hate lîstin. Di sala 1986'an de Xelata Şanoyê ya Avni Dilliği ya Lîstikvanê Herî Serketî Genco Erkal (Bi rola di Yalinayak Sokratek de) û Sevim Çavdar jî Xelata Kincên Herî Baş (bi heman lîstikê) girt. Heman salê Xelata Lijneya Hunerê ji bo Lîstikvanê Herî Serketî dan Genco Erkal.
Lîstikê bandoreke baş li dû xwe hişt. Ji ber vê yekê di sala 1998'an de komê careke din, di demsala şanoyê de ew derxist ser dikê, du salan (1998-1999) di serdema şanoyê de bi balkêşî li wê listikê hate temaşekirin.
Sala 1984'an de ku ez li gund li dibistana seretayî bûm, di sala 1999'an de min jî li Stenbolê, li heman lîstikê temaşe kir.

Ev mînak ji bo şanoya kurdî min nîşan da. Mesele ev e: Şanoya kurdî çima nikare tişteke wisa bike?
Mînak di dîroka şanoya kurdî de lîstika ku herî zêde bal kişandiye û hatiye temaşekirin lîstika "Komara Dînan/Şermola" ye.* Şanogerên kurd careke din, bi heman serketinê dikarin wê lîstikê derxin ser dikê?
Bersiva min na ye.

Piştî van gotinan, em pirsên wisa bikin: Di nav kurdan de çiqas cihê şanoyê heye? Şanogerên kurd bi hunera xwe çiqas dikarin li ser piyan bimînin? Şanogehên kurd çiqas dikarin karê xwe bi rehetî bi pêş ve bibin?

Bersiva van pirsan mînaka şanoya kurdî ye.

Ji we re du mînakên din:
- Sal 2007.
Cih: Stenbol, Navenda Çanda Mezopatamya.
Şanogerên kurd hatine ba hev, biryar girtine wê li Stenbolê "1'emîn Rojên Şanoya Kurd a Arslan Poladov"** li dar bixin. Çûnê li hin salonan şanoyê re xeber dane, hinan bi kêfxweşî gotine emê salona xwe ya şanoyê pêşkêşî we bikin, hinan gotinan, em salonê pêşkêşî we nakin. Lê di encamê de biryar hatiye girtin ku festîvalê li dar bixin.
Encam: Qet.
Hem ew daxuyaniya ku hate dayîn hate ji bîr kirin.

- Sal 2010
Cih: Amed-Stenbol.
Li Amedê şanogerên kurd tên ba hev, digihîjin fikra lidarxistina Konferansa Şanoya Kurdî. Li ser vê tên Stenbolê (kesên hatine navên wan li cem min in, bes ez naxwazim niha binivîsim), bi şanogerên kurd ên li Stenbolê re jî hevdîtinan pêk tînin. Biryar didin ku payîzê konferansê li dar bixin, lê heta wê çaxê jî pirsgirêkên li nav şanogerên kurd bi awayekî hel bikin.
Ji sala 2010'an de ma çend roj, ne konferans, ne jî civîneke wisa li dar ket.

Pêşî mînaka yekem a li ser "Yalinayak Sokrates" me da. Di nav şanoya kurdî de mînakek wisa nîn e.
Dûre du mînakên din ku rewşa şanoya kurdî nîşan dide.

Û em bên ser nîqaşa xwe.Di 27.05.2010'an de ji bo kedeke me jî bikeve nav şanoya kurdî me nîqaşeke bi sernavê "Pirsgirêkên ŞANO'ya Kurdî"*** di Diyarnameyê de da dest pê kirin.
Di nav nîqaşên ku di Diyarnameyê de hatine dest pê kirin de yek ji nîqaşa ku herî hindik eleqe dîtiye de ev heye. Bi giştî 12 nivîs hatin weşandin. Helbet qîmeta van nivîsan gelek e, lê divê em bibêjin ku li ser şanoya kurdî gelek tiştên ku divê bihata gotin hebûn/hene.
Belê rewşa şanoya kurdî di sala 2010'an de wisa ye.
Wekî notek em lê zêde bikin: Kova W jî di hejmara xwe ya sermawez-berfanbar a 2010'an de dosyayeke li ser şanoya kurdî amade kir. Helbet pêşbaziya metnên şanoyê ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daye dest pê kirin jî em wekî têbiniyeke li vir diweşînin.

Bi hêviya ku dê şanoya kurdî pêş bikeve û rêya me ronî bike.

 

* Di dîroka şanoya kurd de mînakek serketî: Şermola

** "Rojên Şanoya Kurd" li Stenbolê li dar dikevin

*** Ji bo vê beşê li beşa NÎQAŞ'ê ya Diyarnameyê binêrin.

cemilo@diyarname.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Fîlmekî Bulgaran û navên gundên kurdan

  • 19 Sibat 2006

Fîlmekî bi navê "Çalinti Gozler/Stolen Eyes/ Çavên Hatine Dizîn" ket vîzyonê. Vî fîlmî ez birim cem navên gundên me yên...

Heqê Erdal dê kî teslîmê wî bike?

  • 14 Tîrmeh 2008

Belê, Heqê Erdal Polat dê kî teslîm bike? Ger hûn bibêjin Erdal Polat kî ye? Di 3'yê rêbendana 2008'an de li Amedê li hemberî serwîsa leşkerî...

Li ser zimanê Diyarnameyê ji bo baldariya çend nivîskaran

  • 16 Adar 2011

Her dem, ez gotinên xwe raste rast dibêjim. Carinan ez ji vê zirarê jî dibînim, bila... Mesele ev e: Ez ji gotinên Îbrahîm Seydo Aydogan ên di facebooka wî de aciz...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mam Celal dîsa bû Serokê YNK'ê

ad

Ken Loach Xelata Rûmetê red kir"

ad

"Koçername" derket

ad

Şaredarê Elbakê ji peywira wî hate girtin

ad

Xweseriya Kerkûkê û plana Kurdan

ad

5 sal cezayê hepsê dan Mehmet Agar

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname