Diyarname
Dewleta Îranê îdamkirina kurdan bi sedemên cur bi cur didomîne. Di rojek de 7 kurd hatine îdamkirin.
Vê sibê girtiyê siyasî Muhîddîn Îbrahîm ku li Girtîgeha NAvendî ya Ûrmiyeyê bû vê sibê hatiye îdamkirin. Îbrahîm herî dawî du roj berê ligel malbata xwe axivîbû û gotibû ji bo îdam bikin ew xistine hucreyê. Vê sibê xebera îdamkirina wî gihandine malbatê.
Ferweher Abbasnejad, Mohammad Ayyubiyan, Cahanbaxş Radluyi, Yasin Raşidi û Hasam Omri bi îdîaya "karê qaçaxçîtî", Nasrin Niyazi ku hê nayê zanîn ji ber çi sûcî girtî bû, îro ew jî hatin îdamkirin.
Li Îranê ji serê salê ve heta niha 145 kes hatine îdamkirin.