Amedspor, di TFF (Federasyona Futbolê ya Tirkiyê) Lîga 2’yan di Koma Spî (Beyaz Grub) de, bi 53 pûanan, di rêza 2’yan de, piştî Pendîksporê ji bo di play-offê de bi ser bikeve û derbasî lîga TFF Lîga 1’ê bibe, têdikoşe.
Vê hefteyê Amedspor li mala xwe dê Pendîkspora lîder bike mêvan. Pendîkspor di ser 70 puanî ketiye û şampiyoniya xwe ragihandiye.
Amedspor ji bo karibe di play offê de bi ser bikeve divê nekeve bin Tarsus Îdmanyurdu û Isparta ku her du jî xwedî 52 pûanan in. Heke Amedspor bieliqe û pûanan ji dest bide dê di play offê de şansê van her du hevrikên wê zêdetir bibe.
Di halê hazir de kelecaneke mezin heye û Amedspora ku play off garantî kiriye, gelo dikare heta ku derê vî barî hilde?
Wekî tê zanîn heçî futbol e, bi şans û siûdê nameşe. Divê tu karê xwe cidî bikî, binesaziya xwe qewîm bikî. Divê di warê aborî de pişta xwe qewîm be û a herî girîng divê tu futboleke delal pêşkêşî tagirên xwe bikî.
Tê zanîn, sektora futbolê li seranserê cîhanê hema bêje yek ji sektorên herî pêş û girîng e. Futbol, ji qewlî klasîkî ve; ne tenê li pey gogekê bazdana 22 merivên sergerm e, nexêr futbol bercestekirina reng û dengê te ye. Futbol, atlernatîfeke baş e ku meriv xwe lê bigirin, li dora rengekî li hev kom bibin, hem xwe deşarj bikin, hem jî dengê xwe bi ser yê hevrikên xwe bixin.
A herî girîng, di vî zemanê me de futbol yek ji rastiyên civakî yên herî eyan e û civak pê konsolîde dibe; nexasim jî grûbên di temenê ciwan de. Heman wext, futbol ji serî heta binî kerteke siyasî, îctîmaî û pêşandana hêz û şiyanê ye.
Lewra jî girîng e, Amedspor di vê meydanê de xwe bigire. Divê neşkê. Lê erê bila neşkê, kêfa me tevan pê tê, bes divê em çep rûnin û rast bibêjin.
Hewce ye em çend tiştan ji bo Amedspora me bibêjin.
Amedspor sibehî dê ji bo play offê ezmûneke pirî pir girîng bide û dilê me dixwaze bi ser bikeve. Em ê ji bo piştgirîya wê li trîbûnan amade bin.
Wekî tagirekî vê tîmê, dil dixwaze gava diçe stadyûmê û di nav terefgiran de rûne, berî her tiştî li futboleke xweşik temaşe bike. Heqê me ye ne wisa!
Çend kêmasîyên Amedsporê
Futbolîst –ez gogbaz tercih dikim- di warê kondîsyonê de qels in. Zêde organîze nabin. Bêguman rahênanên xwe dikin, lê gelo derfetên wan di çi astê de ne?
Te dî, gava futbol tê gotin, di serê pêşîn wekî defans, futbola îtalî tê bîra mirov, camêran tu dibêjî qey Keleha Dimdim ava kirine li ber qeleya xwe. Te dî ji bo futbola ofansîf û hicumker yekser futbola îngilîzan tê bîra mirov, tu dibêjî qey camêran bi hespê bayî siwar in, ji bo futbola qewîm û bi dîsîplîn yekser panzerên Almanan têne ber çavên mirov û heke we bivêt delalî, hunerbazî û estetîka futbolê temaşe bikin jî bêguman Spanya nexasim jî Barcelona ku dengê Katalanan e tê bîra mirov.
Qet çi şik nevêt ku em jî Amedsporê li tengala Barcelonayê de dibînin. Çima nebe Barcelonaya kurdan?
Amedsporê çi kêmasî hene?
Amedspor carekê wekî tîm, li sehayê belav nîn e. Bask zeîf in, nafire. Forvet pir qels in, heyran mirov ew qas şansê golê betave nake!
Defans, bi “îman gucu” li ber xwe dide. Ev nabe. Ji bo defansê du sê stoper/qeleber pêwist in.
Berevan divê mîna berevanên îtalî bin. Nava sehayê ji bo serkêşiyê divê gogbazekî pêşeng hebe ku tîmê kordîne bike. Di navbera defans û forvetê de kordînasyonê çêke û li gorî skorê karibe tîmê, heta leyizê îdare bike. Geh rajenê rake, geh daxe. Geh taxima xwe rake hicûmê geh jî ku hewce bû, bikaribe gogê bigerîne û leyîzê sar bike.
Qasî tê dîtin, Amedspor nalîze hema çawa maç dest pê dike, dibêje: Ya Xwedê tu bextê me li hev bîne ku em golekê bikin û paşê “eta heyato çawa lê hato” gogê bavêje, çavê wan li fîtika dadwer e.
Futbolîzên serkeftî û baş du tiştan nakin:
1- Zû bi zû gogê paşve nadin qelevanê xwe
2- Zû bi zû çavê wan li fîtika hakem/dadwer nabe.
Mixabin Amedspor van herduyan jî pir dike. Jê re acil forvetekî baş lazim e. “Orta saha” nava sehayê divê acil bê teqwiyekirin û xurtkirin. Her du bask divê jîrtir bin û gogê bilîzin.
Welhasil, hê Amedspor li serê rê ye.
Di play ofê de ji Amedsporê re ji dil serkeftinê dixwazim.
Bi kurtayî: Bijî Amedspor!


