Samî Tan
Peyv bi sere xwe ne tiştek e. Mirov dibêje anku ji devê derdikeve, hin caran jî ji devê mirov dipeke. Gotin heke dakevin qada kirinê watedar dibin. Heta bi tenê watedar nabin, avaker û wêranker jî dibin. Her wiha gotin di nava hevokê de wateyê digirin. Heman gotin her cara ku ji devê mirov derkeve, li gorî mebesta kesê/a wê gotinê dike, li gorî dem û cihê wê gotinê wateyê digire.
Her gotin bi serê xwe, têkildarî gotinên din ên ku pê re hatiye bilêvkirin, dibe xwediyê wateyekê. Bi kurtasî gotinên têkildarî hevoka ku tê de hatiye bikaranîn, hevok jî têkildarî teksta ku hevok hatiye sazkirin wateyê digire. Bo nimûne em mijara dewlet û desthilatiyê bînin bîra xwe. Ji bo kê tê çi wateyê? Ji bo gelekan dewlet û desthilatî tiştên baş in, bi şertê ku di destê wan de bin. Her kes wisa bawer dike ku heke dewlet û desthilatî di destên wan de bin dê gelekî baş bi kêrî mirovan werin. Bi rastî wisa ye?
Li gorî baweriya min ne wisa ye. Lewre heta niha dewleteke ku hemû hemwelatî jê razî ne, nehatiye dîtin. Her wiha desthilatî jî tiştekî wisa ye ku kes naxwaze wê bi hinekên din re parve bike. Desthilatî ne keriyek nan e ku mirov bi hinekan re parve bike. Tiştê ku deshilatiyê metirsîdar dike jî ev alî ye. Her wiha aliyekî din ê ku desthilatiyê xeternak dike jî ev e; parastina desthilatiyê ji bidestxistina wê dijwartir e. Lewre jî kesên ku desthilatiyê bi dest dixin êdî hemû jiyana xwe, hemû hêvî û daxwazên li ser parastina wê ava dikin.
Kesên ku desthilatiyê bi dest dixin, ji bo ku wê ji dest xwe bernedin, her tiştî dikin, ji ber ku nexş û direfşa desthilatiyê çavên mirovan kor dike, guhên wan ker dike, dilê wan req û hişk dike.
Heke hûn dixwazin rastiya vê yekê bibînin, bala xwe bidin rewşa Tirkiyeyê. Binêrin şerê desthilatiyê mirovan çendî ji dîn û îmanê dike, ji exlaq û wijdan bêpar dihêle. Her wiha bala xwe bidin rewşa girtîgehan, zilm û zordariya ku li ser girtiyan tê meşandin. Girtîgeh bi xwe awêneya pergala dewletekê û rûyê rastîn ê desthilatiya wî welatî ne. Bala xwe bidin encama komkujiya Roboskê. Ev hemû rastiya dewletê nîşanî me didin.
Dibe ku hinek bibêjin, dewlet di destê me de bûya, wiha nedibû. Belê demekê derdorên îslamî jî heman tişt digot. Wan jî digot heke dewlet di destên bawermendan de be, dê ji riya wijdan û exlaq, ji riya heqî û qenciyê bi dûr nekeve. Heçî dewletên sosyalîst in, pratîka wan jî pir hindik tê zanîn. Dewletên ku pratîka wan hinekî erênî tê dîtin dewletên Ewropayê ne, ew jî ji ber ku têkoşîna civakî ya wan gelan, her tim ji hêla civakê ve tên kontrolkirin. Her wiha ji aliyê pergala aborî ve nakokî û dubendî li wan welatan jî hene. Ji bilî wê kirinên van dewletan ên li welatên bindest jixwe rûyê wan ê rastîn nîşan dide.
Kurd jî heke li ser vê erdnîgariyê bibin xwedan dewlet belkî ji bo demekê gel kêfxweş bibe, hestên wan ên neteweyî tatmîn bibin. Qet nebe dê hebûna kurdan, ziman û çanda wan bikeve bin temînatê. Ji vî aliyî ve baş e. Lê dê dewleta wan jî ji dewletên heyî baştir be. Wekî din jî her kes dizane ku heke mercên navxweyî, herêmî û navneteweyî li hev neyên, ji bo avakirina netewe-dewleteke kurdan berdêlên pir giran pêwîst in. Ji bo ku xwe li ser piyan bigire, divê dewleteke wiha jî xwe bispêre hinek hêzên navneteweyî. Di encamê de dê kurd jî bibînin ku dewleta wan jî di xizmeta hin kesan de ye. Beşeke civakê dê dîsa were çewisandin. Îro li başûrê Kurdistanê gelek kes vê rastiyê dibînin.
Nexwe mijara dewletê ne mijara fîlan dewletê û bêvan dewletê ye, mijareke ramanî û felsefî ye. Li gorî baweriya min divê di vê çarçoveyê de were nîqaşkirin. Dewlet jî wekî gelek formên din ên civakîbûnê formeke civakîbûnê ye. Ne formeke ebedî û ezelî ye, ne jî tekane forma civakîbûnê û parastina hebûna xwe ye.
Li gorî baweriya min heke kurd bibin xwedan dewlet dê bi zora neyarên xwe bibin, ji ber ku di mercên îroyîn de pest û pêkutiya dewletên dagirker derfetê nadin pêkvejiyaneke azad û yeksan. Kurd jî li derdora xwe dinêrin û li ber çavên xwe wekî tekane riya rizgariyê avakirina dewletê dibînin. Lê dewletbûn çareseriyeke demdemî ye û dahatiyek demdirêj jî jêderka gelek pirsgirêkan e.
12.01.2013, Azadiya Welat