Diyarname
Li ser fîlmê 'Mustafa' yê Can Dundar Serdozgerê Enqereyê der barê Dundar de lêpirsîn da dest pê kirin.
Can Dundar bi navê "Mustafa" li ser jiyana Mustafa Kemal belgefîlmekî saz kir. Belgefîlm ji roja roj de bû sedema nîqaşê û niha jî der barê wî de lêpirsîn hate dest pê kirin. Hinan gotiye fîlm, 'Mustafa Kemal bi awayê cixareyê dikişîne, zêde eraq vedixwe, meyla wî li ser jinan e' yanê bi awayekî xirab nîşan daye û li ser vê yekê gilî li ber dozger kiriye. Li ser vê yekê Serdozgerê Enqereyê der barê sazkarê fîlmê 'Mustafa' Can Dundar de lêpirsîn da dest pê kirin û Dundar îro derket pêşberî dozger.
Nûçeyên eleqedar: