logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Hekîm Sefkan / Tava Heyvê

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Hekîm Sefkan / Tava Heyvê

Hekîm Sefkan / Tava Heyvê

Pîzza û stran, çi eleqe?

  • Dîrok: 07/12/2008


Bi ya min mijareke pir girîng heye, ku wekî gelek mijarên din, ew jî ji mij ve ye gotûbêj li ser dibin û her wiha wekî mijarên din çare ji pirsa wê re nayê dîtin.
Dibe ku ji ax yan jî ji ava welatê me be ku çare ji tiştên hêsan re nayên dîtin.
Ez nizanim gelo haya her kesî ji çêkirina stranekê heye an na? Ji bo çêkirnia stranekê çiqas dem divê, çiqas teknîka nivîsandinê dixwaze, bi taybetî dema ku melodî hebe, li gorî wê, bi cihkirina peyvan? Ji vê bêhtir dema ku stranek hatibe nivîsandin, lê ji her hêlê ve tevlihev û ne bidawîkiribe, gelo çiqas dem dixwaze, ji bo serastkirin û temamkirina wê? Ji xwe ku bestekar 8 - 9, carna jî 11 saetan li restorantê kar bike, gelo dikare di cih de daxwaza stranbêjan pêk bîne?
Bi salan e ku dema hinek heval stranekê dixwazin, ez hêvî dikim ku melodî hebe, ji min re bişînin, hem jî bila di dema amadekirina repertûarê de be, lê mixabin ku hîn heya niha jî hinek stranbêj ji vê meselê pir dûr in.
Bi kurtî ez bêjim, ne profesyonel in.
Tiştê ku hişt ez vê mijarê bigirim destê, berhema hunermendê hevalê min Xemgîn Bîrhat e.
Di albuma 2001’ê de, nayê bîra min lê min piraniya stranên Xemgîn sererast kirin, hinek jê jî min sê parên wan guhertin. Berhem derket, lê Xemgîn, strana ku ez bi kêmanî hefteyekê li ser xebitîbûm, wekî ku wî nivîsîbû, yanî wekî berê strabû. Wiha jî gelek stranên din jî. Tevî ku êdî tu keda min di berhema wî de nema bû jî, dîsa camêr spasî kiribû, mala wî ava...
Û îsal, berî çend mehan, me li Kolnê hev dît, xwest ku ez çend malikan ji straneke wî re binivîsim. Melodî temam bûbû, ne tenê wiha, di studyoyê de enstrumen hemû lêxistibûn, aranje bûbû, nîvê wê jî hatibû nivîsandin, encex dema min pirsî; tuyê kengê bixwînî, got ku amadebe îro, nebe jî çend rojên din?!
Gelo Xemgîn di rojekê de ew melodî amade kir, aranjeya wê, enstrumanên wê? Hemû di nava çend rojan de bûn? Çima bi mehan demê ji wan tiştan re vediqetînin, lê ji bo peyvan, îro yan jî çend rojên din? Gotinên stranê wiha erzan in?
Berî çend rojan hevalekî ku di telefonê de ji min pirsî te çi kir? Min got, min çi çi kir?
Ji min re got ku stranek ser e-maila min şandiye, ji bo sererast bikim?! Di e-maila xwe de dibêje, ji kerma xwe re zû vê stranê sererast bike, emê bikin klip...
Baş e, em her dem hev dibînin, te rojekê behs nekiriye, ji xwe wê demê jî ez di provayên muzikê de bûm, min înternet jî venekiriye...
Hevalê min gotinek din jî lê zêde kir: Xemgîn digot min ew malikên ku Hekîm nivîsandibûn nexwend, dereng ket, hem jê tu t.... di Hekîm de nemane?!
tarîbû ezman
bombe dibarin
bê navnîşan in ew,
û bê jimar in rengê mirinê,
bê şerm û har in
bi ser çiyan û daran de
bi kîn dibarin
me sondxwarî
bi av û ba,
bi ax û bi ar
nobedar in
cihbilind in
tu car nayên xwar.
Ev çend malik bûn ku min ji xemgî re nivisîbûn, ez nizanim, xwendiye an na, ji ber ku min hê li albumê  guhdarî nekiriye.
Dema ku stranbêj ji me stranekê dixwazin mîna ku pizza(pitza) bixwazin, bela pîvaz hindik be, îsot pir be, penîr nizanim çawa be...heya kengî wê wiha be, ez jî nizanim.
Ji ber ku ez di metbexa stranê de me, loma berî her kesî ez bi vê diêşim.
Helbet gotina min sedî sed ne tenê li ser Xemgîn e, wiha jî ne li ser hemû stranbêjan e. Di vê hêlê de yê herî perfesyonel nêzîkî stranê dibe yek jê jî Xelîl Xemgîn e.
 

hekimsefkan@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ava bin kayê

  • 31 Tebax 2011

Ji bo ku ez peyvên li hemberî “sinsi”ya tirkî û “xebis” a erebî bibînim ez zêde negeriyam, ji “ava bin kayê” çêtir tune. Encex ji...

Ho-zan

  • 23 Sibat 2009

Hin peyv hene carnan dibin benîşt, nema bi kotek û daran ji ziman yan jî ji cihê lê tên bi karanîn derdikevin. Îro di medyaya kurdî de bi dehan peyv hene ku yan ji...

“Min hemberiya yeka kur e”

  • 02 Kewçêr 2008

 Hûn veciniqîn? Ev çi ye hûnê bêjin...belkî bakuriyên ku bûne evîndarê soranî, wê bêjin ev bi soranî ye.Lê yên haydar...

Hemû Nivîsen Hekîm Sefkan / Tava Heyvê

Hekîm Sefkan / Tava Heyvê kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Axaftina ligel Ocalan a mebûsan bi temamî hat belavkirin

ad

Hîvyadera, xwelya sera

ad

Serokê Juriyê Zekî Demîrbukuz e

ad

Xelatgira Nobelê Munro mir

ad

Nivîsên Welat Dilken

ad

Piştî 2 salan pirtûk û xwendevan gihan hev

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname