Diyarname
Nivîskar Alice Munro ku di sala 2013'yan de Xelata Nobelê ya Wêjeyê girtibû mir.
Nivîssar Alice Munro di sala 1931'ê de li Winghama Kanadayê hatiye dinê. Heta niha Xelata Nobelê ya Wêjeyê (2013), Xelata Man Booker a NAvneteweyî (2009) jî di nav de wê gelek xelat girtibûn. Di salên 1998 û 2004'an de du caran Xelata Giller, di salên 1968, 1978 û 1986'an de sê caran xelata Governor General's girtibû.
Ew bi kurteçîrokan tê nasîn. Di sala 1950'î de dema li Zanîngeha Western Ontario bi bursê beşa Îngilîzî û Rojnameger3i dixwest yekem çîroka xwe bi navê "The Dimensions of a Shadow" nivîsî.
Pirtûkên wê ji bo fîlman jî bûn bingeh. Çîroka wê "The Bear Came Over the Mountain" bi navê "Away from Her" (derhêner Sarah Polley) di sala 2006'an de kirin fîlm
Alice Munro 13'ê mehê canê xwe ji dest da.