Ebdulhamîd Bamerrnî
Ev e heyamek e xweş e giriftariyeka nehumar (mezin) ya di delîvê bazarê diravî de heye ku çêdibît kênca wê vî pariyê me yê nanî jê re bigehît. Ev e û hêj pêtir çê dibît ew diravê rojhelata navîn di bankêt Ewrupa û Emrîkayê de dihête şûştin bi rastî serê xwedanêt wan jî digel bête şûştin. Tiştê welatiyê wê deverê ji berpisyarêt xwe hizirdiket, bawerî ne bûne. Ji ber ku hemî ew diravê ji xelkê xwe didizin, dihinêrne bankêt Siwîsrayê, Lîştinştayn û Loksemburgê. Belê tiştê ku ew ji vê giriftariyê û pê ve, pêdvî ye bizanin û dizanin jî, ku diravê wan diçît viber qanûn û taûrêzêt wan dewlet û darrêtgeha dikevin yên ew serê diravê xwe li ser balgehê wan dinihînin. Berî niha digotin cihûyan milkê Erebêt felestînê jê kirrî û jinkêt bê dehman berdane nav heyanê tevayê diravê xwe zivrrandîyeve. Niha jî li bin navê dinvegiryê ( globalîzim) Emrîka diravekê pirr binav bazarrê dine werkir û jiyan li gelek welatêt wekî Misrê xweşkir û pêşve jî bir, ta gehiştî ye hindê evan welatan kepya xwe li şehrestûna aboriyê (Emrîka) bilind kir û xwe li ser guhan giran kir. Ya bê xişe ku 11ê Îlon a 2001 ê û lêdana bingehê bazirganiya dinyayê li Niyoyorkê kiryareka mezin û dîrokî bû û yên pê rabûne zanîbûn an nikarîbûn kêncvedana wê şiroveken û bizanin ku ev e dê ji armancêt wan derbaz bît û ne dûre jî hêj pêtir bi serê wan de bişkêt, her ji niha de kuma di hewarhatina Felestînê û tevê revyayêt vehewyayêt welatêt biyanî agehdarya bê diravyê û kênca wê li ser jiyana xelkê de , heke bêt û dewletêt barebûker alîkariya xwe ragirin. Çi pênevêt xelkê van akincîgehan hêvî ya wan ji dewletên nifşê xwe tune ye. Dewletên zirrtekên petrolê jî gelek di qelewin hindî jê bihêt barê bazar û pêdivîbûna petrolê girantir dikin.
Belê hêj pêtir, evan dewleta valahiyeka mezin ya li navbera bindarî (re`îye-kesên ji rêzê) serdarî (hakim) peydakirî, evê jî niha Ewrupî û Emrîkî mifay jê dikin. Çinkî destedarêt devera me kesê hind bawerî li nik xelkê xwe nîne heyanê biwêrît destkeftiyê xwe li nav xelkê xwe berverrêjket. Ev e husa jî ya bûye egerek ku gelek dirav ji Asya, nexasime, rojhelata navîn bihêt (ji tirsêt xelkê bindarê xwe) li bankêt Ewrupa û Emrîka bihête sixirkkirin(embarkirin) û nivandin. Helbet Mita( meteryalên kirîn û firotinê) û Biha pêkve di girêdayîne û Bihay jî çend rengêt heyn, serek genim du ser mêwîj, Bihayê mitay bi mitay dihête danandin. Mita beramberî hêza zevleka( hêza dest), Ez hêza xwe mişxaney te bikem, erdê te biçînim û tu dan û dikakî ji min re bidî û êk ji alavên Bihay jî dirave Bihayê diravî jî bi Zêrrî, Destkeryê, derametî, kanza û rêjîma siyasî ye û hindî dewletê pêvebihêt van tişta bi serkeftî serederyê digel biket dêşêt pêtir Diravî çepket bêy bihayê wî kêm bibît, belê heke dewlet ya mijûl bît bi giriftariyeka mezin ve û berê aboriya wê bo şopa giriftaryê hatibîte stêrekirin, hingê dewlet neşêt genca xwe ya Zêrrî bi alavêt navbirî bi parêzît û pêtir lê ket. Vêca heke diravî çepket dê li ser kîstê bihay bît, hindî pêtir dirav bête çapkirin dê bihayê wî kêmtir bît. Heke ev e bo dewleteka wekî ya Tirkî hind ya bi kênc ne bît, belê bo Emrîka, Dolarî kênceka geleka mezin ya hey, çinkî bazar li navbera dewleta li seranserî dinyayê bi Dolarî têtekirin û ew jî alavekê serwerî û maytêkirna Emrîkaye di siyaseta hemî dinyayê de û herwesa Dolarî û Bihayê wî Emrîka ya kirye gayê bingêrê bo hemî aboriya dinyayê, husa jî Emrîka tu carî li ber nahêt diravê wê mina lîrê Tirkî lê bihêt.
Êk ji alavêt kirrîn û firotinê jî Diraveperrin (ewraq malî ye) û bihayê wan bi Dolarîye û li dadgehê bawerî a bihay û karpêkirnê bo dihête danan, eveniha hind yê di bazarrî da heyin, kû çendî ya Dolarê hey ji Bihayê wan diraveperran kêmtire.
Tiştê dî yê pêşçav arêşa (Hypo Real Estate) banqêye, ew jî ew e, wê jî hindî Bihayê girêbestên xwe yên qerdanê Dolar nîne, şkestina Dolarî û diraveperr û girêbestên qerdanê yên bê balgeh, yên wekî mitayekê ji bihay şûştî li bazarrî lê hatîn. Evê jî arêşeka din a li cem Dirav helgirî jê çêbûye, navê wê jî tirs û bê bawerî ye. Li pey dîtina min arêşeka din jî li vira heye, ew jî arêşa diravê kuştîye (ez ji Dolarî dibêjim), Diravê kuştî jî ew e yê ku Emrîka û Ewrupa bi dest rijêm û binemalêt Asya û rojhelatê navîn ve berdayin.
Bo min tiştê ji hemya berhizirtir ew e ku destedar û binemalêt Asya û rojhelata navîn gelek pariyên devê xelkê xwe yên jê vegirtîn û li wara ( Ewrupa û Emrîka) tiştên ji xwe re li ser navên çêkirî pê kirrîn, ya ji hemya berhizirtir ewe ku di banka da yêt Embarkirîn, an jî yê li cem xwe di serdava û şkeftên çiya ve veşartîn, ev e diravekê miriye li wan dewleta, hijmarên wan diravan jî pirr di mezinin, an jî diraveperr yên pê kirrîn û niha jî bihayê wan diraveperran hate şûştin. Bihayê giranê Petrolê bûye egera kêmbûna bihayê Dolarî û revandina wî bo dewletên Petrolfiroş, ev e jî dewletên petrolê ya kirî da pêtirîn hejmara dolarî bi kêmtirîn çenda petrolê qezenc ken. Zîvirandina wî Dolarî bo bankên Ewrupa û Emrîka, barê ser milê dewleta Ewrupî û Emrîkayê ye. Hebûna vî diravî û zitkirn (Hesane) a wî, bo qanûna Xwikê li vira ev dirave mîna merivkê kuştî lê dihêt. Diravê husa serweriya qanûna dewletê jê nagirît û dewlet neşêt xwîkê li ser danît. Ewrupî û Emrîkî jî hind barebûya didene milletên xelkê xwedanê wî diravî û ew alîkarî jî tev li ser kîstê Xwîkdarî (pale û fermankerên dewletê) dibît. Dewlet ji xelkê xwe vedigirît bi devê wan da diket. Dîsa ve hevrrikyên nûh hatine gorê ji wan dewletên rêjîma wan ya siyasî hatiye guherîn û di demê çêbûnê de ne û berî niha jî rahêla wan a hêzê gelek bû sexmeratî( ji bo xatirê) tiştekî bi dest ve bînin, dest ji parçeka serwerî ya xwe berda û her di wê demê de diravê Emrîkî kêşa nav xwe û viya giriftariya diravî bo Emrîka çêken. Ev hizra husa ya êk tayî ye û kiryare diket bêyî hizra bervejena bo biket. Ne van dewleta û ne jî yên petrolfiroş tu tişkî ne kir da diravê welatî serweriyê biket û bi biha bikevît û ji bo hevrrikaniyê ji kê berhev bît û bihayê diravê wan jî bi hêviya bihayê dolarî ve ma.
Ev e husa bi rêve ne çû û pêdvî çarekê bû, welatyê Emrîkî û Ewrupî pêvenahêt du cara diravî bidet û tu mifay jê ne bînît, husa jî pêdvî bû tişkî bête kirin da arêşa malê nexarî bi devê zordarî diçît bête çarekirin.
Ev giriftariye baş şarya û çara wê jî her ya li nik destedarêt Ewrupî û Emrîkî bû, ew jî bi hindek kiryarên stiratîjîk bi biryarêt siyasî ew dirav tev di banka de veşart. Niha dewleta Ewrupî û Emrîkî, vegerandina baweriya welatiyê Ewrupî û Emrîkî bi siyaseta xwe ya diravî, bi stu xwe ve girt. Belê ya balkêş ew bû, li pişt koçik û tenûra navê wan dolarên xelkê biyanî ne îna. Ji vê jî hêj pêtir berpirs û binemalêt pêvegirêdayî hemiyan diravekê gelekê mezin yê di serdavêt xwe de veşartî her ji qeyserê nû ê Ûrisî Putînî heta diçîte rêjîma kommunistî ya Çînê û vêra were hemî serok û xondkar û berpirsêt rojhelata navîn wekî xwedê jê razî mamê Yasir Erefat û rêveberêt Şoreşêt rizgariyê hemiyan, êk dînarê welatê xwe ji xwe re nehelgirtî ye, çinkî ditirsin dema wergeryanek çêbibe şoreşgerên li pey wan tên diravê wan ji xwe re dizî bikene kaxez, vêca bes (dolarê Împiryalîzmê!), (dujminê welatî!) dikirin û xeware diken. Ev diravê bi vî rengî ( ne şer`î-ne rewa) hatiye veguheztin keskî nikare ber geryanekê jê re bike, kerê melayê menşîre … . Ev e ne dûre hind bît nehête hejmarê, ev ê jî giraniya xwe ya li ser hebûna diravî di bazarê de kifş kirî û diravê veşartî çendî ya hebûna dolarî ya di bazarî de kêmkirî. Kes tuney e bizane çend hejmarên zincîrên diravî wê ji holê rabin û çendên nû wê peyda bibin. Siyasetkerên Emrîkîyan û Ewrupiyan binyatê berê baweriya welatiyên xwe çêkir belê diravdarê biyanî tu tişkî tuneye wî biparêzît.
Ewrupa her ji niha du dewlet hatine ber konpivê (Îflas), belê çend dewletên nû çêbûyn di konpivê dane. Ew ê paşeroj ji me re kifş bike. Husa gemiya Globalîzmê ew ê diltêhebît têdebît gere bihayê tikîta wê bidet. Na be her bistînî û tu tişkî ne de.
Pêkanîna Qezafî ya vegerandina dolarê xwe ji Siwîsrayê ku heft milyarin, ya ji wî ve ev e hind a bisanahiye, Ehmo here û Mûsa were ye, nê ne wesa ye û ew diravê cenabê hewe biriye were, êdî hûnê nikaribin welê bi sanahî bînin û bibin.
Ez bawer dikim heke niha xwediyên diravên mirî û kuştî û (ne şer`î) tiştekê baş biken bivêt, baştire diravê mirî zindî bikeneve, çinkî dê bihayê vî diravî hête parastin û delîvê hostayê jî bo mişetir lêhêt. Pir bankên ku çûne konpivê ( iflas ) û ew dikarin bi biyavê ji vî kaudanî(vê rewşê) mifay wergirin.
15/10/2008
***
Nivîsên Ebdulhemîd Bamerrnî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Dengên demê zwî (1)
- Dengên demê zwî
- Li Duhokê nexweşketin qedexeye!
- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!? (2)
- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!?
-