logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  2. 'Ew jina herî xweşik bû'
  3. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  4. Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan
  5. Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Kek Osman mala te ava

  • Dîrok: 14/05/2008

 

Roja 14'ê Gulanê wekî Roja Zimanê Kurdî qebûlkirine biraderên me. Kî qebûl kiriye, çima 14'ê Gulanê hilbijartine qet ne muhîm e.
Tiştê muhîm; Ev roj bi vî awayî hatiye qebûlkirin û îro ev roj hate pîrozkirin. Ji dengê ku îro hat herhal yê hêrî balkêş ji Meclisa Tirkiyeyê bû.
Meclis ciheke girîng e. Ew Meclis ji aliyê kurd û tirkan ve hatiye avakirin. Kurd û tirk bi hev re li wê Meclisê rûniştine, lê di heman demê de wê Meclisê kurdî qedexe jî kiriye.
Divê em bibêjin ku piştî ku DTP'yî ketin wê Meclisê rengê Meclisê jî guherî, dengê wê jî...
Na, em nabêjin sedî sed veguheriye ber bi kurdan ve, sedî sed xwedî li mafên kurdan derdikeve.
Em vê dibêjin: Yên ku bi rastî dibêjin 'Em mebûsên kurdan in', yên ku kurdan jî bi rastî ew wekî mebûsên xwe qebûl kirine dengên kurdan li bin banê Meclisê bilind dikin.
Ew DTP'yî ne.
Yek ji wan jî mebûsê DTP'ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk e.
Ev çend roj e haya me jê heye dê di vê 14'ê Gulanê de li cihên wekî Amed, Wan, Îzmîr û gelek cihên din ji bo Roja Zimanê Kurdî tişt bêne kirin, lê ez eşkere bibêjim haya me jê nîn bû ku dê li Meclisê jî ev roj bê pîroz kirin. Ev surprîzeke bû ji bo min, herhal ji bo gelek kesî. Û surprîz bi ev gotinên kek Osman Ozçelîk hat: "Zimanê me yê ku bi salan hatiye qedexe kirin mixabin li sirgûniyê derfeta pêşketinê dît.  Em li welatê xwe hê bi awayekî azad zimanê xwe bikar naynin. Li gor kovara ziman a Lêkolîna Le Français Dans Le Monde ya li Fransayê derdikeve digel hemû astengiyan zimanê kurdî di nav zimanên bi bandor ên dinyayê di rêza 31'ê de ye. Kurdî parçeyeke çanda gerdûnê ye. Ez hêvî dikim dê bibe nesîbê parlemena serdema 23'yan ku astengiyên li pêşberî kurdî ji holê rake."
Ev hêviya me gişan e.
Ev hêvî liyekê, aliyê xweş ew e ku kurdî kete Meclisê jî.
Kek Osman meha borî jî pirtûkê xwe yê ku wergerandibû kurdî jî şandibû Meclisê. Bi wê jî kurdî xistibû rojevê.
Em sipasiya kek Osman dikin, her wiha sipasiyan mebûsên dîn ên DTP'ê dikin ku kurdî ji rojevê danaxin, li ser disekinin.
Bêşik me rêyên xwe dane wan, ji aliyekê ve mecbûr in bibin dengê me û qala deng û zimanê me bikin. Lê li aliyê din yên ku me rêyên xwe dane wan û qet qala dengê me, nav û nasnameya me nakin jî hene. Û di vir de herhal mafê me ye ku em ji ew "70 mebûsên kurd" re jî bibêjin ku hûn jî bi rêyên kurdan çûne wê derê, hûn bi van rêyan meaşê xwe distînin, lê çima hûn qet qala xwedî van rêyan, deng û zimanê wan nakin?
Herhal roj bê emê rêyên xwe ji bo hinan bikin helal, ji bo hinan nekin helal. Belê, melayketên li ser milên me yên çepê û rastê dinivîsin. Ez bawerim rojekê emê van defteran vekin.
Hêviya min ew e ku roja vekirina van defteran ne dûr be.

Bi hêviya ku kurdî dê li ser rûyê dinê her û her hebe, Roja Zimanê Kurdî pîroz be.

cemilo@diyarname.com

Hin Nivîsen Nivîskar

Xelat

  • 18 Rezber 2008

 Nota pêşî: Ev nivîseke şexsî ye.Helbet tişteke xweş e mirov xelatê bigire, yan jî mirov bê xelatkirin.Xelat girtin û xelatkirin ji hev cihê ne lê her du...

Daxwazeke ji nivîskarên kurd

  • 08 Rêbendan 2007

Heta niha bes me ji weşanxaneyan re got. Gelo niha em çend gotinan ji bo nivîskarên kurd bikin dê rewş neguhere? Mesela dê pê firotina pirtûkan zêde nebe? Vê carê ez...

TIRKÊN BULGARISTANÊ Û KURDÊN TIRKIYEYÊ

  • 09 Tebax 2011

Ji roja "Mafên tirkên Bulgaristanê çi be yê me jî bila wisa be" ez li ser vê meseleyê difikirim. Serokê DTP'ê yê wê demê Nurettin Demirtaş...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Eyşe Şan li du bajaran hat bibîranîn

ad

Rusyayê bertek nîşanî formaya Ûkraynayê da

ad

Êdî malpereke Birand jî heye

ad

Vitoria's Secret lîsteya delalan pêşkêş kir

ad

Demirtaş: Emê neketina hilbijartinê jî binirxînin

ad

Festîval bi 200 fîlman tê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

'Ew jina herî xweşik bû'

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026
news

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname