Ez aniha pirsan ji xwe dikim; ez im, barana hûr a hewaya hênik e, şeva ker û lal e, peyv û dilê min e…û bersiva zarokekê ye; zarokan difikirim…ji min nepirsin bê min çi pirs ji xwe kirin, pirsên min ne ji bo bersivan in, ger wanî bûya dê min berî xwe pirsên xwe ji hinan bikira.
Ne pirtûkên pîroz, ne manîfestoyên zemanan ne gotinên giregir, ne xêzên pirtûkan ên tenik, ne sond û qesem û ne jî gotinên bêhnpêketî yên di der barê pêşeroj, eşq, hezkirin û her tiştî de…wechên zarokan, gotinên wan, dilê wan, rewşa wan nîşan e ji bo her tiştî.
Li wechên zarokan binihêrin, bikaribin dengê wan bibihîzin hûn dê xwe, rastiyên xwe, mezinahiya hêvî û dilê xwe…bibînin!
Hûn bi pesn dibêjin em mirovên sedsala bîst û yekê ne. De ka bi bîr bînin di çi demî de însanan li ser vê xakê perestgeha şahiyê avakiribûn? Lê tu mirovê modern, zana, bîrbir, hêja!... Di dilê zarokan de ger te ji êşê perestgeh avakiribe tu dê ji kerema xwe re pirsekê ji xwe nekî?
Keremke, dilê zarokekê û halê zarokekê bifikire; li dibistanekê mamosteyek ji bo pirsên ezmûnê tekstekê pêşkêşî zarokan dike û dû re pirs arasteyî wan dike, “Li gorî nivîskar, piştî ew kalepîr be wê dinyayek guherî ya çawa xwe bide der?” Zarokeke kurd ku nû koçberbûye wiha bersiv lê dike:
“Li gorî min, dinya vala ye, ne tiştek e, ez wisa fam dikim, li her deverî mirov têne kuştin…” Kerem bikin, ew zarok di wî temenî de ji jiyanê sar bûye, dilê wê bûye perestgeha êşê.
Dilê zarokan, gotinên wan, nêrînên wan, kenê wan, halê rûyê wan, giriyên wan, hêviyên wan ezbenî, ev in qistas …Tu dê karibî bi qasî zarokekê/î mezin bibî? Mesele ev e…
“em ji çîrokên ku bûne xwelî de tên, derdêm!
Dîroka me hineya keviran e
Tifû dikin em pêşî
Bi dû re, bi rengê li destê xwe şa dibin!’’*
Belê dîroka me, dîroka Rojhilata Navîn…Ger kesên mereqa wan di der barê bihuşt û dojehê de hebin bila di zûtirîn demê de Rojhilata Navîn bifikirin, belê bihuşt jî dojeh jî ew dever e!
*Ji helbesta bi navê , “Di Tariya Çavên Şevê De” ya ku di dosya bi navê, “Aqil Diçe Sewda Dimîne” de cih girtibû.


