Peyv, derbirîn û qalibên kilîdî: Xeyal, peroş, edebiyat, ava meytan, xewna miriyan, jin, mêr, livbazî, utopya, pirs…
Wê rojê nasekî min behsa edebiyatvan, hunermend, helbestvan… ên di dinyayê de nav û deng dane dikir. Bi coş kîte kîtên jiyana wan, asta berhemên wan vedigot. Ji nişka ve “Bi kurtasî, her yek jê xwedî erizeyekê ye, erizeyên mezin…”
Di wê kêliyê de pirseke gelemperî xwe di serê min de da der: “Gelo erizeyên nivîskarên me hene, an çi ne?” Erizeyek me tevan hebû/heye ew jî erizeya me tevan bû, jiyan ji piçûkatiya me de bi erize bû. Em heta niha bi erizeya mezin re mijûl bûn ew jî wekî me got jiyana civakî bû, bindestî bû. Lê em dizanin, bi tenê ev rastî kesî naşîne warê janê, warê edebiyatê; belkî em hinek li fon û şopa xeyal û peroşên xwe binihêrin wê çend sedemên din jî li me zelal bin.
Li welatê çîrok, destan û kilaman, li ser berfê asîmanê çiksayî, serma mîna bibe gûzan û di cîgeran de daçike; di wan şevan de me wekî zarok miriyan ji xewê şiyar dikir û em bi wan re diketin sohbetê. Xewa miriyên wan deman jî sivik bû lew re jê gelekan gotina temam ji jiyanê re negotibû.
Belê me bi tenê ew şiyar nedikir, di xeyalê xwe de me çirayek datanî ber serê wan, balîfekê datanî ber enîşka wan, tizbiyekê dida destê wan; dengê wan ê ji şerbetê şîrîntir dibihîst, kena şîrîn li rû wan belav dikir.
Me dizanibû /didît li jiyanê rû li wan tirş, sar, ken bi wan hesret bû. Me dizanî pirî caran wan bi hêviyeke peroşî li asîman dinihêrî.
Ecêba mezin jî ev bû me tu pirs der barê jiyana wan, a wan deveran de nedikir, me hew dixwest ew dengê me bibihîzin.
Mezinên me ava meytên wan li ser arê darên mazî kelandibû, ew ava spî spî dikeliya meytê wan ji her gunehî paqij dikir. Wextê me di xeyalan de bi wan re sohbet dikir ew bi şiklê nûranî dianî ber çavên xwe. Tizbiya me dida dest wan ne ji bo îbadetê bû, ji bo ku bikaribin sebir bikin da bi saetan li me guhdarî bikin, me dixwest em bibêjin, vebêjin… Ma me di heşt-neh saliya xwe de ji kê re bigota!...
Di heyşt-neh salî de rihê me miriyan ji xewa sivik şiyar dikir; tu tiştek me li dinyayê nedişibiya tiştên welatên dîtir; dêwên me ên di çîrokan de jî ecêb bûn; lêvek wan li erdê bû lêva din li asîman!
Me newiribû ji xwişk û birayên xwe ên nûzarok hez bikira; mirin amade bû, îhtimal bû di nava mehekê de ji me bigirta û bibira. Mezinên me yên mêr hebûn, bi navê adet û mêraniyê kilîd li devê keç û bûkan dixistin! Her raz û reziliyên jiyanê vedişartin bi navê şan û navdariya malbatê, berî laqek nan em li dû çov bûn.
Hûn çi dibêjin, belkî jî me bes nalet li jiyana feodal nebarandiye, belkî erizeyek jê yek jî ev e nahêle nivîskar bi ser tenêtiyên rihê xwe de bizivire. Belkî jî ev erizeya jiyanê ye nahêle em wan xeyalên kûr û dûr li tiştên sivik û rastiyên roja îro ên takekesî berfireh bikin. Belkî jî hê ev jan e nahêle em şêweya dayikan, wan derbirînên sivik û bi teql ên Evdalî bikin şerbeta gotina xwe.
Ma ne wanî bû; piştî dayik, keç û jin digihîştin hev wan tu tiştî ji hev venedişart, her kêmaniyên mêrên xwe û mêrên eşîran ji hev re vedigotin, kenên ku serî lêgirtibûn serberedayî berdidan, hezkirinên xwe di şevên tarî de derdibirin.
Wext hatiye em pirsa kana xeyal û peroşên xwe bifikirin, xeyalkirin livbaziyek takekesî ye, utopya destpêka livbaziya civakê ye. Xeyal û peroşên me ne, da ji edebiyatê re bibin reng, deng, atmosfer û per û bask.
Baş e ku em hîn bûbûn da miriyan ji xewên sivik şiyar bikin lê îro me divê em êdî gotinan, bîranînan, hêviyan, peyvan, dengên veşarî, gotinên nîvcomayî, dîmenên fetisî ji xewên giran şiyar bikin.
Baş bû ku em bi wan miriyan re diketin nav sohbetê lewre ew mirî aliyek rihê me bûn, em baş hîn bûne da bikaribin bi rihê xwe re sohbet bikin, ji alî dengê rih ve dilek me yê zîz heye; ev jî di edebiyatê de ya herî muhîm e.
Ev jî ne bes e, ji bo dilê zîz zimanek jî lazim e; ew ziman jî di nav wan xeyalan de heye, belkî me hê ew şiyar nekiriye…
Min behsa rengê fonê nekir. Gotina çilreng li cem me dihat bikaranîn, ez dibêjim qey rengê fonê çilreng bû…
Na, bila kes bi bîra min nexe, dilê çûçika çolê pariyek ji dilê bindestan e. Ji me gelekan dilê wan mîna dilê çûçika çolê ye. Belkî ji vê rastiyê ye em hê jî li dilê xwe baş nezivirîne; çûçika çolê hesas e, her cara nikil li xwarin dide bi bayê bezê derdora xwe qolaçan dike bê ka teyrek din heye an na! Ez dizanim, dengê we niha bi ser min dikeve, hûn dibêjin, “Dil gere hinek jî bişibe dilê qertelê.” Hûn dizanin, wê hinek ber li xeyal û peroşên we teng bibe lê dîsa jî hûn bi ya xwe ne. De ka, em dîsa dilê dayikekê bi bîr bînin û bila her kes bi ya dilê xwe bike, çi dilê çûçika çolê çi dilê qertel… Ma ji xwe ji her tiştî bêhtir em bi xewn û xeyalan re ne… Lê jixwe em ê hewl bidin da hinek tiştan şiyar bikin, bi wan re bikevin sohbetê. A me jî hinek ev e, sohbet, sohbeta tiştên di dilan de, di mejî de mîna miriyek bi tizbî…
Werin em gotinan ji xewê şiyar bikin! Gotinên ji dilê çûçikên çolê de dimeyiya û piştî dibû bang dibû dengê qertelan. Di tariyê de şiyar kirin bêhtir xweş e, lê bê sohbet nabe. Ew yên mirî giş miriyên di rihê me de ne, belkî nemirine hew fetisîne, an jî di xewekê de ne, moriya şîn a xewê di guhê wan de ye.
*Di 14 Gulanê de di Azadiyawelat de hate weşansin.


