RIHA
Polîsan bi fermana Dozgeriya Komarê ya Rihayê bi ser saziya Radyo Karacadag de girt. Di serdegirtinê de arşîva wê desteser kir, 3 xebatkarên wê binçav kirin û bi biryara dozger weşana radyo hat birîn.
Yekîneyên polîsan serê sibê bi fermana Dozgerê Komarê yê Rihayê bi ser avahiya Radyo Karacadag ku li Rihayê herî zêde tê guhdarkirin de girt. Polîsan di serdegirtinê de arşîva radyo desteser kir û heta ber êvarkî lêgerîn kir. Piştî lêgerîn bi dawî bû xebatkarên radyoyê Muslum Polat, Mizgîn Çay û Zozan Kolay binçav kirin. Polîsan bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" jî weşana radyo birî.