Ez pêşniyaz dikim ku her hunermendek, nivîskarek, ku cihê xwe li cem derdora xwe nabine, carekê bimere...ku mir wê nirxê xwe zanibe, ku qayilbe, dikare careke din vegere jiyanê, ku na bila li wir bimîne.
Li gorî nivîs û nirxandinê li ser hunermend û nivîskarên mirî, wê her kes vegere...
Lê kes vengeriyaye û venagerin...
Hûnê bêjin çima ev pêşiyaza beradayî ku ne mimkûn e pêk bê.
Ez jî dizanim ku dûrî aqilan e, lê disa jî ku hûn karibin, carekê bimrin, binêrin bê wê çawa heya bi wan kesê ku bi dehan xefk li pêşiya we vedane, digirîn. Wiha digirîn ku dibe hûn di nava hêsirên wan de bifetisin û careke din û bi rastî bimirin.
Carinan, di bîranîna hinek hunermendan de, yan jî di bernameyên tv de, ku mirov guhdarî dike, dilê mirov diçe mirinê, wiha xweş dibe ku, mirov dixwaze hema demê winda neke û bimre, bi taybetî ku mirov di nava xebata hunerî çandî de be, pêkanînin ku mirov li ber çavên xwe dibîne, nirxê mirov heya ku sax e wekî tenekê ye, lê piştî mirinê dibe zêr.
Teneke li ku û zêr li ku?
Kî naxwaze zêr be? Yan jî kî dixwaze teneke be?
Aramê Dikran di hevpeyvîneke xwe de fikra “Kurd nirxê nadin hunermendê xwe” şaş dibîne û dibêje ku kurd gelekî nirxê didin hunermendên xwe.
Rast e. Kurd nirxê didin Aram.
Heya niha tiştê ku min xwendiye, dîtiye û bihîstiye, kurdan, tenê nirx daye Egîdê Cimo ku hê sax e. Ez behsa M. Uzun nakim, ji ber ku ew di dema nirxdayînê de li ber mirinê bû.
Nirx ne pere ne, ne mal in, nirx cih e. Parastin e, xwedî lê derketin e.
Xelk bi hunermend û nivîskarên xwe serbilind in, lê kurd?
Dibe ku hinek bêjin ‘mirov cih dide xwe, nirxê xwe çêdike’ rast e.
De ji kerema xwe re, taybetiyên kesayetî bavêjin hêlekê, li huner û kurdayetiya kesan binêrin, ma yekî ku nirx bêdayîn, xelatek jê re bê pêşkêşkirin tune? Min nedîtiye...tenê Egîdê Cimo, xelateke derengmayî girt. Wê xelatê dilê me hemûyan xweş kir.
Lê yên ku nesax in, her roj xelatên kesayetiya nimûne, hunera nimûne, distînin, heya kesên ku wan nasnakin, gotinên wiha li ser wan dibêjin ku, xwe dikin dostê wan ên herî nêzîk.
Na na divê mirov carekê bimre.
Bala we kişandiye, hema bêje bersiva vê pirsa ‘bandora kê li ser te bûye-yan jî wekî wê’ ku di her hevpeyvînan de heye, navên miriyan rêz dibin, carna jî bêhemdî xwe yek-diduyên sax dibêjin.
Gelo tenê mirî baş in?
Yan mirov bimre baş dibe?
Gelo tirkan ‘kurdê herî baş ê mirî ye’ ji vê nêzîkbûna me ya ne dirust girtine?
Yan em ketinê bin bandora vê hevoka wan?
Ez pêşniyaza xwe qebûl nakim û heya mirina min neyê ez namirim.
Ku mirim û şûn de jî, ji kerema xwe re hûn îro çi dibêjin, dîsa wê bêjin...
Ma ku ez nebînim, nebihîsim, pê bextewar nebim, hêzê nede min ku biafirînim, pesnê ne ji dil (ku bidin) ji çi re ye.


