logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

Hekîm Sefkan / Tava Heyvê

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Hekîm Sefkan / Tava Heyvê

Hekîm Sefkan / Tava Heyvê

TRT-Q

  • Dîrok: 03/01/2009

 

Hemû êş û jan û derdên ku wê salên pêş bên bila bi salên çûyî re herin, salên pêş bila bibin salên dilsoziya mirovahiyê; sala we ya nuh pîroz be...
Her ku tiştekî nuh derdike ve her kes bi germayeke bi tîn lê dinêre, helbet bi dûrbîna xwe (ku dûrbîna wan hebe). Dûrbîna mirov jî bîr û baweriya mirov e.
Ez dirêj nakim, di vê meha dawî de, pir li ser TRT 6 hate nivîsandin, hinekan reş, hinekan ronahî dîtin. Mirov azad e, dikare reşê spî  bibîne û berevajî wê jî?! Nerînên min ne TRT 6 diguherîne, nejî dûrbîna temaşevanên wê xira dike..lê divê mirov çend gotinan bibêje.
TRT televîzyona dewletê ye, ku bibêje bêalî me 2 tişt derdikevin navê, yek ya bi dewletê re bêbextiyê dike, ji ber ku ya wê ye divê aliyê wê be, yan jî derewan dike. TV’yên dewletan mecbûrin li her deverên dinyayê siyaseta dewletê bimeşînin, li Tirkiyê jî mecbûr e wiha be...dixwazî TRT 6 be dixwazî 66 be...êdî şîrove nema lazim e.
Ez dixwazim di deriyeke din re derbas bibim, deriyê ziman û pêşkêşkirinê...
Di nav kurdan de pêşkêşvanî heya radeya tunebûnê kêm e -Dublaj û tona deng jî di nav de-pîvanên pêşkêşvanekiyê li hemû deverên cihanê, wekî hev in, heya berî çend salan jî ji wan pîvana danediketin, lê piştî ku Manken bûn pêşkêşvan her tişt tevlihev bû..pîvanên sereke ev bûn.
- Zimanê ku pê pêşkêş dibe, divê sedî sed zanibe
- Beşa ku pêşkêş dibe (civakî-siyasî-çandî) divê karê wan be.
- Rû û dêm ne çewt bin (ji bo TV)
- Tona deng ne monoton be, hilkişe û dakeve, guhan neêşîne, xwedî dîksiyoneke pijyayî be
- Karîzmatîk be û çavan dagire.
- Û wekî din
Ne tenê li TRT, ev nexweşî di hemû televîzyonên kurdî de hene...mixabin.
Mîna ku kurdên bakur bawer nedikirin ku tîpên W, Q,  X bêne pejirandin û bilêvkirin, bi vekirina TRT 6 re, hemû Q’yên ku ev 85 salin qedexe ne bi yek carê re bikar hatin; bê xwestin neyê xwestin TRT6 bi kar tîne, wekî nimûne; Derboke (navekî erebî ye) bûye derbûqa, Canal (kanal) enternasyonaliye bûye Qenal, maraka (enternasyonaliye) bûye marqa...û gelekên din, ez fêm nakim, çima ew qas ji Q hez dikin? Erê di zimanê me de q heye, lê K jî heye; Qaz Qaz e, lê kar jî Kar e. Ji bîr nekin ku kurd ne tenê li Tirkiyeyê dijîn, dîksiyona wan, wiha sist e, ku mirov nikare lê guhdarî bike, ji xwe dublaja fîlman, ji hev ketî û xav e, nayê xwarin. Mirov yan e ku kaxet li ber e û dixwîne.
Û Xeber....ew gotinek erebî ye, îca yanî qaşo ne bi tirkî dibêjin Habar,...ew di kurdî de yan SALOX, yan jî Nûçe ne....ji xwe AReisî cumhur@, wiha hetîketî bû, ku min wekî kurmancakî şerm kir..eger ne bizanebûn wiha dikin, ji kerema xwe re vê bidestxistiya kurdan riswa nekin, qet nebe kurmancî rast bikar bînin, fikra we çi dibe bila bibe.
Divê ez vê jî bêjim Erdogan, ne bi kurmancî got, wî sedî sed bi erebî got: Bî xeyr be.
Tişteki din ku bala min kişandibû ev bû, navê kanalê TRT 6 e, lê her kes jê re dibêje TRT Kurdî. Ev jî fanteziyên malperên kurdî bû, di resmiyetê de navê wê kanala pirziman e, lê wê 24 seatan bi kurdî weşanê bike, min ev hîç fêm nekir. Kurdî ji qedexebûnê bû pirziman?
Û li dawiyê, TRT 6 televîzyona kurdî ye ne ya kurdan e, ferq heye ku TV’ya kurdan be, yan jî bi kurdî be, loma bendewarî û hêviyên ku ji TV’ya kurdan dibin, divê ji TRT 6’ê nebin.
Ev bidestxistin, heta ku xapandinek be -ne Yekîtiya Ewropa, ne jî tiştekî din e, ew ji girtin, kuştin û koçkirina kurdan bidesketiye, pir-pir biçûk e, lê li gorî Tirkiyeyê gaveke pir mezin e; yanî siyaseta xwe ya 80 salî li valahiyê derxist -kurd hene, kurdî jî heye...lê divê bi dest nezanan nemîne, guneh e.

hekimsefkan@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Bazara muzîkê

  • 31 Tebax 2008

 Di gelek, yan jî di piraniya civîn û dan û standina me de, em li ser mijareke tenik û nazik diaxivin, carana em li dora wê derin û tên lê em li libokê naxin. Carna...

Ho-zan

  • 23 Sibat 2009

Hin peyv hene carnan dibin benîşt, nema bi kotek û daran ji ziman yan jî ji cihê lê tên bi karanîn derdikevin. Îro di medyaya kurdî de bi dehan peyv hene ku yan ji...

Helperke

  • 20 Avrêl 2009

Ji bo pîrozbahiyên Newrozê, vê salê, berê min ber cihaneke din ve çû, loma jî ev demeke min Tava Heyvê vala hiştibû, biborin...Berê min ber welatekî...

Hemû Nivîsen Hekîm Sefkan / Tava Heyvê

Hekîm Sefkan / Tava Heyvê kî ye?

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

YARA MIN HELEBÇEYÊ*

ad

Tirkiye li Îzlandayê winda bû!

ad

“Bîst sal û êvarek” û romanek

ad

Fûara Pirtûkan a Amedê dest pê kir

ad

HDP'ê ji bo Elçî xwest meclis lêkolînê bike

ad

Vane agahiyên li ser anketa dawî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname