logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Pergela nû, ax û welat

  • Dîrok: 06/11/2024

Ji bo guhdarîkirinê:

Ez hatibûm; piştî sî salan, cara yekem bû min pêl vê axê kiribû û ez li ser lingên xwe sekinî bûm, erd û ezman, zevî û girên bi çendek darên giwîj û hermî, çiyayên dûr ên serî bi berf li dora min çarx dibûn û dilê min, girpegirp bêrawêst lê dida, mîna yekî/ê ku yarê/a xwe winda bike û bi salan jê dûr ketibe û rojekê ji nişke ve ji quncikek ew yar derketibe… li hemberî wî/we, rû bi rû, çav bi çav bibe… A min jî, dema ez li hemberê van çiyan, van geliyan bê hilm, cemidî sekinibûm yê nesekinî dilê min bû, bêrawest dikira girpegirp.

Min zanîbû bi axê her tişt dibe û çêdibe. Hemû mîneral hemû protein, çi bo jiyanê hewce ye di axê de dibe. Çi di axê de heye di bedena min de jî heye. Ax bi xwe welat e, welat ax e. Ax zevî ye, çiya ye, banî ye û çem e.
Lê hêsiyata min bi axê ve ji vê yekê nedihat; tiştek din bû ya min…
Vê axê, vî erdî ez dikişandim nava xwe. Min digot ez ji wê axê hatim divê herim wê axê. Min got, na ezê herim, ezê vegerim; her çiqas derdora min, dadên ku azadiya min tehdîd dikirin dan pêş min, min biryara xwe dabû. Min got, “Ew dadên ku li hemberî min hatin vekirin divê di demê de peritiya bin; ez û bi şansê xwe.” Bi wî awayî piştî penenaberiya min a diwazdeh salan ji Ewropaya xopan a tu çar xwîna min lê nekelibû veqetiyam; ber bi cihê herdem min xeyal kiribû ve bi rê ketibûm. 
Ez şeş salî bûm mal û malbata min ji vê erdê, ji van çiyan û geliyan koç kiribû. Erd û bax û baxçe û xanî firotibûn; paş xwe nenêribûn, ber bi bajaran de çûbûn. Û ez jî bajar bi bajar, diyar bi diyar, welat bi welat geriyabûm, lê li tu derê bi şûn nebûyibûm; tu der nebûbû mal û yar û evîna min.
Tê bîra min pêşî me berê xwe dabû Doganşehîra Meletî û paşê me bapîrê min li wir hişt, me ber bi Trabzon a Deryayê Reş ve koç kir.
Dema yên me bar kir bajarê Trabzona Derya Reş, bi mehan ez giriyabûm, dawiya dawî bapîrê min Haciyê Xilo hatibû, ez ji Trabzona Derya Reş biribûm Doganşehîr a bêhna axa me jê dihat û ez şa bûbûm. Bi qasî du salan li wir mabûm lê bi zor û xwestina diya min bapîrê min dîsa ez biribûm cem malbata min. Ez li wî bajarî mezin bûm, lê di xewn û xeyalên min de rojekê vegera vê axê hebû. Bi xwendin û zanîngeh û têkoşîn û nizanim çi ez şa bûbûm, lê di quncikê mêjiyê min de wekî fantaziyek ev der, ev erd, ev ax, belkî ev welat habû.
Ez hatibûm lê li ser vê erdê tu mal û milkê min tune bû, tu axa min tune bû. Bapîrê min hemû axa xwe firotibû, nefikiribû ku rojek neviyên wî wê vegerê ser vê axê. Ev der û her der mala min bû. Li çiya û giran, newal û baniyan, li ser zinar û keviran, di nav dar û beran yek bi yek geriyam û digerim û dijîm. Ev der, ev ax welat bû... 
Welat; welat çi bû; ji çi re welat tê gotin, min wê demê, gava ez zarok bûm, min nezanîbû; berê ev ax, ev erd  belkî welatek nebû, tiştêk çi, çawa bû, wele min nezanîbû. Ez zarok bûm, lê min zanibû ax û erdek me û min hebû. Ev ax û erd dema diket xewn û xeyalê min dilê min pê şa dibû, girpînî bi dilê min diket û fikra venegerîna vir, carek din li vir nejîn êşek bê ser û bin dida min.
Her kes welat, welat dibêje dinale lê welat çi ye; ji çi re welat dibêjin? Erê welat bê erd û bê ax nabe. Welat ew ax û erd a ku bi dîrok û çîroka me hat strandiye; êş û kena me, şîn û dîlana me ye.
Niha lingên me ji axê birin em li ser beton û hesinan bi kurm û vîrusên elektronîk dixapînin. Ax rastî ye, yên din hemû derew in. Em ji axê hatin dê biçin axê me digot ev rastî ye lê niha em bê ax tên dinyayê û naçin axê
Pergela nû ya dinyayê mîrovan bê ax dike, dixwaze mirovan ji axê dûr bixwe. Dike jî… Mirovan ji axa xwe didin koçkirin. Ku de? Ber bi bajaran, ber bi ciyên bê ax... Bê ax mîrov bê kok e. Bê ax mîrov jixwe û bixwe ne bawer e. Bê ax mirov nikare ber xwe bide. Bê ax bê welatî ye.
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Evliya Çelebî bi gera xwe sinorên Kurdistanê nîşan dide

  • 13 Sibat 2021

Min gotibû êdî dem dema min e, bi vî awayî dest bi xwendina Seyahatnameya Evliya Celebî kiribû û Kiteba ji  4 Cildan pêk tê min cilda 1’ê xelas...

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • 23 Tîrmeh 2026

Ji bo guhdarîkirinê:   Herodotes di pirtûka xwe di beşên çêbûna Kyros û bisertextketina wî de çîrokeke dûr û dirêj vedibêje; xuya ye, di vê vebêjê de ji alî dîrokî de her çiqas hin tiştên dîrokî...

Çend notên li ser romana kurdî: Roman Hunera Netewebûnê ye

  • 29 Adar 2013

"Kê ava kir bajarê Tebenê yê heftderî?Di pirtûkan de bi tanê navê kêyan hayeMa kêy bi xwe bûn yên ku zinar heta wir rakisandin?"Bertolt Bredt (ji...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

4 pirtûkên nû hatin belavkirin

ad

Amed bi girsiyî dê wan pêşwazî bike

ad

Pêşangeha Pirtûkan bi xelatkirinê bi dawî bû

ad

Dêsî nê, polîsan Baran kişt

ad

Modela Çareseriya Demokratîk

ad

Jinên spanyolî zora jinên alman birin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname