Diyarname
Yekîtiya Rewşenbîran a kantona Efrîn û Şehbayê bi şahiyekê 4 pirtûk îmze kirin.
Ji bo nasandin û belavkirina pirtûkên nû li Dibistana Şehîd Şah a li bajarokê Til Rifetê şahiyek hat li dar xistin. Endamên partiyên siyasî, endamên Meclisa Til Rifetê, sazî û mamoste di xayinê de amade bûn.
Li gor nûçeya ANHA'yê pêş Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a bajarokê Til Rifetê yê Kantona Efrîn û Şehbayê Newroz Mamo axivî û got: "Jinên Rojava bi saya şoreşa Rojava karîn bi pênûsên xwe hest û ramanên xwe derbirînin."
Di şahiyê de danasîna van pirtûkan çêbû:
- "Henasên Nîvçemayî" / Nivîskar Mûfîd Koto
- "Fêrbûna Ingilîzî" / nivîskar Mîdye Ebdo
- "Alîkariyên Destpêkê" / Nivîskar Sakîne Erebo
- "Rawanên Jinên Zêrîn" / Têkilhev
Piştî axaftinan ji pirtûka helbestan hin helbest hatin xwendin, dûre pirtûk hatin îmzekirin û li beşdaran hatin belavkirin.