Ev gazin ku heta radeyekê rastiya me ya rût û rewal, vê pêlê ser devê me gelek kesan bûye benîşt: salonên xwendinên kurdî çima ving û vala ne?
Çima nivîskarên kurd li hev kom nabin û çima nayên bernameyên hev, berhemên hev naxwînin û ji hev re çav û pîvazê ne?
Ev pirs, vê pêlê, gelek tê kirin û rehme li dayik û bavê wî ye ku bersivek bo vê pirsê hebe. Tune mixabin!
Lewra ez dixwazim teşenê pirsa xwe biguherînim: Aya çi tişt mirovî tîne cem hev?
Berî çend salan, belkî “pêjna kurdî” bes bû ku em xwe li hev bigirin û çawan wekî “sîr gazinan ji pîvazê bike” –Çu kes ew qasî bê guneh nebû ku rahêje wî kuçî û tê werke- em jî welê çav di çav de me simaq difirote hevdu jî, dîsan jî carinan kew li berî diket û bi hin minasebetan em dihatin dîwana hevdu û me guh dida kelam û galegala hev.
Niha pir eşkere em ji hev bir bir bûne.
Berê kurdî têra hindê dikir ku em bêne gel hev, paşê ji bo kombûna cem hev, me çavê xwe kuta banekî. Ew ban, an saziyek bû pişta xwe dida “hêzeke mezin a siyasî” an jî “weşanxaneyek” bû, mîna kolikekê me xwe tê de stare dikir û em tim, di dîwan û civatên xwe de “xwe bi xwe” man. Me ji xwe re stra û ji xwe re vegêra.
Xuya ye, ev jan û sancûyên “guhorînê” ne, herçendî ez ji “guhorînê” bêhtir “pêşveçûnê” tercih bikim û binecîtir bibînim jî, pir ron û eşkera ye ku wekî zanayekî gotî, “Tişta neguher tenê guherîn bi xwe ye.” Ango em qonaxeke nû digihêjinê.
Serencama me, berê ku tenê “hesta kurdîbûnê” em digihandin hevdu êdî ber bi hesta “li bin banekî xwe stare kirinê” cî guhart û niha jî çavê me li asoyeke nû ye, ku ev dilînî me bixe nav bizavê: Em ê êdî li dora ramanan kom bibin û encax ku “gotûbêjek her çendî bi kurdî be jî” heke gazî hest û ramanên min neke û me bi hiş û hişmendî “cezb” neke, ez ê zû bi zû neçimê.
Lewra êdî “zeman” nîrekî stûbir e li ser jiyanê û tu mecbûr î dema xwe “bi qelîte” derbas bikî ku ew ji te re, ji pêrabûn û xeyalên te re wecgir be. Heke weca wê bo te nebe, tu xwe nadî berê.
Xuya ye, qada edebiyata kurdî ji binemayê “demogojîk” û “hîsterik” xwe dadiweşîne û çav dikute “asoyên ramangerî û hizirkirinê”
Êdî serdema “edebiyata mexdûriyetê” bi dûmahîk tê. Êdî tenê kurdînivîsîn têra me û xeyalên me nake, ji me re rûbarên nû, asoyên berfireh, pir-rengînî, helsengranjdinên analîtîk dest pê dikin.
Êdî ew roja ku xwendevan bê û ji nivîskar bipirse, “te çima ev peyv na lê ev peyv bi kar aniye” û nivîskar jî “ji bilî berhema xwe” behsa her tiştî jê re bike qediya û niha dema karûbarên pisporane dest pê dike. Êdî ne nivîskar lê “berhema wê/wî” dê biaxive.
Êdî weşanger bi çavê “ka ez ê çiqas ji goşt û dohnê wî sûdê werbigirim”, “ka ez destekî piştgiriyê bidime vî rebeno” dê nikaribe nêzîktêdayînê bi nivîskarên xwe re bike; êdî her tişt dê vegere ser bingeheke rastîn nexwe dê ev salonên deh-panzdeh kes lê kom dibin dê bi tevayî ving û vala bibin û derî bên girtin.
Edebiyatekê bifikirin, şûna berhemanînê, şûna afirandin û pêşvebirinê “werger” wekî “şahkar” û karekî di ser her tiştî re tê dîtin. Di panelan de ji nivîskar bêhtir weşanger diaxivin û xwendevan, nivîskaran wekî melayê mizgeftê dibînin çi nemaye jê re bibêjin “ka ji kerema xwe devê gur bibene da bizina me ya maye çiyê nexwe” :)
Ji serî heta binî li vê texma me her tişt berevajî diçe.
Diyar e, ev sancû û janên guhurîna qonaxrawirtinê dê me hê gelekî biêşîne. Dîsa jî, ligel her tiştî, hê jî şêla me û vî zimanî ligel hevdu maye.
Yegane çare ev e, -helbet bi raya min- her kes karê xwe, bi awayê herî baş bike û banga min, bo navmala me kurdînivîsan; heyra çu kes nanê çu kesî naxwe, netirsin, ev şêl têra me hemûyan dike. Ji kerema xwe dilê xwe li hev vekin û guh bidin dengê hev.
-Ez bi xwe heta ji min tê, xwe di bernameyên hemû nivîskarên kurdînivîs re digihînin bêyî ku binêrim kitêb ji kîjan weşanxaneyê derketiye û fikr û zikra wî/wê çi ye.
Bawer bikin, li her derê, îlem tiştek heye ku mirov jê sûdmend bibe û tiştek heye ku mirov hê piçekî bêhtir ji vî zimanî, ji dilê van mirovan hez bike.
Ji bîr nekin, hezkirin şîfa ye û ew yegane tişt e ku hindî tu jê dixwî her zêdetir dibe.


