Diyarname
Di Festîvala Evvel Temmuz a li Samandagi de meseleya "Rojhilata Navîn û Sûriye" hate nîqaşkirin.
Li Samandagiya Hatay bi navê "Evvel Temmuz Festîvalî" ku wekî "Cejna Bereketê" tê pîroz kirin, li dar dikeve. Festîval îsal careke din li dar ket. Di festîvalê de panelek bi beşdariya nivîskar Faik Bulut, Nuray Mert li dar ket. Di panela li Salona Ahmet Kaya de li dar ket de, Bulut got ku serketina kurdan a li Sûriyê Tirkiyeyê aciz dike û wiha got: "Sûriye wekî hemû welaten ereb di rejima wê de xurifîn heye, bandora ji emperyalîzmê heye."
Bulut got ku li Sûriyê 59 rêxistin nene, hinek ji van li diyasporayê ne û got: "Lê li Sûriyê beşên muxalîf parçebûyî ne. Ji bilî var muxalefeta kurdan heye. Ew jî li herêmên xwe li Efrîn, Qamişlo, Dêrik li dijî mudexeleyeke ji derve ne, dixwazin pirsgirêkê bi rêya demokratîk çareser bikin."
Buluk got ku kurd ber bi bûyîna xwedî statuyeke ve diçin û ev yek lê zêde kir: "Kurdan ji valahiya li Sûriyê dadgehên xwe saz kirine, dibistanên xwe ava kirine. Ji ber vê yekê Tirkiye ji kurdên Sûriyê re dibêje 'Mîlîsên Esad' û propagandaya xirabkirina wan dike."
Nivîskar Nuray Mert jî got ku li pişt hêrsa Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriyê serketinên kurdan hene û wisa dom kir: "Îro li Tirkiyeyê ne tenê AKP, hemû aktorên siyasî bi Osmankî dilîzin. Tekane tirsa Tirkiyeyê ya li Sûriyê ew e ku kurd li wir bibin xwedî statuyekê. Mudexele bike jî neke jî dê kurd bibin xwedî statuyekê."


